Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in

  • rojane
  • 18:39 13 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Cupolo Akça diyar kir ku şewatên li Kurdistanê û şêweya mudaxilekirinê polîtîk e û wiha got: “Em ê weke gelê kurd li dijî vê helwesta siyasî û dijminane em ê şêweyên xwe yên mudaxileyê pêş bixin.”
 
Şandeyeke ji endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), Platforma Parastina Bajarvaniya Amedê, Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û Komeleya Ekolojiyê pêk tê têkildarî şewata ji aliyê leşkeran ve duh danê sibehê li gundên Entax, Gomê û Bamitnî yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin lêkolîn bike çû herêmê.
 
‘EM Ê BI GELÊ XWE RE ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ BIPARÊZIN’ 
 
Şandeya ku li gundên Entax, Gom û Bamitniyê lêkolîn kirin, xaniyên li gundê Entaxê şewitîn lêkolîn kirin û li vir daxuyanî dan. Yek ji rêveberên Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç ê di daxuyaniya pankartên “Kesên xwedî li dîrok û xwezaya wê dernekevin, nikarin pêşerojê diyar bikin” û “Li dijî faşîzmê em bibin daristan” hatin vekirin de axivî, diyar kir ku mudaxilekirina şewatan a dereng siyasî ye. Bîlgîç, anî ziman ku li qada ku qala wê tê kirin di nava mehekê de 3 caran şewat derketiye û wiha got: “Her sê şewatên derketine jî bi guman in, em ê weke sazî û dezgehên vî bajarî bibin şopdarên vê yekê. Em ê bi gelê xwe re xwezaya Kurdistanê biparêzin. Me li vir lêkolîn kirin, ji bo ji niha û şunde dê hevdîtinên me çêbibin.”
 
‘EM Ê ŞÊWEYA XWE YA MUDAXILEYÊ PÊŞ VE BIBIN’ 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Cupolo Akça diyar kir ku di mehekê de li herêmê 3 şewat derketine û wiha got: “Failên du şewatên destpêkê diyar bûn, lê failên vê şewatê hêj nediyar in. Lê belê rastiyek diyar e ku ev yek di heman demê de biguman e û nikarin germbûna global û guhertina ekolojîk sûcdar bikin. Îro em dibînin ku li Gabarê li Cûdî şewat hatiye destpêkirin û mudaxele li kesên ku dixwazin vemirînin tê kirin. Dîsa em dibînin ku li gundên Licê talankirina dar û xwezayê tê kirin. Ev agir ji van hemûyan serbixwe nayê dîtin. Me digot, 'qeyûm biryareke siyasî ye'. Ev şewat jî polîtîk in. Şêwazên bersivdayîna van şewatan jî siyasî ne. Krîza avhewayê jî siyasî ye. Û tedbîrên li dijî germahiya global nayên girtin jî siyasî ne. Li hemberî van hemû helwesta dijminane ya polîtîk, weke gelê kurd weke Partiya Çepên Kesk em ê rêxistinbûyîna xwe, xweparastina xwe, şêweyên xwe yên mudaxilekirinê pêş bixin. Em ê li vê derê li cem gel bin. Em ê bi hêza xwe li xwe xwedî derkevin.”
 
Piştî axaftina hate kirin şande ji gund veqetiya. 
 

Sernavên din

14/08/2023
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin