Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin

  • rojane
  • 12:37 17 Nîsan 2023
  • |
RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Siwêregê axivî û diyar kir ku ew ê piştî cejnê wê eşkere bikin ku dê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriya kî bikin. 
 
Partiya Çepên Kesk li taxa Bahûş ya li navçeya Siwêrega Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan Riha'nın buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê tev li vekirina buroyê bûn. 
 
'FELAKETA MEZIN AKP YE’ 
 
Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce ewilî axivî û destnîşan kir ku felaket û xezeba herî mezin îktidara AKP’ê ye ku her tiştî tîne serê gel û banga xebatê li welatiyan kir û xwest mal bi mal xebat bê kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku vekirina buroyên wan vediguherin mitîngan û ji mitîngên partiyên din xurttir derbas dibe û got: “Vekirina buroyên me ji mitîngên wan girseyîtir in. Ew li eywanên vala diaxivin. Me dît ku namzetê AKP’ê yê rêza yekemîn Wezîrê Dadê çawa ji eywana vala re daixivî. Ev hê lê lê, lo lo maye. Ev destpêk e. Wê ne tenê ji eywanên vala re wê biçin ser sergoyê dîrokê.” 
 
‘DI NAVBERA AŞTÎ Û ŞER DE WÊ TERCÎH BÊ KIRIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku hilbijartina 14’ê Gulanê gelek girîng û dîrokî ye û wiha axivî: “Wê ev hilbijartin çarenûsa vî welatî biguherîne. Wê hem serokkomar hem jî endamên parlamentoyê bên bijartin. Wê ji bo guhertina welat ray bên mohrkirin. Wê tercîha demokrasiyê bê kirin, wê tercîha destpêkek nû bê kirin. Wê di navbera aştî û şer de û di navbera faşîzm û demokrasiyê de tercîh were kirin. 21 sal in AKP’ê her cure neheqiyê li xelkê kir. Îro girtîgeh bi siyasetmedaran, rojnamevanan, hevşaredaran, akademîsyenan tije kirine. Em ê di 14’ê Gulanê de li hesabên van bipirsin. Li vî welatî têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê heye. Riha di dîroka xwe de mazûvaniya têkoşînek girîng a edaletê kir û dike. Emîne Şenyaşar tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya dinyayê dengê xwe da bihîstin. Em li cem dayika Emîne bûn û em ê her li cem wê bin. Em ê li dijî Wezîrê Dadê, têkoşîna dayika Emîne bijêrin.”
 
'EM Ê BI WE BIDIN WINDAKIRIN’ 
 
Bûldan diyar kir ku AKP-MHP li dijî edalet, hiqûq, demokrasî, aştî ye û wiha got: “Di serî de jî dijminatiya gelê kurd dikin. Gelê kurd înkar dikin. Zimanê gelê kurd qedexe dikin. 21 sal in bi heman zîhniyetê dixwazin welat bi rê ve bibin. Niha jî Erdogan di mitîngên xwe de înkar û dijminatiya ziman û dîroka kurdan dike. Dibêje, ‘hûn çiqas kurd bin em jî ewqas tirk in’. Rast e em kurd in. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Em li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur û dinyayê kurd in. Em ê bi we bidin windakirin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi we bidin nîşandan ku kurd çawa bi we didin windakirin.” 
 
'GELÊ ME TIŞTEK WE JI BÎRA NEKIRIYE’ 
 
Bûldan bal kişand ser dozên kompasê yên girtina HDP’ê û Doza Kobanê û wiha dewam kir: “Di Doza Kobanê de tevî ku sûcên hevalên me tune ne jî ji wan re cezayên muebedê hat xwestin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê ji we bipirsin. Gelên Tirkiyeyê ji alîgir û şirîkên we mezintir in. Şirîkatiyek wisa kirin bi kujerên salên 90’î ku bi torosên spî mirovan dikuştin re li hev kirin. Lê gelê me ne salên 90’î ne jî kujeran û ne jî pratika AKP’ê ya 21 salan ji bîr dike. Ji ber vê yekê wê tercîha me Partiya Çepên Kesk be.” 
 
‘RIHA WÊ DÎROK BINIVISÎNE’ 
 
Bûldan da zanîn ku wan îktidarê dixwest gelan bêalternatîf bihêle û got: “Heke lîstikên we qirêj hebin ên me jî alternatîf û pêngavên me hene. Em ê di hilbijartinê de du rayan mohr bikin. Rayek me ji bo hilbijartina parlamenteriyê em ê bidin Partiya Çepên Kesk. Rayek xwe din jî em ê bidin serokkomariyê. Em ê piştigiriya xwe ya ji bo serokkomariyê piştî cejna Remezanê eşkere bikin. Em ê di mitîngên xwe de viya bêjin. Jixwe hûn viya baş dizanin. Em dixwazin hûn bi biryardarî û îradeya xwe dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ji we li bendê ne ku hûn ji Rihayê 8 parlamenteran bişînin Meclisê. Ji bo ku Riha dîrokek nû binivisîne divê em bi şev û roj bixebitin. Em mal bi mal bigerin. Wê Riha dîrok binivisîne.” 
 
Piştî axaftinan kurdelay buroya hilbijartinê hat birîn û vekirina wê pêk hat. 
 
Bûldan û şandeya li gel wê ji bo beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bibin, derbasî navçeya Cûrneyê Reş a Rihayê bûn. 

Sernavên din

18/04/2023
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin