'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamager Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li Şengalê PDK bi ser navê dîn dixwaze aloziyê derxîneû got: "PDK, ev pêngav li dijî pergala netewa demokratîk daye destpêkirin. Lê belê divê hemû pêkhatên Şengalê zanibin ku ev ne tenê li dijî civaka êzidî ye, li dijî jiyana bi hev re  ya gelan e jî." 

Di 27’ê Nîsanê de Asayîşa Giştî ya Iraqê û Artêşa Federal a Iraqê biryar dabûn ku beriya fermanê 30 malbatên ereb ên sunî bişînin Şengalê. Lê belê hat hînkirin ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş biribûn ser Şengalê, hin ji van malbatan zirareke gelek mezin dabûn civaka êzidî û van kesan di dema fermanê de alikariya çeteyên DAIŞ'ê. 
 
Iraqê beriya niha gelek caran hewl dabû ku van malbatan bişîne Şengalê, lê piştî ku rastî bertekên civaka êzidî hatin, vegera wan hat sekinandin. Dema ku ev plan bi ser neket, vê carê PDK'ê bi hevkariya Tirkiyeyê serî li hin planên cuda dan û çapemeniya PDK’ê dest bi nûçeyên provokatîf kir ku êzidiyan Mizgefta Rehman şewitandiye. Piştî vê nûçeya provakatîf bi çend saetan, şangaliyan ev îdia red kirin û derket holê ku ew dîmen di sala 2016’an de hatiye girtin û ev mizgeft jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye şewitandin. 
 
Li ser herêmê planên PDK'ê û provakasyonên wê didomin. Lê piştî hevdîtina PDK'ê ya bi HUDA-PAR'ê re êrîşeke bi vî rengî balkêş bû. Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê  ji nêz ve dişopîne, der barê mijarê de û planên PDK'ê yên li ser herêmê ji Ajansa Mezopotayayê (MA) re axivî.
 
Îbrahîm Êzidî
 
'PLANÊN WAN TÊN PÛÇKIRIN'
 
Rojnameger Êzidî bi lêv kir ku PDK dixwaze ku jiyana hevpar a li ser esasê neteweya demokratîk a li Şengalê ji holê rake û wiha axivî: "Beriya fermanê jî civaka êzidî bi tu awayî ji van planan xelas nebûye. Provakasyonên PDK'ê jî di van demên dawî de li ser Şengalê hin zêdetir bûne. Ji ber ku nikarin planên xwe pêk bînin û mudexeleyî Şengalê bikin dixwazin bi şêwazên cuda di nava pêkhateyên Şengalê de pirsgirêkan derxînin. Ev demeke dirêj bû ku li Şengalê bêdengiyek hebû û li ser vê bêdengiyê gelek şîrove jî dihatin kirin."
 
Êzidî wiha domand: "Lê bi lidarxistina konferansa hêzên ewlekariya hûndirin a Asayişa Êzîdxanê, her wiha 5'emîn kongreya meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û komxebata ku pêşengiya TAJÊ hat lidarxistin. Pergala netewa demokratîk a ku civaka êzidî xwe li ser birêxistin dike û rengê xwe tê de dide xuyakirin, bi 5'emîn kongreya Xweseriya Şengalê ew hêz û îradeya civaka Êzidî ku deskeftiyên civaka êzidî bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin îradeya civaka êzidî careke din derket holê. Di vê kongreyê de peyamên girîng hebûn. Ev kongre hem ji Şengalê re û hem ji deşta Nînova û bi giştî jî Iraqê re girîng bû. Ji ber ku cara yekemîn e ku di bin sîwana pergala Netewa Demokratîk de ku birêz Ocalan di nava Rojhilata Navîn û cîhanê de ew pêş xistiye. Ev cara yekemîn e ku li Iraqê bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Şengalê pergala neteweya demokratîk tê birêvebirin ku hemû pêkhat bi hev re bi vê pergalê jiyan dikin û xwe bi rê ve dibin. Li vir hemû rengên civakê û pêkhatên civakê bi hev re dijin. Di vê kongreyê de ew hêz û jiyana bi hev re a li Şengalê careke din derket holê. Me texmîn dikir ku piştî vê kongreyê û van peyamên girîng dê li Şengalê hin provakasyon rû bidin. Me dizanibû ku ev provakasyon bi taybetî dê ji aliyê PDK'ê ve û dewleta tirk a dagirker ve bên meşandin û bikevin meriyetê. Ev provakasyon berdewam in. Ev plan bi veşartî tên kirin. Lê hin caran jî bêyî îradeya van hêzên dagirker ev tiştê ku armanc dikin diteqe. Ev plan çawa diteqin, gel pêdihese û wan pûç dike."
 
JIYANA BI HEV RE
 
Rojnameger Êzidî diyar kir ku PDK bi provakasyonên bi vî rengî dixwaze civaka êzidî weke neyarê civakan nîşan bide û wiha domand: "Vegera van kesên destê wan di xwîna civaka êzidî de heye, planeke beriya niha ye ku amadekariyên wê hatine kirin. Ev ji aliyên hin kesên ku dibêjin ewlekariya niştimanî a Iraqê û hêzên artêşa Iraqê û bi giştî jî ji aliyê hin kesên di nava wan de bi PDK'ê û her wisa bi dewleta tirk a dagirker re hevgirtineke wan heye, tên kirin. Ev plan beriya niha hatibû amadekirin. Civaka êzidî ne li dijî vegera êzidiyan e. Şia be, sunnî be, tirkmen be hemû pêkhatên Şengalê dikarin vegerin Şengalê. Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêşengiya vegeran dike û daxwaz dike ku hemû pêkhatên Şengalê vegerin ser axa xwe. Kîjan pêkhate vegere Şengalê Meclîsa Xweser a Şengalê hewl dide ku wan pêkhatan li derdora xwe kom bike û tifaqa wan çêbike. Bi salane pêşengî ji vê re tê kirin. Lê belê destê kê di xwîna civaka êzidî de hebe û bibe hevkarê DAIŞ'ê dê cihê wan li Şengalê tune be. Em bawer dikin ku hemû pêkhatên Şengalê jî li dijî vê ne. Ne tenê çeteyên DAIŞ'ê di nava êzidiyan de jî bi destê PDK'ê û MÎT'ê xayin hatin çêkirin. Ew ciwanên ku qels bûn û hatine xapandin. Rast e, navê êzidiyan li ser van heye lê ev kes ji aliyê asayişa ewlekariya Şengalê ve hatin girtin. Civaka êzidî li dijî xiyanetkarên ku bûne hevalên DAIŞ'ê û piştre vegerin. Li Şengalê jiyana bi hev re berdewam e. Ereb, şîa û êzidî li vir bi hev re dijin."
 
'BI RÊYA OLÊ PROVAKASYONAN DIKE'
 
Îbrahîm Êzidî got ku PDK bi navê olê dixwaze ku li Şengalê pêşiya aloziyan veke û ev tişt anîn ziman: "Helwesta xelkê Şengalê ya li dijî van planan aşkere ye. Pêkhatên Şengalê hişyar bûn û pêşî li vê provakasyonê girtin. Ev plana wan nîvco ma. Heger ku xelkê Şengalê bi vê helwestê nêzik bibe dê rê nedin ku tu xayin vegerin vê derê. PDK niha ne tenê Şengalê, li Başûrê Kurdistanê jî xwe li ser du xalan ser piyan digire. Xeta yekemîn bi rêya olî xwe li ser pêyan digire, ya ditir jî bi îşkenceyê û çavtirsandina civakê xwe li ser pêyan digire. Ev rê hilbijartin e û dixwazin ku desthilatdariya xwe li ser van esasan mayinde bikin. Ji ber wê jî çawa ev provakasyona wan li Şengalê hat teşhîrkirin, xwestin vê carê bi rêya meleyên xwe mezin bikin û vegera van malbatên DAIŞ'î jî bi vî rengî vekin. Mirov dikare vê pêngava PDK'ê ya bi riya meleyan û dezgehên xwe yên ragihandinê daye destpêkirin li dijî pergala netewa demokratîke, li dijî pergala jiyana bi hevre jiyankirine. "
 
'PDK DIXWAZE TEVLÎHEVIYAN DERBIXÎNE'
 
Êzidî, di berdewama axaftina xwe de got ku li dijî êrişan helwesta pêkhatên Şengalê ya hevpar girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK'ê li dijî pergala netewa demokratîk ev hemleye daye destpêkirin. Lê belê divê hemû pêkhateyên Şengalê zanibin ku ev hemleya ku hatiye destpêkirin ne tenê li dijî civaka êzidî ye, li dijî jiyana bi hev re ya gelan e jî. Li dijî wê pergala netewa demokratîk a rêxistinkirî hatiye destpêkirin. Lê civaka êzidî di wê baweriyê de ye ku başûrê Kurdistanê jî êdî van polîtîkayên PDK'ê dizane. Hevkariya wan a bi dewleta tirk re dizanin. PDK dixwaze ku li herêmê tevliheviyan derbixîne. Ew kesê ku êrîşî li vê jiyana bihevre dike dê bê bersiv nemîne. Kengî êrîşên bi vî rengî çêbibe gel fêr dibe ku li Şengalê gavên girîng hatine avêtin. Êdî tu tişt dest wan nayê û ji ber wê jî serî li provakasyonan didin. Lê ev hêz li vir teşhîr bûne û nepêkaneye ku bigihijîn armanca xwe." 
 

Sernavên din

03/05/2023
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin