Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş

  • jin
  • 09:02 11 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevala Evrîm Alataş, Sîbel Guler behsa wê kir û got ku Alataş bi hêla xwe ya mîzahî rengeke din li nûçeveniya li ser jinan û mafan bar kiriye. 
 
Di ser koça nivîskar, rojnamevan, rexnegir û senarîst Evrîm Alataş re 13 sla derbas bûn. Alataş ku di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletiyê çêbû, wekî her zarokên kurdan ew jî bi zilma dewletê re rû bi rû ma. Alataş ku bi zext, binçavkirin û avêtinên ser malan re rûyê rast ê dewletê dît, li gundê xwe dibistana seretayî û navîn xwend û paşê malbata wê bar kir çû Stenbolê. Alataş, li vir heya demekê di atolyeya tekstîlê de xebitî û paşê, di sala 1994'an de, di Rojnameya Yenî Polîtîkayê de dest bi rojnamevaniyê kir. 
 
Alataş paşê di rojnameyên Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundemê nûçegihanî û edîtorî kir û her wiha ji rojnameyên Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê re jî nivîsî. Alataş ku di quncika xwe ya bi navê" Fîncan Hanimê" ya Ozgur Gundemê de bi zimanekî hicwî tiştên hatine serê gel nivîsî, di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Siyasî û Tîrojê de jî gelek gotarên wê hatin belavkirin. Ji xeynî vê Alataş di Radîkal Îkî'yê de û di Tarafê de jî bi quncika bi navê "Kurtler Vadîsî" nivîs nivîsîn. Di sala 2003'yan de ji Weşanên Aramê bi navê "Mayoz Bolunme Hîkayelerî" pirtûka wê weşiya. Di vê pirtûkê de çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê hene. 
 
MIN DÎT 
 
Pirtûka wê ya bi navê “Her Dağın Gölgesi Deniz’e Düşer” jî di sala 2009'an de ji Weşanên Îletîşîmê derçû. Alataş, di vê pirtûka xwe de bi çavên zarokekî behsa ji pêşengên nifşê 68'an xalê xwe Teslîm Tore, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş dike. Senaryoya fîlmê metrajdirêj ê bi navê" Min Dît" nivîsî ku ev fîlm behsa sê zarokên ku li Amedê dê û bavên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine qetilkirind ike. Fîlm, di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 46'an de xelat wergirt. Alataş, xelata xwe diyarî Ceylan Onkol kir ku di 28'ê Îlona 2009'an li Licêya Amedê hat qetilkirin. 
 
Alataş, ji ber nexweşîna pençeşêrê di 12'ê nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Alataş, berî ku jiyana xwe ji dest bide pirtûka xwe ya bi navê "Bîz bû dagin çîçegîydîk" weşand. 
 
ABDULLAH OCALAN: EZ LI BER KETIM
 
Gava Alataş jiyana xwe ji dest da, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de ya bi parêzeran re got: "Ez li ber ketim. Ez sersaxiyê dixwazim. Min çend nivîsên Evrîmê xwendibûn. Bi taybetî jî min nivîsa wê ya li ser gundê wê û der barê zarokên kurdan de pir ecibandibû. Ez dizanim ku ew Meletiyê, bîranîna Zeyneb (Zîlan) û Muslum Dogan ku xwe ji bo gelê xwe feda kirin, esas digirt. Min ji nivîsa wê ev encam wergirtibû. Gelê kurd û ciwanên Meletiyê divê girêdayî bîranîna Evrîmê, Zîlanê û Muslum bin." 
 
Sîbel Guler (hevala Evrîm Alataş) ku ew û Alataş bi hev re di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitîne, behsa Alataş kir. 
 
JINEKE KURD A WÊREK
 
Guler ku di sala 1998'an de Alataş nas kiriye û di sala 2006'an de bi wê re di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitiye, anî ziman ku gava wê Alataşê nas kiriye ew edîtora kovara Yûrtsever Gençlîkê bûye û Alataş jî nûçegihana Ulkede Ozgur Gundemê bûye. 
 
Guler behsa Alataş û rojnamevaniya wê kir û got: "Behskirina kesên çûyî pir zor e. Hele jî yên di dil û mêjiyê kurdan xwe xwedî şop. Em çi qasî behs bikin jî wê nîvco bimîne. Evrîm Alataş, beriya her tiştî keseke xwedî wijdan bû. Jineke kurd a wêrek bû. Pênûseke kedkar a Ozgur Gundemê û çapemeniyê bû." 
 
NÛÇEVANIYA JINÊ Û MAFAN
 
Guler ku got "Hevrêtiyeke pir xweş bû" anî ziman ku Alataş keseke pirrengîn bû û got ku eîdtoriya rûpelê, rêveberiya rojnameyê û berpirsiyariya pêvekên rojnameyê hilgirtiye. Guler bilêv kir ku Alataşê di mîhrîcanên çandê de jî cih girtiye û got ku li çar parçeyên Kurdistanê bi wêjekaran re civiyaye. Guler wiha behsa Alataş kir: "Di warê nûçevaniya mafan û jinê de, karên girîng dikirin. Di vî warî de pir baldar bû. Gava nûçe temaşe dikirin, li hûrguliyên wan baldar bû. Bi taybetî pir girîngî dida zimanê nûçeyê." 
 
Guler bilêv kir ku gava Alataş bi pençeşêrê ketiye jî xwe ji nûçeyên ku ji bo wê "xetere" bûne jî dûr nexistiye û got: "Di Adara 2006'an de gava li Mûşê 14 PKK'yî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, cenazeyên şeşan ji wan anîn Amedê. Bi hatina cenazeyan re çalakî dest pê kirin. Kesî nikaribû pêşî li Evrîmê bigire, ji bo şopandina çalakiyan. Baş tê bîra min çendî dermanên kemoterapiyê bandor lê dikirin jî li Rezanê em kuçe bi kuçe li dû nûçeyan bûn. Gava me ew çalakî dişopandin, ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hevalek geriya got, 'Xwişka Evrîm gel qereqolê bi dest xistiye'. Gava ev bihîst, kesî hew karibû wê zevt bike. Çendî pir bêhal bû jî, ji dêvla ku biçe malê çû ajansê. Yanî ji bo her nûçeyeke der barê kurdan de bi berpirsiyariyeke mezin tevdigeriya." 
 
JIN Û MÎZAH
 
Guler diyar kir ku Alataş zimanê mexdûriyetê tamûl nedikir û got: "Hêla wê ya mîzahê di Rojnameya Ozgur Gundemê de tiştekî ewil bû. Ê ku di Ozgur Gundemê de di warê mîzahê de jinê da der Evrîm Alataş e. Evrîm, jina ewil e ku di Ozgur Gundemê de bi zimanekî mizahî nivîsand. Digot, 'Em jin, hinekî jî bi ken pergalê xera bikin.'" 
 
Guler bal kişand ser quncika bi navê "Fîncan Hanim" a Evrîm Alataş ya di Ozgur Gundemê de jî û got ku "Fîncan" jineke ku li Wan dima û ji tu tiştî neditirsiya û jineke axivok bûye û Evrîm jî ji ber vê navê wê li quncika xwe kiriye. Gulerê wiha domand: "Evrîm, digot 'Mîzah çeka yên din e. Em divê wekî Fîncanê bi axivokî vê çekê bi kar bînin.' Ev qunciknivîsên wê di heman demê de nîşan didan ku bê çi kurdan û jinan diêşîne. Quncika wê hat hezkirin. Ne tenê xwendevan, li ku bûna ew der dikenand. Ji lew re ji zimanekî girîkokî û mexdûr hez nedikir." 
 
Guler da zanîn ku Alataş ji Amedê pir hez dikir û got ku di sala 2005'an de gava nexweşîna wê xwe daye der, biryar daye ku li Amedê bi cih bibe. Guler di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji Stenbolê vegeriya Amedê. Amedê wekî axa xwe dihesiband. Pêwendiya wê ya bi Amedêr e pir xurt bû. Evrîm Alataş, deng li dengê kurdan bar kiribû û keseke gelekî rengîn a çapemeniya azad bû. Rûyê çapemeniya kurdî ya netepisandî bû." 
 
MA / Mehmet Aslan 
 

Sernavên din

11/04/2023
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin