Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!

img
RIHA - Li Rihayê Partiya Çepên Kesk pêşengiya pêşbaziya hilbijartinê dike. BErnameya danasîna namzetên Partiya Çepên Kesk a li Rihayê veguherî şahiyê. Her kes li Rihayê berê xwe dide Çepên Kesk û ji niha rengê xwe bi Çepên Kesk pêça ye. 
 
Partiya Çepên Kesk ku xeta siyaseta Rêya Sêymîn bi rê ve dibe, li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lez da xebatên xwe yên hilbijartina 14’ê Gulanê. Partiyê piştî ku danasîna namzetên xwe li Enqereyê kir, vê carê namzetan berê xwe da bajarên xwe ku dê lê bibin parlamenter. 
 
Bajarê Riha bajarek qedîm û di her warî de ji bo her kesî xwedî girîngiyek xwe heye. Li bakûrê Kurdistanê herî zêde parlamenter li Rihayê tên bijartin. Partiya Çepên Kesk li Rihayê dixwaze cara yekem serkeftinek dîrokî mîsoger bike û îdia dike ku wê li vir bibe partiya yekemîn. Li Rihayê kesayetên balkêş namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk in. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku bi nasnameya xwe ereb û mihelmî tê zanîn û her wiha Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re bûye remza edaletê ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Duh danasîn û hevdîtina gel a namzetên Çepên Kesk, li Rihayê bi ezamet û coş derbas bû. Namzet duh di ketina navçeya navendî ya Karakoprû de bi awayek coş û heybet hatin pêşwazîkirin û konvoya namzetan li nava bajêr geriya. Eleqe û bala xelkê ya li ser Çepên Kesk, hêza wê ya li bajêr da nîşandan û îspat kir. 
 
 
PÊŞWAZIYA LI KARWANÊ NAMZETAN
 
Bi hezaran kesên ku namzetên xwe pêşwazî kirin berê xwe dan navenda bajêr. Li pêşiya karwanê wesayîtan otobusa hilbijartinê ya Çepên Kesk ku dengê stranên hilbijartinê jê olan dida cade bi cade li nava bajêr geriya. Ji biçûkan bigire heta kal û pîran bi îşaretên serkeftinê û dilgermiya xwe nîşanî namzetan dan. Her ku karwan li nava bajêr gav bi gav geriya eleqeya xelkê zêdetir bû û gera namzetên Çepên Kesk veguherî xwepêşandana serkeftinê. 
 
 
PIŞTEVANIYA KEDKARAN 
 
Kedkarên ku tev li karwan nebû jî li ber dikanên xwe desteka xwe dan namzetan û îşaretên serkeftinê nîşandan. 
 
 
RENGÊ CIWANAN 
 
Ciwanên ku ji dibistanan derketin jî xwe avêtin pêşiya karwana namzetan û bi îşaretên serkeftinê û dilgermiya xwe rengê xwe diyar kirin. 
 
 
KAL Û PÎRAN ÎŞARETA SERKEFTINÊ NÎŞAN DAN 
 
Kal û pîrên xwe dabûn ber beroşkan û li derve bûn jî îşaretên serkeftinê nîşanî namzetan dan û dest û tiliyên xwe hejandin. 
 
 
COŞ Û PEROŞA WELATIYAN 
 
Karwanê wesayîtan gihîşt cihê şahiyê ango danasîna namzetan ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan. Wesayîtên welatiyan ku li qadê ji otobusa hilbijartinê re bûbûn asteng, welatiyan bi destê xwe wesayîtan ji şûna wan hilgirtin û rakirin. Bi hezaran kes li qadê pêşwazî li nazmetên xwe kirin û coşa xelkê hêjayî dîtinê bû. Kêliya ku namzet derketin ser otobusê û gel silav kirin coş û peroşa gel derket asta herî jor. 
 
 
‘NEMRÛDÎ Û ÎBRAHÎMÎ’ KETINE PÊŞBAZIYÊ 
 
Şahiya danasînê bi axaftina namzet û parlanterê Rihayê Omer Ocalan berdewam kir. Ocalan dema ku got, “Li aliyekî Nemrûdî bi hev re ne û li aliyekî jî Îbrahîm li gel hev in” xelkê bi çepikan piştgirî da û îşaretî şeva 14’ê Gulanê kirin. 
 
 
GERANDINA GOVENDÊ 
 
Şahî bi gerandina govendê ku bûye yek ji remzên çanda kurdî bi dawî bû. Zirnevan û defjen lê dan welatiyan govend gerand. 
 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

13/04/2023
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in