Jin bi israr in: Em ê biguherînin

  • rojane
  • 09:01 17 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Endama Meclisa HDP’ê Aylîn Hacaloglû diyar kir ku di lîsteyên hilbijartinê de herî zêde Partiya Çepên kesk cih daye jinan û wiha got: “Jin wê vê sedsalê biguherînin. Bi jinan re em ê aştiyeke bi rûmet û perspektîfa demokratîk, wekhev û azadîparêz ku em jê re dibêjin 'rêya sêyemîn' ava bikin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk tev li hilbijartinên 14’ê Gulanê dibin. Partiya Çepên Kesk ku di 2’yê nîsanê de bi dirûşma “Em li vir in bi jinan re em ê biguherînin” Danezana Hilbijartinê ya Jinan ji raya giştî re ragihand bû partiya ku herî zêde namzetên jin nîşan dan. Ji 600 namzetên Partiya Çepên Kesk 264 ji jinan pêk tê. 
 
Em bi endama Meclisa HDP'ê Aylîn Hacaloglu re li ser manîfestoya hilbijartinê ya soz dide ku li dijî newekheviya zayendî, tundiyê û polîtîkayên serdestiya mêr bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin axivîn. 
 
Aylîn Hacaloglû
 
LI MECLÎSA TEMSÎLIYETA WEKHEV
 
Hacaloglû, diyar kir ku ji 600 namzetên Partiya Çepên Kesk 264 jê jin in û anî ziman ku Stenbol, Enqere û Amed jî di nav de jin li 30 bajaran de di rêza yekemîn de cih digirin. Hacaloglû, bi lêv kir ku wê bi temsîliyeta wekhev mohra xwe li Meclisê bixin û wiha got: “Di vê pêvajoyê di dema Destûra Bingehîn a nû tê amadekirin de girîng e ku em bi biryarên xwe pêvajoyeke demokratîk, wekhev û azad bidin destpêkirin û li meclisê bin. Dîsa divê em li meclisê bin ku mijarên wekî parastina qanûna bi hejmara 6284’an ku bandorê li ser jiyana hemû jinan dike û pêkanîna Peymana Stenbolê bi perspektîfa jinan li Meclisê bê pêkanîn.”
 
ARMANC JI SEDÎ 40 E
 
Bi domdarî Hacaloglû da zanîn ku armanca wan ew e ku ji sedî 40 namzetên jin bişînin meclisê û wiha berdewam kir: “Em ê rêjeyeke zêde ya jinan bişînin meclisê. Dema em li Tifaqa Cûmhûr, Tifaqa Milet û partiyên din dinêrin, ji 600 parlamenteran 100 jin in û gelek ji wan jî ji cihên ku nayên hilbijartin hatine nîşandan. Em partiyeke ku bawerî bi nûnertiya wekhev tînin in. Em pergala hevserokatiyê weke ‘xeta mor’ dibînin û di vê mijarê de tu tawîzan nadin.”
 
MAF DI TEPSIYÊ DE NEHATIN DAYÎN 
 
Di berdewamê de Hacaloglû destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan bi awayekî xurt xwe ji hilbijartinê re amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne tesadûfeke ku wisa be. Ji ber ku hêmana bingehîn a polîtîkayên me jin in. Jin her tim li partiya me xwediyê maf in û di ev qad bi têkoşînên mezin hate qezenckirin. Dema em li dîroka têkoşîna jinan dinêrin tu tişt bi tepsiyê nehatiye dayîn. Kirdebûna jinê ya di nav jiyanê de ji bo têkoşîneke birêxistinkirî gelek girîng e.”
 
DESTPÊKEKE NÛ
 
Hacaloglû, anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê weke destpêka pêvajoyeke nû dibînin û wiha pê de çû: “Di sedsala nû ya piştî 2023’yan de jin wê di diyarkirina xeta nû ya pêvajoya komarê de roleke mezin bilîzin. Hikûmeteke ku dixwaze hemû destkeftiyên jinan têk bibe heye. Em dixwazin van destketiyan bi pêş ve bibin. Dema em vê yekê dikin em bi sazî û rêxistinên jinan, saziyên sivîl ên civakî re tên cem hev û van xebatan bi hev re dimeşînin.”
 
XETEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ 
 
Hacaloglû bi lêv kir ku divê li dijî tundiya li dijî jinê xeteke nû ya têkoşînê were avakirin û ev tişt anî ziman: "Em difikirin ku li meclisê pêvajoyeke demokrasiyeke xurt, wekhevîparêz û azadîparêz girîng e. Di vê wateyê de têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî gelekî girîng e. Jin wê vê sedsalê biguherînin. Li Îranê, li Afxanistanê, li gelek deverên cîhanê li dijî pergala serdestiya zilam serhildanek heye ku dibêje 'em serî natewînin'. Ji ber vê yekê, li aliyê din em ê di polîtîkaya xwe ya derve de bi jinan re di nava ahengiyê de bibin yek û pêvajoyên tevgeriyanê baştir bikin.”
 
ÇIMA WEZARETA JIN?
 
Hacaloglû, diyar kir ku jin li cîhanê û li Tirkiyeyê rastî tundî, cihekarî û kedxwariyê tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di hemû qadên jiyanê de dibêjin 'jin û mêr wekhev in û divê azad bibin'. Lê belê di pratîkê de em dibînin ku bandorê li jiyana me nake. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê bi lezgînî Wezareta Jinê bê avakirin. Pirsgirêka jinê ne meseleyeke ku bi hiştina ji mêr re bê çareserkirin e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê jin karibin înîsiyatîfê bigirin û çareseriyê hilberînin. Profîleke me ya namzetan a rengîn heye. Elewî, sunî, mutedeyyîn, akademîsyenên ji bo aştiyê, femînîst di lîsteyê de cih digirin. Em bi hev re pir rengîn û bi keyf in. Bi jinan re em ê di rêveberiyên herêmî de bi nêrîna ekolojîk û jinê em ê meclisekê ava bikin. Bi jinan re em ê aştiyeke bi rûmet û perspektîfa demokratîk, wekhev û azadîparêz ku em jê re dibêjin 'rêya sêyemîn' ava bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal 
 

Sernavên din

18/04/2023
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin