DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin

img
AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha nîsanê eşkere kir. DFGê da zanîn ku di meha nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 5 jê hatin girtin û ji bo 88 nûçeyan jî biryara astengkirinê hate dayîn. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran ên Meha Nîsanê” parve kir. Di raporê de hat gotin ku di demekî ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan de zext hatine zêdekirin. Her wiha hat gotin ku welêt ji hêla azadiya fikr û xwedîfadekirinê de, di mijara mafên agahîgirtin û azadiya çapemeniyê de mîna çolekê bûye. 
 
‘MEHA NÎSANÊ JÎ BI ZEXT Û ZORIYAN DERBAS BÛ’
 
Rapora DFG’ê ya binpêkirinên meha nîsanê wiha ye: “Tê xwestin ev welat bi kêmbûna azadiya çapemeniyê, mafê girtina nûçeyan, azadiya ramanê veguhere çolekê. Ne tenê di raporên me de, di gelek raporên saziyên pîşeya çapemeniyê yên navneteweyî de jî tê gotin ku meseleya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê mixabin gihaştiye asta navneteweyî û her ku diçe kêm dibe. Rêya paşketina van astengiyana ew e ku binçavkirin, girtin, tundî û sansur bi dawî bibin û ji bo muxalefeta civakî qad bên vekirin. Em dixwazin qarneyê çapemeniyê yê vî welatî bi azadî û heqên bi nirx bipîvin ne bi daneyên hejmarî. Me meha nîsanê jî weke meha din bi zext û zordestiyan derbas kir. Ne tenê rojnamegerên li derve yên di girtîgehan de jî li dijî zextan mecbûr dimînin li berxwe bidin.
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERAN
 
Rojnameger Neşe Toprak a girtî, bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ser laçikekê wêneyê Jîna Emînî xêz kir û xwest ji JINNEWS'ê re bişîne lê belê ev bi hinceta ‘talûke ye’ hat desteserkirin. Der barê Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, çalakiyên pênc sal berê bi sûcê ‘Propagandaya rêxistinê’ doz hate vekirin. Şopandina dozê ya rojnamegeran ji aliyê mubaşir ve hate astengkirin. 
 
Rojnameger Serdar Akinan dema hat binçavkirin di çend saetên di nava rojê de malbat û parêzerên wî nikaribûn agahiyê jê bigirin. Piştre emniyetê binçavkirina Serdar piştrast kir û di saetên dereng ên şevê de hate berdan.
 
4 ROJNAMEGER LI AMEDÊ HATIN GIRTIN
 
Di 25'ê nîsanê di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên ajansê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya hatin binçavkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdurrahman Gok, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya bi sûcê 'endamtiya rêxistinê' sewqî dadgehê hatin kirin û di dosyaya tenê beyanên şahidekî esas hat girtin de bi 'gumana mezin a sûc' hatin girtin.
 
Di 29'ê Nîsanê de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û gelek kes bi operasyona li Enqereyê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê rojnamegeran bertek nîşan dan. Lê belê rojnameger Pinar Gayip, Zeynep Kuray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybir û Yadigar Aygun hatin binçavkirin. 
 
Ne bi girtin û binçavkirina rojnamegeran, ne bi desteserkirina ekîpmanan wê nikaribin rojnamegeran asteng bikin. Şert çi dibin bila bibin em ê mafên parastina azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin. Em ê li paş nesekinin.
 
Hûrgiliyên rapora meha nîsanê wiha ne; 
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YÊ ROJNAMEGERAN 
 
* Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû man: 4
 
* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatin girtin: 13
 
* Rojnamegerên hatin binçavkirin: 27
 
* Rojnamegerên hatin girtin: 5
 
* Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 2
 
* Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2
 
* Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin: 10
 
* Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1
 
BINPÊKIRINA MAFÊN AZADIYA RAMAN A LI DIJÎ ROJNAMEGERAN 
 
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 6
 
* Rojnamegerên hatin cezakirin: 2
 
* Cezayê girtîgehê:3 sal, 4 meh û 17 roj
 
* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, jejmara kesan 34
 
* Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1'ê gulana 2023'yan heta niha): 86
 
SANSUR Û ASTENGIYÊN LI DIJÎ SAZIYÊN MEDYA-ÇAPEMENIYÊ 
 
* Cezayên RTUK'ê (Ji bo 4 qenalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)
 
* Hejmara cezayê sekinandina bernameyan: 4
 
ASTENGKIRINA MECRAYÊN DIJÎTAL-ÎNTERNETÊ 
 
* Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1
 
* Nûçeyên hatin astengkirin: 88
 
* Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatin astengkirin: 30”
 

Sernavên din

05/05/2023
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin