Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin

img
AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku siyaseta kurd ji HEP’ê heta niha tevî hemû cureyên zextan û girtinan jî têkoşîna xwe domandiye û wiha gotin: “Em ê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin. Yek ji me diçe lê bi hezaran tên şûna wan. Em ê di vê hilbijartinê de îktîdarê têk bibin.” 
 
Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê êdî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê rojan dijmêrin. Beriya hilbijartinê me li navçeya Sûrê ya Amedê nêrînên gel jê pirs kir. Amediyan gotin ku li dijî krîza aborî, bêkarî û polîtîkayên şer dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’ 
 
Ji welatiyan Mûrat Demîr bal kişand ser doza girtinê ya derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û û got ku dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Me heta niha dengê xwe dida HDP’ê. Dê heta dawiyê jî wisa be. Ji bo ewlehiya sindoqan fikarên me hene. Lê em soz didin ku dê xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê yek deqeyê li ser sindoqan neçin. Em ê heta dawiyê li wir bin. Divê em xwedî li sindoqan derkevin û gel jî di vê mijarê de hişyar bikin.” 
 
Kiymet Çoban jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare debara xwe bike û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ew e ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de bi ser keve. Hevjînê min Ahmet Çoban, serokê sendîkayê bû û karmendê darayiyê bû. AKP’ê ew ji kar derxist. Ew jî gelek li ber ket û bi penceşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. 4 neviyên min hene. Ez bi mûçeyê teqawidiyê yê hevjînê xwe li neviyên xwe dinêrim. Niha kirêyên malan bûne 10 hezar TL. Ez heqê xwe li wî helal nakim. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di hilbijartina serokkomariyê de jî em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.” 
 
‘KANÎ ŞAREDARTIYA GEL?’ 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Polat jî destnîşan kir ku ji HEP’ê heta Partiya Çepên Kesk, di tevgera siyasî ya kurd de cihê wan diyare û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Namzetê me yê serokkomariyê Kiliçdaroglû ye. Partiya me jî Partiya Çepên Kesk e. Ev der Amed e. Bêguman em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Ma AKP’ê bo me çi kiriye. Tevek jî dizin. Em ê ewlehiya sindoqan biparêzin. Heta dengê me jî didizin. Qala ‘xizmetê’ dikin, lê kanî kolan, cade, kanî şaredartiya gel? Ew tenê li qesrên xwe keyfa xwe dikin. Em peywirdar in. Dê dengên xwe biparêzin û heta dawiyê xwedî li sindoqan derkevin.” 
 
Ji welatiyan Nûrûllah ku nexwest paşnavê xwe bide jî bi lêv kir ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê fikarên wî hene û wiha pê de çû: “Ez ê cara ewil dengê xwe bidim. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Di hişê min de tenê Partiya Çepên Kesk heye û dê bidim wê. Li Tirkiyeyê her tim derew, dizî û nelirêtî hene. Lewma di mijara ewlehiya sindoqan de em ditirs in. Em ê li ser sindoqan bisekinin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin.” 
 
‘EM Ê BIBÊJIN ÊDÎ BES E’
 
Menfiye Boz jî anî ziman ku heke Partiya Çepên Kesk bi ser keve dê dawî li zilm û zextan bê û wiha derbirî: “Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê bi ser kevin û piştre bêhnekî bistînin. Em ê ji zilm û zexta li kolanan xelas bibin. Dê HDP were girtin, ma çi sûcê wan çêbû? Em beriya Partiya Çepên Kesk jî hebûn û dê her hebin. HDP çû û niha Partiya Çepên Kesk hat. Heke em li hev xwedî derkevin dê her tim mezin bibin. Yek ji me biçe dê hezar kes bên cihê wan. Li Amedê ji bilî Partiya Çepên Kesk navê tu partiyên din derbas nabe. Vî bajarî ewqas êş kişandine, ewqas mirovên wê hatine qetilkirin. Tu miletan bi qasî kurdan zehmetî, zilm û zext nedîtine. Kezeba dayika hatiye şewitandin, gund hatin şewitandin, xelkê me hate sirgûnkirin. Ewqas êş hene ku mirov bibêje.  Her tişt girêdayî îradeya me ye. Divê em bêtirs û bi kelecaneke mezin biçin ser sindoqan. Em ê bibêjin ‘êdî bes e.’ Di sindoqan de em ê xwe biparêzin. Baweriya me ew e ku vêcarê dê bi dawî bibe.” 
 
‘HÊVÎ LI KOLANÊ YE’
 
Ji welatiyan Zulfu Demîr jî anî ziman ku ji berê heta niha her tim tevgera kurd parastiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji HEP’ê heta niha her çend ku nav hatibin guherandin jî me her tim dengê xwe da partiyên xwe. Em ê heta dawiyê jî bidin wan. Em ê poşman nebin. Me bi olê dixapînin. Em ê dengê xwe ji bo demokrasî û wekheviyê bidin û sindoqan biparêzin. Ji bo cihêkariya di navbera ol, bawerî, nîjad û mezheban de bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin. Em dixwazin welatekî ku bikarin tê de bijîn ava bikin. Hêvî li kolanan e. Hemû ciwanên vî welatî bêkar in, bêpere ne. Ji bo guherîn û veguherînê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Namzetê me yê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye. Em ê xwedî li sindoq û vîna xwe derkevin.” 
 
MA / Zerrîn Sargut
 

Sernavên din

08/05/2023
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da