'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'

  • rojane
  • 18:43 30 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, ji Amedê heta Dersimê û ji Çewligê heta Xarpêtê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Welatiyên ku bi coşeke mezin namzetan pêşwazî dikin gotin: "Armanca me diyar e, dengek ji Partiya Çepên Kesk û dengek jî ji KIliçdaroglû re." 
 
Partiya Çepên Kesk, ji Amedê heta Dersimê, ji ÇEwligê heya Xarpêtê kuçe bi kuçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. 
 
Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Samet Menguç û Hevseroka Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) Hasîbe Yazdik, li navçeya Farqînê serdana dikandaran kirin û hevdîtin bi gel re kirin. Çendî şilî bû jî namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir namzetan û welatiyan bi hev re govend gerandin. 
 
DAYIKAN EW BI DUAYAN BI RÊ KIRIN
 
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren li Taxa Kûzûcûk a Peyasê, bi dayikekê re sohbet kir. Piştî ku dayikê bibîr xist ku li vê erdnîgariyê ermenî di kendalan de hatine avêtin û qetilkirin, Eren got: "Ermeniyan ji kendalan avêtin û kuştin. Niha jî dixwazin kurdan bikujin. Lê wê nikaribin bikin. Dixwazin me bitepisînin, lê wê bi ser nekevin. Sed sal in hewl didin me qir bikin, lê piştî vê saetê wê nikaribin bikin." 
 
Dayikê jî bi vê gotinê namzetê bi rê kirin: "Barekî giran li ser milê we ye. Xwedê quwetê bide we." 
 
HEZROYÊ BI COŞ NAMZET PÊŞWAZÎKIRIN
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, li taxên ORmankaya û Yazgiyê yên navçeya Hezroyê bi gel re civiyan. Jinên ku li qadê di destên wan de alayên Partiya Çepên Kesk, namzetên parlementeriyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. 
 
'EM DIXWAZIN JI AKP'Ê XELAS BIBIN'
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn gundên Dewa Jêrîn, Dewa Mûmîn, Gundê Şeban, Korman û Çirisê yên Çewligê. Gundiyan bi coşeke mezin namzet pêşwazî kirin. Namzetan li vir bi gundiyan re sohbet kir û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Şêniyên gundan jî gotin ku ew dixwazin rojek berî rojekê ji desthilata AKP-MHP'ê xelas bibin. 
 
DERSIM: ARAMNAC DIYAR E, DENG JI BI PARTIYA ÇEPÊN KESK
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû, tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û endamên partiyê serdana gundên Kanik, Xosor, Sorpiyan, Pûleçayir û Karmezê kir. Kordû li gundan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Di serdanan de welatiyekî got: "Cihê me ji roja roj de diyar e. Em ê bi ser bikevin. Li cîhanê tenê ew bimînin jî em dengê xwe nadin wan. Armanca me diyar e, dengekî me ji Partiya Çepên Kesk û dengekî me jî ji Kiliçdaroglû re ye. Em dixwazin ji vê zilmê xelas bibin. Bi hêviya ku em di 15'ê Gulanê de we li meclisê bibînin." 
 
XARPÊT
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Yazlikonakê ya Xarpêtê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Li ber buroyê li ber def û zirneyê govend hat gerandin. Axaftina namzetan tim bi dirûşmeyên wekî" Jin, jiyan, azadî" hat birîn. 
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Sûltan Yarayê anî ziman ku li çar aliyê cîhanê jin li dor dirûşmeya "jin, jiyan, azadî"yê kom bûne û got: "Îro tenê ne jinên kurd, hemû jinên cîhanê vê dirûşmeyê berz dikin. Ev ne gotinên wiha ji rêzê ne. Ew jî yeqîniyê bi hêz û têkoşîna jina kurd tînin. Jinên kurd li hemû qadan pêşengiyê dikin. Em ê di 15'ê gulanê de li van qadan govenda serketinê bigerînin." 
 
Namzet Nûrşat Yeşîl jî destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi hev re desthilatê AKP'ê bişînin. Namzet Şacaş Erdogan jî got: "Her gaveke me ji bo vekirina deriyên zindanan e." 
 
PIştî vekirina buroyê serdana bajarokên Yûtrbaşi û Mollakendiyê hat kirin. 

Sernavên din

01/05/2023
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin