Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!

  • rojane
  • 10:23 13 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdianameya Hevserokê DFG’ê Serdar Altan de bîranîna Mûsa Anter weke “daxuyaniya rêxistinî” û daxuyaniyên têkildarî rojnamegerên girtî û yên hatine qetilkirin jî weke “delîla” sûc hatine hesibandin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin. 
 
Dozgeriyê, dosyayên derheqê Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Gulşen Koçakê de bi biryara 21’ê adarê re tefrîk kir. Her wiha Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulan jî di vê îdianameyê de cih negirtin.
 
TAWANBARIYA BERNAMEYÊ
 
Di beşa îdianameyê ya têkildarî Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan de îdiayên balkêş hene. Polîs, di bin navê “lêgerînê” de 32 rojan li avahiya Produksiyona Arîyê mabûn û Tîmên Şaxa Midûriyeta sûcên sîberê ketibûn serverên înformatîk ên dûr û daneyên dijîtal ji serverên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê daxistibûn. Di beşa tawanbarî li Altan tên kirin de ev dokumantar jî hatin bicihkirin. Di îdianameyê de weke ku ev dokumantare aydê Altan û hempîşeyên wî bin hatine nîşandan. Her wiha sûcdariya herî mezin a li Altan hatiye kirin jî bernameya “Nêrîn” e ku her hefteyê pêşkeş dike û geşedanên heftane dinirxîne. 
 
Her wiha dokumantarên pirsên Altan di bernameyê de têkildarî Newroz, êrişên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê, tecrîda Îmraliyê, geşedanên di siyasetê de, êrişên nîjadperest û bûyerên civakî ji mêvanên xwe dike û nirxandinên wî jî hatine bicihkirin. Li gel vê, her wiha dokumantarên hevpeyvînên Altan ên têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi Stêrk TV û Medya Haberê re kirin jî di îdianameyê de weke sûc hatine nîşandan. 
 
HÛRGILIYA ‘KURDISTANÊ’
 
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Altan ji TV’yên behsa xeberê ferman girtiye û li van TV’yan “propagandaya rêxistinê” kiriye. Bi taybet jî di îdianameyê de dozger li ser bernameyên di sala 2021’an de sekinî ye û gotina Altan a têkildarî Newrozê ku digot; “Gelê Amedê, gelên cîhanê, gelê Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir” bi vî awayî hatiye nirxandin: “Herêma ku di nava sînorên Mîsak-i Mîllî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê de dimînin, weke Kurdistan pênase kiriye.” 
 
Ji bo axaftina Altan ku dibêje; “Bi rastî jî ji çar aliyên Kurdistanê... Di Newroza îro de ji gelek dewletan mêvanên me hebûn” jî ev îdia hatiye kirin: “Li gorî stratejiya konfederal a PKK’ê tevgeriyaye.” 
 
BÎRANÎNA MÛSA ANTER DI DOSYAYÊ DE YE
 
Her wiha daxuyaniyên ku Altan weke hevserok tevli bûy û hevpeyvînên wî weke sûc hatine hesibandin. Axaftina Altan a di 20’ê îlona 2020’an di 28’emîn salvegera wefata zanayê kurd Mûsa Anter de kiriye jî weke “daxuyaniya çapemeniyê ya rêxistinî” hatiye nirxandin. 
 
PÎROZBAHIYA ROJA ROJNAMEGERÊN KURD
 
Di 20’ê hezîrana 2021’an de li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nûçeyeke bi ser navê “Zêdetirî 320 rojnamegeran li dijî dagirkeriyê banga yekitiya kurdan kir” hatibû weşandin û yek ji kesên daxuanî îmze kirî jî Altan bû ku ev yek weke sûc hatiye hesibandin. Her wiha daxuyaniya Altan a di 24’ê sibata 2022’yan di salvegera qetilkirina rojnameger Cengîz Altun de kiribû; axaftina Altan a di pîrozbahiya Roja Rojnamegerên Kurd a di 22’yê Nîsana 2022’yan de û hevpeyvîna Altan a di nûçeya bi ser navê “Rojnamegerên kurd: Divê PDK tavilê dev ji vê helwesta xwe berde” de ku di 14’ê nîsana 2022’yan de hatiye weşandin jî weke sûc hatin hesibandin. 
 
HEVPEYVÎNÊN WÎ YÊN TÊKILDARÎ HEMPÎŞEYÊN WÎ WEKE SÛC HATIN DÎTIN 
 
Daxuyaniyên Altan ên beriya danişînên 4 rojnamegerên ji ber nûçeya têkildarî Osman Şîban û Servet Turgut ku li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin hatibûn girtin û piştre beraet kiribûn jî weke sûc hatin nîşandan. 
 
Di berdewamiya îdianameyê de hevpeyvîna Altan a di Newroza 21’ê adara 2022’yan de bi radyoyekê re kirî jî hate bicihkirin. Hat îdiakirin ku dema Altan çavdêriyên xwe yên Newrozê vedigot, “pesnê” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye. 
 
Her wiha çendek dokumanên di dema lêgerîna mala Altan de hatin desteserkirin jî li îdianameyê hatin zêdekirin. Nîşeyên dijîtal ên têkildarî naveroka bernameyê weke sûc hatin hesibandin. 
 
Di beşa nirxandina Altan a îdianameyê de ev îdia hatiye kirin: “Xwedî bîrdoziya rêxistinê ye, di çarçoveya heman bîrdoziyê de wisa bawer dike ku divê li ser beşeke xaka Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê Kurdistan were avakirin û hewl dide çalakiyên rêxistinê rewa nîşan bide.” 
 
ŞAHIDÊ NEPEN: BERNAMEYAN ÇÊDIKE!
 
Di dosyayê de dozger cih da îfadeyên şahidê nepen "CV23TY45UP78". Şahidê nepen di îfadeyên xwe de dibêje rojnamegeran bername çêkirine û ev yek weke bingeha sûc hatiye nîşdandan. Heman şahidê nepen ji bo Altan gotiye “bername çêdikir” û ev îfade jî di îdianameyê de cih girtiye. 
 
Di beşa “Nirxandina delîlan” a îdianameyê de ji bo Altan jî heman tawanbarî hatine kirin. Di vê beşê de agahiyên têkildarî şîrketan hene, hat gotin ku Altan bernameya “Nêrîn” çê dike, di dokumaneke bi sernavê “Komîsyona Siyasî” de têkildarî bernameyê agahî hene û ev îdia hate kirin: “Propagandaya rêxistinê kiriye, tevî hiyerarşiya rêxistinê bûye, bi zanebûn û dilxwazî li gorî armancên rêxistinê tevgeriyaye.” 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

13/04/2023
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in