Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye

  • rojane
  • 16:39 12 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di îdianameya derheqê 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran hatiye amadekirin de arşîvên dîmenan ên şîrketên produksiyonan, wêne û dîmenên ji bo bernameyan li ser înternetê hatine daxistin, rojname û pirtûkên hatine “desteserkirin” û pereyê ji bo bernameyan hatiye dayîn weke sûc hatin hesibandin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di 8’e hezîrana 2022’yan de bi ser malan de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kirin. Rojnameger, 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
15 JÊ GIRTÎ BI GIŞTÎ 18 ROJNAMEGER
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Îbrahîm Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin. 
 
DOSYAYA ALAGAŞ HATE VEQETANDIN 
 
Dozgeriyê, dosyayên derheqê Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Gulşen Koçakê de bi biryara 21’ê adarê re tefrîk kir. her wiha Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulan jî di vê îdianameyê de cih negirtin. 
 
ÎDIANAME JI 6 BEŞAN PÊK TÊ
 
Îdianame ji 6 beşan pêk tê. Beşa 1’emîn a îdianameyê mîna gelek dosyayên din ji “Peymana KCK’ê û avadaniya çapemeniyê”, beşa 2’yemîn ji destpêka lêpirsînê û agahiyên têkildarî şîrketên bi ser de hatiye girtin, beşa 3’yemîn ji xebatên ajans û produksiyonê û nûçe û bernameyên ji bo aboneyan hatine weşandin, beşa 4’an ji tawanbariyên li rojnamegeran tên kirin, beşa 5’an ji nirxandina delîlan û beşa 6’an jî ji encam û daxwazan pêk tê. 
 
Di beşa 2’yemîn a îdianameyê de îfadeyên hinek şahidan ên derheqê Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de û hinek wêneyên weşanên van TV’an hatine rêzkirin û hat îdiakirin ku “têkiliya rêxistinî” ya van TV’an heye. Her wiha bernameyên rojnamegeran ên têkildarî rojevên rojane ku di TV’yan de hatine weşandin jî weke sûc hate nirxandin. 
 
ŞAHIDA NASKIRÎ: KUDAY
 
Di îdianameyê de îdiayên têkildarî TV’yên behsa xeberê tên kirin jî spartin îfadeyên Kezban Kuday ku di gelek dosyayên bi beraetê biencam bûn de weke şahid lê hatibû guhdarîkirin. Her wiha îfadeyên hinek şahidên nepen û îtîrafkaran ên derheqê TV’yan de û îfadeyên wan ên ku digotin rojnameger li şîrketên produksiyonê dixebitin jî weke bingeha tawanbariyan hate destnîşankirin. 
 
Beşa 3’yan a îdianameyê ji agahiyên têkildarî produksiyonên Pel, Piya û Arîyê yên li ser Rojnameya Ticaretê hate veqetandin ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de bi ser de hatibû girtin û heta 32 rojan jî “lêgerîn” lê hatibû kirin. Her wiha bal kişandiye ser polîtîkaya weşanê yên TV û produksiyonan û hat îdiakirin ku ji bo amadekirina bernameyên rojane yên têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferman ji rojnamegeran re hatiye şandin. Her wiha nîqaşên têkildarî montajên bernameyên nûçe û nîqaşan û têkildarî bikaranîna kaje û logoyan, pirsên di bernameyên weke Nêrîna Jinê (Kadın Bakışı) û Dengê Kolanan (Sokağın Sesi) de hatine pirsîn, axaftinên di nava herikîna bernameyê de hatine kirin jî di vê beşê de weke sûc hatin nîşandan. 
 
SEDEMA ‘LÊGERÎNA’ 32 ROJAN DERKET HOLÊ
 
Di îdianameyê de eşkere bû bê ka çima polîs di bin navê “lêgerînê” de 32 rojan li avahiya Produksiyona Arîyê bi cih bûn û nehiştin tu xebatkarên wê bikevin hundirê avahî. Gelemperiya îdianameyê ji vê beşê pêk tê û bi gotina; “Di çarçoveya lêpirsîna hejmar 2022/3879 a Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi biryara D.Kar a 2022/3415 a 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Amedê re li kargeha bi navê Produksiyona Arî Yapimê lêgerîn hatiye kirin. Tîmên Şaxa Midûriyeta sûcên sîberê di çarçoveya Xala 134’an a CMK’ê de ketine serverên înformatîk ên dûr û daneyên dijîtal ji serverên STERK TV û MEDYA HABER TV ên bûne mijara sûc û li derveyî welatin daxistine û di lêkolîna ser van daneyan e...”  re hemû dokuman weke ku yên rojnamegerên girtî û şîrketên produksyionê bin hatine nîşandan. 
 
NÎŞEYÊN DAYÎNA PEREYAN WEKE SÛC HATIN HESIBANDIN
 
Nîşeyên ku di lêgerîna li şîrketên produksiyonê de hatine desteserkirin weke “dokumanên rêxistinî” hatin nîşandan. Nîşeyên têkildarî nûçeyan ên li ser kaxizên nîşeyan a “Ji bîr nekin” jî weke sûc hate hesibandin. Di kaxizên nîşaneyan ên behsa xeberê de heqdestê ji bo bernameyan ji rojnamegeran re hatiye şandin jî weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de ji bo her sê şîrketên produksiyonê wiha hatiye gotin; “her çend ku di fermiyetê de weke şîrketên ji hev cuda xuya bikin û çavkaniya fînansê heman cih jî be, bi hev re tevdigerin.” 
 
ARŞÎVÊN DÎMENAN
 
Ajandaya bi nivîsa VELOUR a nîşeyên nûçeyan li ser ên Şîrketa Ariyê û 3 arşîvên dîmenan ên şîrketê jî weke sûc hatin nîşandan. Di heman demê de dîmenên 7’emîn Kongreya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya DBP’ê ya Amedê, mitînga BDP’ê ya Rihayê, Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a li Amedê û konferansa Kongreya Jinên Azad (KJA) a di dîroka 31’ê gulana 2013’an de jî weke sûc hatin hesibandin. Di dîmenên behsa xeberê de dirûşmên hatine berzkirin û flamayên hatine bikaranîn weke sedema sûc hatin nîşandan. Balkêşe ku di vê beşê de ji bo lênûsa biberg a KCD’ê ev îfade hatiye bikaranîn: “Dokumana bi şêweyê lênûska kongreyê.” 
 
Di heman demê de dîmenên çalakiyên PKK’ê yên li ser Stêrk Tv û Medya Haber TV’yê hatine weşandin jî li dosyayê hatin zêdekirin. Her wiha agahiyên têkildarî wêne û nasnameyên endamên HPG’ê jî di îdianameyê de cih girtin. 
 
14 ROJNAME HATINE DESTESERKIRIN!
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin di lêgerîna şîrketên produksiyonan de 14 heb rojnameyên Yenî Yaşamê û Xwebûnê “hatine desteserkirin.” Di îdianameyê de rojname hatine terorîzekirin û cih dane beyanên îtîrafkar Mustafa Yuruklu ku hemû beyanên wî bêbingeh û bêdelîl in. 
 
Hat îdiakirin ku rojname wek materyalên rêxistinî bo propaganda rêxistinê tên bikaranîn. 
 
Mînakên fatûreyên bernameyên ku Produksiyona Pelê ji bo televîzyonên li Ewropayê biriye cih digirin. Şîrket bi dozên derbarê xwediyê şirketê ku li derveyî welat dimîne û li Tirkiyeyê hatine vekirin hatiye krîmînalîzekirin. Cih dane fatûreyên ji bo 93 bernameyên cuda hatine birîn. 
 
PIRTÛKÊN HATINE DESTESERKIRIN 
 
Di îdianameyê de pirtûkên li şîrketên produksiyonê hatine destesrkirin jî wek tawanbariyê hatine dîtin. Pirtûkên ku li produksiyonên Arî û Piya hatine desteserkirin û jê re gotine “hatine desteserkirin” wiha ne: “Dilopên Rojê, Cudi’nin Avucumdaki Parçası (Li ser kuştina Yahya Menekşe hatiye nivîsandin), Mazlum, Kemal, Hayri’nin Söylemleriyle Ölüme Yatmak, Rojhat, Modernîteya Demokratîk, Evînê Roj Daye, Jineolojî, Ozgru Toplum (Civaka Azad), Albuma DÎHA’yê, Güneş Ülkesinde Diriliş Amara (M. Sat Üçlü), Tarihsel Toplum (Civaka Dîrokî), Kenazar, Nasıl Yaşamalı, Kan ve İnanç û Stêrkên Azadiyê.” 
 
Hat diyarkirin ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê dikin” derbarê pirtûk û kovarên navborî biryara komkirinê heye. 
 
Her wiha wêne û lêgerînên di komputerên hatine desteserkirin de cih digirin kirine mijara tawanê. Wêne û dîmenên ji Youtube û googleyê hatine daxistin di nava van wan dîmen û wêneyên bûne mijara sûc de cih digirin. 
 
DELÎL TUNE LÊ TAWANBAR E!
 
Di beşa din a îdianameyê de cih dane îfadeyên rojnamegeran û îdiayên derbarê wan de. Derbarê rojnameger Abdurrahman Oncu de ev îdia hatiye kirin: “Di lêgerîna li şirketan de delîlek aydî gumanbar nehatiye desteserkirin, lê belê gumanbar wek kameraman xebat kiriye û ew bûye hevkarê hemû hilberînin di ajansên produksiyonan de hatine hilberandin.” Hat diyarkirin ku Oncu tev li tu daxuyanî, çalakî û şahiyê nebûye û cih dane hevdîtinên têkildarî naveroka bernameyan ku kiriye. “Endamtiya rêxistinê” ku Oncu jê tawanbar dikin jî spartine beyanên şahidê veşarî. 
 
NÛÇE BÛNE MIJARA TAWANBARIYÊ 
 
Rojnameger Azîz Orûç jî bernameya “Sokağın Sesi (Dengê kolanê)” çêdikir. Îdiayên derbarê Orûç de jî tenê li ser bernameyê ye. Pirsên ku derbarê mijarên aktuel de ji welatiyan kiriye wek tawanbarî hatiye dîtin. Her wiha hat îdiakirin ku bername li ser “Fermana rêxistinê” çêkiriye. Her wiha hat îdiakirin ku Orûç bi pirsên xwe “heqaret” li Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kiriye û “propaganda rêxistinê” kiriye. Dîsa Orûç nûçe û hevpeyvînên ku têkildarî mijarên aktuel çêkirine jî bûye mijara tawanbariyê. Hevpeyvînên li gel rojnamegerên li başûrê Kurdistanê dimînin û hevpeyvîna li gel Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî kiriye xistine nav mijarên tawanê. Têkildarî Orûç hat gotin, “Di lêkolîna eşkere ya çavkaniyê gumanbar de tu hêmana tawanê nehatiye bidestxistin.” 
 
PÊŞKÊŞVANIYA NEWROZÊ TAWANBAR KIRINE 
 
Elîf Ungur jî bi bernameya “Medya-Kultur” ku çêkiriye hatiye tawanbarkirin. Gotin û pêşkêşvaniya Ungur a derbarê Newrozê de wek mijara tawanbariyê hatiye hesibandin. 
 
ENDAMTIYA KOMELEYAN KIRINE TAWANBARΠ
 
Hat destnîşankirin ku qeyda endamtiya rojnameger Esmer Tûnç a Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Rojnamevana Dîcle Firatê, Komeleya Wêjevanên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hatiye dîtin. Hat îdîakirin ku Tûnç kameraman e û rasterast têkiliya wê bi hemû weşanan re heye. Hevdîtinên wê yên têkildarî naveroka bernameyan ku bi hevpîşeyên xwe re kiriye, kirine mijara tawanbariyê. 
 
Bernameyên ku rojnamevên din jî çêkirine, naveroka nûçeyan, qeydên HTS’ê, pirtûkên hatine desteserkirin, pirsên di bernameyan de pirs kirine, wêne û stranên di telefon û komputeran de cih girtine, nûçeyên di demên cuda de çêkirine, hevdîtinên têkildarî ji bo bernameyan ku bi mêvanên xwe re kirine, pêşkêşkirina destpêka bernameyan û tiştên di bernameyan de hatine axaftin, hemû kirine mijara tawanbariyê. 
 
ŞAHIDÊN VEŞARÎ Û ÎTÎRAFKAR 
 
Di beşa nirxandina îdianameyê de hat îdiakirin ku televîsyonên navborî “propaganda rêxistinê dikin û li gorî armancê rêxistinê tevger dikin.” Îdiayên hatine kirin spartine îfadeyên 6 şahidên veşarî û îtîrafkar jî di nav de 15 şahidan.
 
Hat îdiakirin ku rojnamevan li Amedê bernameyan çêdikin û dişînin derveyî welat û “bi fermanê tevger dikin.” Di beşa nirxandina îdianameyê de hatiye îdiakirina ku kargehên bi navê Arî, Pel û Piya li ser nav û fermana rêxistinê dixebitin û bernameyan çêdikin. 
 
Di beşa dawî ya îdianameyê de jî hatiye xwestin ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” werin cezakirin. Her wiha hat xwestin ku “veşartina” malzemeyên teknîkî ku hatine desteserkirin û hemû lêçûyînên darazê ji rojnamevanan bê stendin. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

13/04/2023
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir