Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne

img
HATAY - Di erdhejê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Kevneşopiya Partiya Çepên Kesk ji salên 2000’î heta niha dengê xwe yê li bajar roj bi roj zêdetir dike û di vê hilbijartinê de hewl dide 2 parlamenteran derxîne. 
 
Li Hatayê ereb, elewî, ermen, xiristiyan û kurd bi hev re dijîn û hewl didin birînên xwe yên erdhejê bi rêya piştevaniyê derman bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê li bajêr pêşengtiya piştevaniya dilxwazan dikin û xwe digihînin her kesî. HDP ji lîsteya Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê û ji bo hesabê ji îktîdarê bipirse, xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade dike. 
 
DENG ROJ BI ROJ ZÊDE BÛN
 
Partiya Çepên Kesk û kevneşopiya wê ji salên 1990’î heta niha di qada siyasetê de çalak e. Kevneşopiya ku ji salên 1990'an heta sala 2007'an 9 hezar deng distand, di sala 2007’an de bi namzetê Hezar Hêviyê yê bi navê Berkant Kar ku Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Sosyal Demokrat jî piştgirî dayê, dengên xwe derxist 11 hezaran. 
 
Di hilbijartinên sala 2011’an de jî bi namzetên serbixe kete hilbijartinê û 9 hezar û 678 deng stand. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de 10 hezar û 914 deng stand. Heta vê dîrokê jî dengên kevneşopiyê di navbera 8-11 hezaran de diguheriya. Di hilbijartinên sala 2011’an de Mahmût Aydinci û di hilbijartinên 2014’an de jî bi tevlibûna Halîs Yurtsever re liv û tevgera di nava partiyê de zêde bû. Di hilbijartina serokkomariyê ya sala 2014’an de dengên xwe du qet û nîv zêde kirin û ji bo Selahattîn Demîrtaş 28 hezar deng hatin wergirtin.
 
DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE DENG HÎN ZÊDETIR KIRIN
 
Di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an de HDP’ê 58 hezar û 333 deng standin û êdî li Hatayê bû hêzeke sereke. Îktîdara ku encamên hilbijartinên 7’ê hezîranê ranegirt, di 1’ê mijdara 2015’an de dîsa hilbijartin li dar xist. Tevî hemû zextan jî HDP’ê li bajar dengê xwe zêdetir kir û 61 hezar û 813 deng wergirt.
 
HDP ku hevserokên wê yên giştî û bi hezaran endam û rêveberên wê hatin girtin, bi siyaseta xwe ya aştî û azadiyan li Hatayê hate qebûlkirin û di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de 103 hezar û 523 deng standin û parlamenterek şand meclisê. 
 
HEDEF 2 PARLAMENTER IN
 
HDP dê bi lîsteya Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê û hewl dide li Hatayê 2 parlamenteran bi dest bixe. Partiya Çepên Kesk hem li navenda bajar û hem jî li navçeyan tax bi tax, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşîne. Bi dengên nû yên li navçeyên bakurê bajar ên weke Erzîn, Dortyol, Îskenderûn, Payas û Arsuzê hewl dide dengê xwe du qet zêdetir bike. Navenda navçeya Defneyê weke depoya dengan a Partiya Çepên Kesk tê zanîn. Ji bo zêdekirina dengên xwe, Partiya Çepên Kesk li vir xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. 
 
SAMANDAG DI HEDEFA XWE DE BIBIRYAR E
 
Navçeya Samandagê warê Serokê DEP’ê yê navçeyê Mehmet Latîfecî ye ku hatibû qetilkirin. Di hilbijartina dawî de li navçeyê 22 hezar û 453 deng hatibûn wergirtin. Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku namzetê rêza ewilî Kerem Nalbant weke parlamenter bişîne meclisê ku bi sala ye di nava vê kevneşopiyê de cih digire û hem serokatiya bajar û hem jî ya navçeyê kiriye. 
 
NAMZETÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK
 
Yek ji navçeyên ku kevneşopiya Partiya Çepên Kesk lê xurt jî navçeya Antakyayê ye. Di dema erdhejê de yên ku ji ewilî bi hawara gel çûn û alîkarî gihandî gel Partiya Çepên Kesk bû. Ev alîkarî û piştevanî ji roja destpêkê heta niha didome. Tê payîn ku partî dengên xwe yên li vê derê ku herî dawî 15 hezar û 700 girtibûn du qet zêdetir bike. Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Şîrîn Nûr Vûral ji taxa Serînyollu ya navçeyê ye û ev yek weke avantajek tê nirxandin. 
 
NAMZETÊN CHP Û AKP’Ê
 
Wêraniya ku îktîdara AKP-MHP’ê bi xwe re aniye, Tifaqa Cumhur ji hêzê xistiye. Namzetên yên rêza 5’emîn û 6’emîn ên CHP’ê ku pêkhateya sereke ya Tifaqa Milete jî endamên Partiya Refahê yên berê ne. Ev yek jî dibêtiya ku Partiya Çepên Kesk li bajar parlamenterekî duyemîn derxîne zêdetir dike. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

05/05/2023
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin