Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin

img
ÎZMÎR - Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, AKP’ê dest bi operasyonan kir. Ji wê rojê heta niha herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 7 jê rojnameger bi giştî 116 kes hatin girtin. 
 
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma û hemû partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Pêşengên muxalefetê bajar bi bajar digerin û soza azadî, demokrasî û edaletê didin û li hêla din jî îktîdara AKP’ê jî hilbijartinê dişibînin “darbeyê” û bi gotinên cihêkar ên li dijî şêweyên jiyanê xebatên xwe didomîne. 
 
Îktîdara ku bi taybet jî zextên li ser Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde dike, xebatên xwe yên hilbijartinê bi girtin û binçavkirinan didomîne. Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, îktîdarê bi rêya daraz û hêzên ewlekariyê dest bi êrişên li dijî muxalefetê kir. Rojek piştî ragihandina biryarê, di 11’ê adarê de cezayê salek û 18 meh ê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Bînîcî hate erêkirin û hate girtin. 
 
DI 2 MEHAN DE 364 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di nava 2 mehan de namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, endamên MYK’a HDP’ê, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan, endam û rêveberên partiyên sosyalîst û rêxistinên ciwanan, rojnameger, parêzer û welatî jî di nav de herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 116 kes jî hatin girtin. Li gel van, bi hinceta tevlibûna mitîngên Newrozê û parvekirinên li ser medyaya civakî, bi dehan welatî hatin binçavkirin û piştî karûbarê îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan. 
 
OPERASYONÊN HILBIJARTINÊ
 
AKP a ku ji xebatên cemaweriyê û dengê kolanan fêm kir ku winda dike, di nava du hefteyên dawî de lez da operasyonên xwe û di opearsyonên navendên wan Amed, Stenbol û Enqereyê de edîtor û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de, zexta xwe ya li ser HDP’ê û pêkhateyên wê zêde kir. Di van êrişan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok, Sedat Yilmaz, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û bi dehan HDP’î hatin girtin. 
 
Çendek girtin û binçavkirinên me berhev kirin wiha ne; 
 
12’ê Adarê: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de li Enqere û Edeneyê endamên Meclisa Partiyê ya ESP’ê, SGDF, Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin. Di 15’ê adarê de sewqî dadgehê hatin kirin û ji 11 kesan Hevberdevkê SGDF’ê Okan Danaci jî di nav de bi giştî 9 kes hatin girtin û 2 jî hatin berdan. 
 
22’yê Adarê: Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ugurlu, ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demîr, endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek, Hayat îzgî, Newroz Çelîk û Bariş Kirmizitaş hatin binçavkirin. Bariş Kirmizitaş piştî îfadeya li emniyetê hate berdan. Îdîl Ugurlu, Behiye Yalçin, Selma Demîr, Hayat Îzgî, Berfîn Çîçek û Newroz Çelîk jî di 24’ê adarê de hatin girtin. 
 
25’ê Adarê: Welatiyê bi navê Lokman Kabîşen li gundê Tetergazî yê Milazgir a Mûşê di encama operasyona leşkerî de hate binçavkirin û di 30’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
 
LI RIHAYÊ 23 KES HATIN GIRTIN
 
27’ê Adarê: Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Alîkariya fînansê dane rêxistinê” û “Di saziya cemaweriyê de sextekarî” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hevşaredara navçeyê ya berê Hulya Demîr, Hevserokê HDP’a Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, Hevseroka DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin. Di 31’ê adarê de sewqî edliyeyê hatin kirin û tevahiya wan hatin girtin. 
 
3’yê Nîsanê: Endamên Meclisa Ciwanan û xebatkara Komara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz jî di nav de li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin. Di 6’ê nîsanê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 15 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û rêveberê Rêxistina HDP’a Esenyurtê Sedat Ugraş hate girtin. 
 
4’ê Nîsanê: Li navçeyên Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê bi îdiaya parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin. Şukriye Gokturk, Serhat Senor û Botan Sariboga piştî îfadeya li emniyetê, di 5’ê nîsanê de hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de 8 jê zarok bi giştî 15 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 8 jê piştî îfadeyên li emniyetê û 7 jî piştî jêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan.  
 
14’ê nîsanê: Li navçeya Gever a Colemêrgê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de 15 ciwan bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û Muqavemeta li dijî xebatkarê cemaweriyê” hati binçavkirin. Tevahiya ciwanan piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan. 
 
18’ê Nîsanê: Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û welatê bi navê Agît Malgaz li pêşiya malên xwe ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Kutlu û Malgaz piştî karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê, rojek piştre hatin berdan. 
 
LÎSTEYA BINÇAVKIRINÊ YA 216 KESAN
 
25’ê Nîsanê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Sulhê ya Amedê ya ji bo 216 kesan de, 145 kes hatin binçavkirin. Ji 145 kesên hatin binçavkirin Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Mehmet Şah Oruç, Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût û gelek parêzer û siyasetmedar jî di nav de bi giştî 51 kes hatin girtin û 94 kes hatin berdan. 
 
26’ê Nîsanê: Di encama serdegirtinên li navenda Tekîrdag û navçeyên Çorlu û Çerkezkoyê de 4 kes hatin binçavkirin. Nûrsefa Yarar, Sercan Gunduz, Firat Siyah û Metîn Yegîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez jî li Stenbolê hate binçavkirin û bi heman îdiayê hate girtin. Leşkeran li gundên Bana Zergûza û Xirabetuwa yên navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de keyayên her du gundan jî di nav de bi giştî 20 kes hatin binçavkirin. Her 20 gundî di 3’yê gulanê de piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan. 
 
27’ê Nîsanê: Piştî mitînga Partiya Çepên Kesk a di 14’ê gulanê de li Mûşê li dar xistî, 10 ciwan û rêveberên partiyê ji hêla polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 8 jê piştî îfadeyan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ciwanên bi navên Abedîn Kizilsoy û Agît Aydemîr jî bi îdiaya “Ji bo ku karê xebatkaran pê nedin kirin li ber xwe dane” hatin girtin. 
 
ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
29’ê Nîsanê: Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê 49 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyona binçavkirinê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de bi giştî 5 kes di 3’yê gulanê de hatin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hatin berdan. 
 
30’ê Nîsanê: Di encama operasyonên binçavkirinê yên li dijî ESP, SGDF û ETHA’yê yên li Stenbol û Eskîşehîrê de 23 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî di 3’yê gulanê de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji binçavkiriyan namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun, Hevserokê Giştî yê ESP’Ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û endamên ESP’ê Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan û Selvînaz Goçmez hatin girtin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Burcu Yildiz û Meryem Yildirim jî di nav de bi giştî 14 kes jî bi şertê hefsa malê û kontrola edlî hatin berdan. 
 
BINÇAVKIRIN DIDOMIN
 
2’yê Gulanê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku ji bo 39 kesan biryara girtinê daye, ji endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP û Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk herî kêm 32 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. 
 
3’yê Gulanê: Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li taxên Nûr, Barbaros û Cumhuriyetê yên Silopiyayê de bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navên Mehmet D., Ridvan D., Ozcan K., Umut O. û gelek kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 
 
4’ê Gulanê: Hevserokê HDP’a Gebzeyê Omer Yildiz ku li navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate binçavkirin, endamên partiyê Kasim Çaglar, Mahmut Çalikic, Mehmet Goktaş û Ugur Gezer bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
4’ê Gulanê: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de ji 5 parêzerên ji bo îfadedayînê çûn edliyeyê Şerzan Yelboga hate girtin. Bi vê yekê re hejmara parêzerên hatin girtin derket 4 kesan. 
 
4’ê Gulanê: Di dema xebatên hilbijartinê yên li Edeneyê de 14 ciwanên Partiya Çepên Kesk hatin derbkirin û binçavkirin. Her 14 ciwan jî piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

05/05/2023
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin