Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek

img
ENQERE - Elewiyên ku rastî polîtîkayên pişaftinê tên, bang li her kesî kirin ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de yekitiya xwe ava bikin. 
 
Ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê 24 roj man û xebatên hilbijartinê yên partiyan jî bênavber didomin. Yek ji girseya sereke ya ku partiyên siyasî bang lê dikin jî elewî ne. Elewiyan got ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku elewî ji sala 2009’an ve heta niha bi sozên vala tên mijûlkirin û wiha got: “Piştî ku di sala 2018’an de pergala serokkomariyê hate avakirin, îktîdara yekzilamî qadên jiyanê yên elewiyan hîn bêhtir teng kir. Di sala 2022’yan de jî Wezareta Çandê bêyî rizaya elewiyan Maseya Elewiyan ava kir. Elewî; hemwelatiya azad û azadiya ol û baweriyan dixwazin. Ji bo vê jî xebatan dikin. Me li dijî Maseya Elewiyan, li pêşiya meclisê daxuyanî da û li Stenbolê komxebat li dar xist. Em tu tiştekî îktîdara siyasî li me ferz dike qebûl nakin. Îktîdara ku nekarî elewiyan li gel xwe bigire, êdî pîrên bi pereyan dixebitin û xebatkar girtin. Walîtî û qeymeqamtî li me jî geriyan. Me jî jê re got; ‘weke DAD’ê em tu daxwazên we qebûl nakin.’ Em, cemxaneyên xwe bi bexşên tên kirin ava dikin, fînanse dikin û li ser pêyan digirin. Niha jî hewl didin bi mûçe, pasaportên gewr û hwd. hewl didin li cem xwe bigirin. Ji dîrokê ve hewl dan bi darvekirin, serjêkirin û kuştinê elewiyan tune bikin û niha jî dixwazin elewiyên dişibin xwe çêbikin.” 
 
ELEWÎ Û RÊYA 3’YEMÎN
 
Karabudak, da zanîn ku tifaqên Cumhur û Milet ji bo kesên rastî cihêkariyê tên tiştekî nabêjin û wiha pê de çû: “Tenê dibêjin em dikarin ji yên din baştir birêve bibin. Elewî jî vê rewşê baş dişopînin û ne bawerim biçin cihê ku xwe li wir nebînin. Her wiha bloqeke sêyemîn heye ku kesên mazlum, çepgir, sosyalîst, welatparêz tê de cih digirin. Dê tercîha elewiyan jî bibe bloqa sêyemîn û li gel partiya ku daxwazên wan di bernameya xwe de bi cih kirine cih bigirin. Em di sihbetên xwe de dibînin ku mirov vê jidil dibînin. Lê ferqa yên din ji hev nîne. Tenê di demên hilbijartinê de sozan didin ku tu carî pê nakin. Daxwaza elewiyan hemwelatiya wekhev, makeqanûneke demokratîk, azadiya baweriyan, reformekirina diyanetê, statûya cemaxaneyan û perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Dê elewî vê rewşê bişopînin. Yên ku van sozan didin, dê elewî li cem wan bin. Heke îktîdar vê bike, ji xwe dê pirsgirêk çareser bibe. Ne tenê elewî lê dê her kesên rastî cihêkariyê tên di bloqa 3’yemîn de cih bigirin.”
 
‘WERIN EM DI 14’Ê GULANÊ DE DERSEKÊ BIDIN ÎKTÎDARÊ’
 
Huseyîn Yildiz jî got ku divê elewî di bin heman sîwanê de xwe birêxistin bikin û ev tişt anî ziman: “Li rexekî CHP û li rexa din jî AKP heye. Her wiha bandora Partiya Îyî heye. Tehemûla me nema ye. Li hêla din jî Partiya Çepên Kesk heye. Divê em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Îktîdareke ku dibêje; ‘cemxane cihê cimbişê’ heye û heqaretê li me dike. Divê em xwe li dijî wê birêxistin bikin û di 14’ê Gulanê de dersekî bidin wê. Gel, tenê di Partiya Çepên Kesk de dikarin xwe xwe îfade bikin. Azadiya jinan, azadiya gelan di Partiya Çepên Kesk de heye. Divê ev têkoşîn bi hev re were dayîn. Li dijî vê îktîdara zordest, divê elewî, jin, roman û gel bibin yek. Êdî roja wê derbas dibe. Bêyî ku em bibêjin elewî, ermen, sunî û hwd. divê em tevek weke welatparêzan bi hev re tevbigerin û di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

20/04/2023
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin