Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e

 
RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di mitînga Wêranşarê de ku bi dehhezaran kes tev li bûbûn de axivî û wiha got: “Darbeya herî mezin, tecrîda li Îmraliyê ye.” Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî got ku dê tevî gel pêşeroja xwe azad bikin. 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê bi tevlibûna dehhezaran kesan mitîng li dar xist. Mitîng, li qada Mazat a navçeyê hat lidarxistin û welatî bi flamayên Partiya Çepên Kesk û rengên kesk, sor û zer tev li mitîngê bûn. Jin û zilamên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn ên kurdî tev li mitîngê bûn, bi coşeke mezin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di mitîngê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. 
 
BANGA KU SINDOQAN BI RENGÊ ÇEPÊN KESK BOYAX BIKIN 
 
Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Rihayê li ser dikê hatin vexwendin. Dema namzet derketin ser dikê coşa qadê derket lûtkeyê. Di mitîngê de ji ewil Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serhat Dîcle axivî û got ku dê di 14’ê Gulanê de sindoqan bi rengê Partiya Çepên Kesk boyax bikin. Piştre jî encumenê Şaredariya HDP’ê Îsa Mîsafîrcî axivî û bi erebî axivî. Mîsafîrcî jî bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
BI PANKARTAN PEYAM DAN 
 
Dema axaftin didomiyan, girseyê bi yek dengî stranên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê striyan. Li qadê her wiha pankartên “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e”, “Ez xwendekar im”, “Ez ê te bikim wezîrê tenduristiyê” û “Di 14’ê Gulanê de em hemû pisîkan kom bikin, bila nekevin trafoyan” hatin vekirin. 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’ 
 
Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayuşe Surucu derket ser dikê û wiha got : “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em ê di 14’ê Gulanê de AKP’ê li ser sindoqan têk bibin. Li hêla din ev bû 2 sal ku tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Em li vir careke din bang dikin, dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin û deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê yekê re pêşî li ber jiyaneke demokratîk û aştiyane vekin.” 
 
AHMET TURK: EM Ê JIYANA AZAD AVA BIKIN
 
Piştre jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî. Turk, rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Turk, wiha axivî: “Bi dehhezaran kesên îro dadikevin qadan, ji bo azadî û pêşeroja gelê kurd li qadan e. Em îro ber bi roja azadiyê ve dimeşin. Wisa bawerim ku dê rojên pêş bibe pêşeroja gelê kurd. Serkeftin a gelê kurd e. Serkeftin a gelê Wêranşarê ye. Jinên wêranşarî, jinên kurd wekî her demê îro jî ji bo azadî û pêşeroja gelê xwe li qadan e. Lewma ez dibêjim; Jin, jiyan, azadî. Hûn her hebin. Em baş dizanin ku gelê kurd heta niha serî li ber zilmê netewandiye. Em dizanin ku zilma li ser gelê kurd hêj jî didome. Bi hêviya ku em vê pergalê têk bibin û jiyaneke azad ava bikin.” 
 
‘EM DIXWAZIN PÊŞEROJÊ AVA BIKIN’
 
Bi domdarî Turk ev tişt anî ziman: “Weke ku hûn jî dizanin ev salên dûvdirêj in em siyasetê dikin. Li rexekê doza girtinê ya têkildarî HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome. Lewma me namzetên xwe di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de nîşan dan. Partiya Çepên Kesk, partiya gelan, partiya azadiyê ye. Partiya Çepên Kesk, navê Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Dostên me yên hêja, rêhevalên delal, gelê kurd ji bo pêşerojê bi hev re ava bike îro têdikoşe. Daxwaza me ya ji vî welatî çi ye? Em demokrasiyê dixwazin. Em qîmetê didin pêkvejiyana gelan a demokratîk. Têkoşîna me ji bo vê ye. Baweriya me ev e; hemû gel xwişk-bira ne. Di navbera wan de pirsgirêk tune ne. Lê kesên vî welatî birêve dibin, gelan ji hev parçe dikin, berê wan didin hev û bi vî awayî siyasetê dikin. Em li dijî vê ne.” 
 
‘EM Ê SIBEROJA XWE AZAD BIKIN’ 
 
Turk  da zanîn ku îktidar dem bi dem wan bi “tevgera neteweperestiya etnîkî” tawanbar dike û got: “Em neteweperestiya etnîkî nakin. Em dixwazin ziman, nasname û siberoja gelê kurd ji qedexeyan rizgar bibe. Em ji bo wê têdikoşin. Bi rastî jî yên ku gelê kurd înkar dikin netewperestiyê dikin nîjadperest in. Dixwazin faşîzmê li vî welatî bi cih bikin. Lê belê em têdikoşin ku gelê xwe li dijî faşîzmê bi nirxên hevpar ên demokratîk re bigihînin hev. Dema em li bîlboardan dinêrin li seranserê Kurdistanê nivîsandine, ‘berdewam bike’. Hûn bi kîjan rêyê didomînin? Dibêjin ji bo siyasetmedarên kurd di girtîgehê de bihêlin rêya xwe didomînin. Dibêjin ji bo înkarkirina nasnameya gelê kurd rêya xwe didomînin. Bi gotineke nijadperest dibêjin bi peyama yek neteweyê dewam dikin. Baş e, li hember vê feraseta ku me înkar dike em dibêjin rêya xwe bidomîne? Em qet nabêjin. Em ê qebûl nekin."
  
Turk da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên guhertin û veguhertinê ne û wiha got: “Dema em biçin vê hilbijartinê, baweriya me bi tu kesî nayê. Em bi xwe bawer in, em bi gelê xwe bawer in. Heke kesên sibe bên ser desthilatdariyê li hemberî we û gelê me xeletiyan bikin, em ê li hemberî wan jî rawestin. Divê ev jî bê zanîn. Gelê kurd gelekî polîtîk e, wateya têkoşînê baş dizane. Lewma divê tu kes hewl nede ku gelê kurd bixapîne. Em ê ji bo têkoşînê, ji bo maf û azadiyan her tim li qadan bin. Bêguman em ê bi gelê xwe re pêşeroja xwe azad bikin."
 
 AYDENÎZ: EV QAD TIRSÊ DIXE DILÊ AKP-MHP’Ê 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî gel silav kir û wiha got: "Ev qad qada berxwedanê ye, qada serhildanê ye, ev qad tirsa AKP-MHP'ê ye. Polîtîkaya 100 salî ya nîjadperestiya li dijî gelan dimeşînin. Îro dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bûye. Em ê bi gotina jin jiyan azadî vê hikûmetê bişînin.” Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe de qetikirina muzîkjenê kurd Cîhan Aymaz bi bîr xist û got: “Dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Heke pirsgirêka kurd tunebe, çima Cîhan Aymaz hat qetilkirin? Cîhan Aymaz di encama nijadperestiyê de hat kuştin. Gelê kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê bi rûmet bidomîne û gelên Tirkiyeyê azad bike. Gelê kurd dest ji têkoşîna xwe bernade.”
 
‘GELÊ KU BÊ CEYRAN HIŞTIN WÊ LAMBEYÊN WAN VEMIRÎNE’ 
 
Aydenîz a bi pirsgirêkên cotkaran berdewamî gotinên xwe kir, anî ziman ku wê weke hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêkên cotkaran jî çareser bikin û wiha got: “Ew dixwazin ava me bibirin û nanê me ji me bigirin. Ew gelê ku ew dixwazin nanê wî bigirin, ava wî bibirin û bê ceyran hiştin wê lambeyên wan vemirîne.” Aydenîz bal kişand tayînkirinên qeyûman û wiha got: “Bila were zanîn ku em ê di 14’ê Gulanê de tifaqa qirêj, vê ‘Tifaqa Torosan’ em ê bişînin. Hilbijartinan jî weke darbeyekê dibînin. Bila bizanin ku darbekar ew bi xwe ne. 8 sal in her roj darbe dikin. Ev dar be çiye? Qeyûm e. Ev darbe zextên ku her roj tên kirinin. Lê bila bizanin ku darbeyên wan tu caran sernakevin.”
 
‘AZADÎ DÊ TEQEZ WERE’  
 
Aydenîz, destnîşan kir ku darbeya herî mezin tecrîda li Îmraliyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd darbeya herî mezin e, tecrîd darbeya hiqûqê ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe wê Kurdistan azad nebe û Tirkiye demokratîk nebe. Polîtîkayên vê desthilatê baş bibînin. Ev desthilat bi dijminatiya gelê krud dixwaze desthilata xwe bidomîne. Vê jî bi tecrîdê didomîne. Heta ku gelê kurd azad nebe nikare bijî. Îro nebe sibê, sibê nebe roja din. Wê azadî teqez were.”
 

Sernavên din

05/05/2023
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin