Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin

  • rojane
  • 14:10 13 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzeran di Doza Kobanê de diyar kirin ku şandeya dadgehê bi biryara 67’an a DMME’yê nekiriye û jê re wiha gotin: “Hûn sûc dikin.” 
 
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, endamên MYK û PM’ê yên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn. 
 
Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
JI BO DOZA SIYASΠPARASTINA SIYASΠ
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axivî. Parmaksiz, anî ziman ku tevgera kurd ji bo avakirina pêşerojê, bi civakên Tirkiyeyê re di nava hewldanan de ye. Şandeya dadgehê bi hinceta ku di parastina Parmaksiz de axaftinên têkildarî dozê tune ne, parastina wî qut kir û mîkrofon girt. Parmaksiz jî bertek nîşan da û wiha got: “Ez helwesta we rast nabînim. Hûn mafê min ê parastinê asteng dikin.” Li ser vê yekê mîkrofona wî dîsa hate vekirin û Parmaksiz wiha domand: “Min di axaftina xwe ya di 28’ê kanûnê de gotibû ku dê parastinê nekim. Parastina min nîvco mabû. We mafê min ê parastinê asteng kir.” 
 
Parêzera Parmaksiz, Rûken Gulagaci jî got ku ew helwesta dadgehê qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Miwekîlên ku duh axivîn qala erdhejê kirin. Ev dozeke siyasî ye. Aliyê vê dozê, Fahrettîn Altûn e. Ji ber ku Altûn got; ‘dê bên darizandin û ceza lê were birîn.’ Ji wê rojê heta niha ev dosya, bû dozeke siyasî. Parastina Bulent beg nîvco mabû. Diviya parastina xwe bidomanda. Em vê helwesta we qebûl nakin. Em dixwazin ku miwekîlê min dîsa parastina xwe bidomîne. Hemû mijarê siyasî, însanî û wijdanî mijarên vê dosyayê ne. Ev bû 7 sal em li pey vê dosyayê ne. Mîna helwesta we ya siyasî dê gotinên miwekîlê me jî siyasî bin.” 
 
‘GELO MA MAFÊ BERSIVDAYÎNA TAWANBARIYÊN SIYASÎ TUNE YE?’
 
Parêzer Arîf Alî Cangi jî got ku ew qutkirina parastina Parmaksiz qebûl nakin. Serokê dadgehê bi heman hincetê axaftina Cangi jî birî. Cangi, ev tişt anî ziman: “Hûn li vê derê ji parastineke siyasî aciz dibin. Lê ev siyasetmedarên li vir tên darizandin, ji ber xebatên xwe yên siyasî tên darizandin. Lewma jî fikrên xwe yên siyasî tînin ziman. Li derve xebateke siyasî heye ku ew pê tên sûcdarkirin. Gelo ma mafê bersivdayîna tawanbariyên siyasî  tune ye? Dê li ku derê xwe biparêzin. Tekane deriyê vekirî ev danişînine. Heke hûn nexwazin ev tişt di van danişînan de bên nîqaşkirin, wê demê biryara berdanê bo hemû miwekîlan bidin. Bila bersûc jî li derve parastina xwe ya siyasî bikin. Dema ku hatin vê derê, bi awayekî teknîkî parastina xwe dikin. Heke îdiaya we ew be ku ev doz ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê nehatiye vekirin, wê demê hûn jî helwestekî wisa nîşan bidin. Em dixwazin ku siyasetmedar tavilê bên berdan.” 
 
BI BIRYARÊN DMME’YÊ NEHAT KIRIN
 
Parêzera Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu jî bertek nîşanî gotina şandeya dadgehê da ku digot; “ji darizandinê direvin” û ev tişt anî ziman: “Miwekîlên me yên ku hûn dibêjin ji darizandinê direvin, di sala 2014’an de li gel ku dizaniyan derheqê wan de lêpirsîn heye jî nereviyan. Hûn hêjta radibin û dibêjin ji darizandinê direvin. Em ê xwe ji çi tiştê wê paşve bidin? Mafê axaftinê bidin, em amade ne. Rewşeke reva ji parastinê tune ye. Vê nenivîsinin. Êdî em ketine rewşeke wisa ku ji bo parastinê bikin hêviyan dikin. Hûn di ewraqên tên û diçin de israr dikin. Biryara DMME’yê ya têkildarî Yuksekdag hatin vê dosyayê.  Li gorî biryara DMME’yê mimkin nîne hûn bikarin bişînin mutalaayê û vê darizandinê bidomînin. Hinek şahidên neketin ber biryarên DMME’yê hatin û we bi awayeke derusûlî li van şahidan guhdarî kir. Hikûmetê temamiya vê dosyayê pêşkeş kir. Tevî vê yekê jî hefteyek berê, di roja sêyemîn a mehê de biryar teqez bû. DMME’yê got; ‘domandina rewşa girtî, binpêkirin e.’ Gelo hûn dê kengî bersivê bidin daxwaznameyên me yên di 22’yê sibatê de? Hûn li gorî biryarên DMME’yê tevnagerin û sûc dikin. Hûn neçarin ku bi biryarên DMME’yê bikin. Ev, karê we ye. Ji sala 2020’an heta niha hûn bi biryarên DMME’yê nakin û sûc dikin. Hûn neçarin ku hemû kesên bi awayekî girtî tên darizandin berdin. Hewce nake hûn ewqas bi biryarên DMME’yê bilîzin. Hûn dibêjin qey dema we ceza da û ji DMME’yê re bir dê ji we re bibêjin ‘hûn mafdar in’ ?’ Ji ber ku biryarên DMME’yê teqez bûne, em dixwazin ku hemû girtî bên berdan.” 
 
‘EM JI BO PARASTINÊ AMADE NE LÊ HÛN AMADE NÎNIN’
 
Parêzer Rûken Gulagaci destnîşan kir ku hemû biryarên şandeya dadgehê dê di dîrokê de cih bigirin û wiha pê de çû: “Em ji bo parastinê amade ne lê hûn amade nînin. Mijara vê dosyayê Kobanê ye. Lewma dîroka wê derê vegot. Di esasê xwe de ji we re dibêje; ‘heke min siyaset kiribe sedema wê ev e.’ Lê hûn dibêjin ‘ev mijara dosyayê nîne.’ Heke daxwaza we dizîna ji emrê mirovan be, dê dirêj dirêj biaxivin û hûn jî dê guhdarî bikin. Ev mutalaaye ne mutalaayeke wisa ye ku di mehekê de pê re bigihije. Daxwaza min ew e ku di vê dosyayê de ji ewil biryara ji bo Demîrtaş û piştre jî ya Yuksekdag berçav bê girtin û hemû girtî bê tehliyekirin.” 
 
‘HETA KU LI BEŞDARAN NEYÊ GUHDARÎKIRIN NABE KU MUTALAA BÊ DAYÎN’ 
 
Parêzer Mahsunî Karaman jî têkildarî helwesta şandeya dadgehê ev tişt anî ziman: “Ev dosya, bi saîkên siyasî hatiye vekirin. Hûn ji miwekîlên me re dibêjin li gorî dosyayê tevbigerin. Lê ma di dosyayê de mijareke hiqûqî heye? Têkildarî biryareke ku DMME’yê derheqê wê de 67 caran biryar daye de hişyariyan nekin. Dadgeh bi biryarên navberê re nerazîbûnan çareser dike, red nake. Lêpirsîna 5 miwekîlên me temam nebûne. Di vê navberê de we têkildarî mutalaayê biryareke navberê dan. Hûn nikarin nêrîna Serdozgerê Komarê bigirin. Heke we li vê derê sîfetê beşdariyê dabe hezar û 500 kesan, hûn neçarin ku tevekan guhdar bikin. Hûn nikarin ji ewil ji dozger bipirsin. Hûn heta ku ji beşdaran nepirsin, nikarin mutalaayê bidin. Mutalaa jî têkildarî mafê parastinê de ye. Heke hûn di vê dosyayê de beriya mutalaayê biryarê bidin dê ev dosya bikeve. Lê heke hûn beriya li rêzê mutalaayê bixwazin, ev dosya dîsa betal dibe.” 
 
Di danişînê de heta saet 13.45’an navber hate dayîn. 
 

Sernavên din

13/04/2023
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in