Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e

  • jin
  • 13:00 9 Nîsan 2023
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroya hilbijartinê ya jinan a Orhangaziyê de axivî û wiha got: “Nifteya guherînê ya welêt di destê jinan de ye. Dê bi hêza jinan ev guherîn çêbibe. Em, sindoqan emanetî jinan dikin. Navnîşana me, Partiya Çepên Kesk e.” 

 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Taxa Orhangazî ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, endama MYK’a HDP’ê Elîf Bulut û gelek jinên siyasetmedar û welatî tev li vekirina bûroyê bûn. Beriya vekirina bûroyê, jinan li pêşiya bûroyê stran gotin, govend gerandin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Bûroya hilbijartinê bi pivdankên mor û spî û bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin. Her wiha pankartên “Bûroya Peywendiyan a Hilbijartinê ya Jinan a Taxa Orhangazî ya Partiya Çepên Kesk” û “Hûn bi xêr hatin Buroya Hilbijartinê ya Jinan. Şima Xêr Ameyê” hatibûn daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroyê de axivî. 
 
VEKIRINA BÛROYÊ VEGUHERÎ MITÎNGÊ
 
Buldan, ji ewil bal kişand ser eleqeya mezin û wiha got: “Ev, tenê vekirina bûroya hilbijartinê ye lê mîna mitîngê derbas dibe. Ev dîmene nîşan dide bê ka Partiya Çepên Kesk li Stenbolê çiqas bihêz e. Ez yek bi yek spasiya we tevan dikim.” 
 
Bi domdarî Buldan got ku dê guherîn bi destê jinan bibe û ev tişt anî ziman: “Heke li vî welatî guherînek çêbibe, ew guherîn dê bi destê jinan bibe. Guherîna herî mezin a vî welatî dê bi saya keda jinan bibe. Dê Partiya Çepên Kesk li Stenbolê gelek parlamenteran bi dest bixe û rêjeyeke zêde ya dengan bigire. Ev jî dê bi saya jinan bibe. Jin li vî welatî hatin tepisandin, tune hatin hesibandin. Dijminatiya rêveberên vî welatî ya li hemberî jinan, dijminatiya wan a li hemberî kurdan, demokrasî û aştiyê heye lê dîsa jî em jin dê aştî, azadî û demokrasiyê bînin vî welatî.”
 
DÊ JIN AKP’Ê TÊK BIBIN
 
Di berdewamê de Buldan wiha got: “Ji krîza aborî heta krîzên civakî û siyasî û karesatan, di hemû pirsgirêkan de ji ewil jin mexdûr dibin. Di karesata mezin a erdhejê de herî zêde jinan êş kişand û mexdûr bûn. Ji Semsûrê heta Hatay û Rihayê, li hemû herêmên erdhejê me ev rastî dît. Jin terkî qedera xwe hatin kirin. Lê dê jin di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqê û hesaba vê ji vê desthilatdariyê bipirsin. Dê AKP’ê têk bibin û bişînin ser sergoya dîrokê. 
 
Li vî welatî bi qasî ji HDP’ê ditirsin ji tu tiştekî natirsin. Ji bo HDP’ê li derveyî hilbijartinê bigirin, serî li hemû kompas û dozên girtinê dan. Lê me soz dabû gelê xwe ku dê wan bê alternatîf nehêlin. Navnîşana me ya di hilbijartinan de Çepên Kesk e. Hedefa me ew e ku bi awayekî herî xurt bikevin parlamentoyê. Dê careke din bibînin ku yên herî zêde namzetên jin diyar kirin, em in. Bila zilam xwe nexeyîdinin lê em jin ji biryara xwe tawîz nadin. Dê dîsa herî zêde parlamenterên jin ji Partiya Çepên Kesk derkevin.  
 
Li hêla din jî hilbijartina serokkomariyê heye. Em ê di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin wî namzetî ku bibe navnîşana guherîn û veguherîna Tirkiyeyê, kesê ku kurdan înkar neke û li dijî zextên ser kurdan dengê xwe derdixîne. Mereq nekin em hêj daneketine qadan û me mitîng li dar nexistine. Çawa ku em daketin qadan û me dest bi mitîngên xwe kir, wê demê em ê eşkere bikin bê ka dê dengê xwe bidin kîjan namzetê serokkomariyê. 
 
SINDOQ EMANETÎ JINAN E
 
Ez, sindoqên li Stenbolê tên danîn emanetî hevalên jin dikim. Destûrê nedin ku yek dengê me ji wan sindoqan were dizîn. Rawestan tune ye û em ê heta şeva 14’ê Gulanê bixebitin. Em ê sindoqên xwe biparêzin û bi hev re encamê bi dest bixin. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim. Stenbol a me ye, dê Stenbol bibe ya Çepên Kesk.”
 
Piştî axaftina endama MYK’a Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, bûroya hilbijartinê hate vekirin. Buldan û jinan bi hev re bûro vekir. 
 
 

Sernavên din

11/04/2023
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin