Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e

  • rojane
  • 09:06 9 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku Tifaqa Miletê pêbaweriyê li mirov peyde nake û wiha pirsî, "Mesela, dê ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi bikin?" Her wiha Keskînê ji bo biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK'ê jî got ku biryareke hêja û di cî de ye. 
 
Gelên Tirkiyeyê, di pêvajoyeke wiha de ku krîzên siyasî, aborî û civakî kûr bûne, ber bi hilbijartinên 14'ê Gulanê ve diçe. Bi taybetî jî erdhejên Mereşeê ku di 6'ê Sibatê de çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, krîzên heyî bi awayekî eşkere didin der. Desthilata AKP'ê di pêvajoyeke wiha de polîtîkayên xwe yên şer bênavber didomîne. Li gel vê KCK jî biryara xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî ya ji bo erdhejê, heya helbijartinê taloq kir. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryara KCK'ê û atmosfera hilbijartinê ya li welêt nirxand. 
 
FERASETA SERDEMA NAVÎN
 
Keskînê diyar kir ku Tirkiye niha bi rejîmeke otorîter tê birêvebirin û got ku civak dixwaze ji siyaseta cihêkarî û berberîbûnê xelas bibe û ji ber vê hilbijartinên 14'ê Gulanê girîng in. Keskîn got: "Ev rejîma otorîter, polîtîkayeke bi temamî li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd esas digere. Her wiha li hemberî jinan zimanekî nefretê û şideteke mezin heye. Hilbijartin dê di atmosfereke wiha de çêbibin. Ji ber vê, hilbijartinên 14'ê Gulanê pir girîng in. Civak doza demokratîkbûyînê dike. Li benda çareseriyê ye û dixwaze ji vê feraseta Serdema Navîn xelas bibe. Di serî de pirsgirêka kurd, gelek pirsgirêk hene. Civak êdî vê yekê qebûl nake." 
 
SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ
 
Keskînê bal kişand ser beyannameyên hilbijartinê yên partiyan û gotinên wan û got ku hem desthilat hem jî muxalefet xwe disipêrin heman çavkaniyê. Keskîn ku got "Xwe disipêrin senteza Tirk-Îslamê" wiha domand: "A rast di navbera Tifaqa Miletê û Tifaqa Cumhûrê de ferqeke pri mezin tune ye. Pirsgirêkên sereke yên vê erdnîgariyê hene. Pirsgirêka kurd, Qirkirina 1915'an û pirsgirêka Qibrisê û hwd. hene. Mesela, dê Tifaqa Miletê ji bo meseleya kurd polîtîkayeke çareseriyê ya çawa esas bigire. Dê ew û tevgera azadiyê ya kurd çareseriyeke çawa pêk bînin? Mesela, dê ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi bikin?"
 
DIVÊ BÎRDOZIYA FERMÎ BÊ REXNEKIRIN
 
Keskînê destnîşan kir ku Tifaqa Miletê naveroka sozên xwe yên hilbijartinê tije nekiriye. Keskînê "oêvajoya diyalogê" ya di sala 2014'an de bibîr xist û got: "Ger li vê erdnîgariyê behsa demokrasiyê bê kirin û helwesteke demokrat bê nîşandan, pêşî divê ev bîrdoziya fermî bê rexnekirin. Ger hatine cem hev a Tifaqa Miletê û Partiya Çepên Kesk hin partiyên maseya şeşnig nerihet bike, ev tê wateya ku di nava wan de ferqeke mezin tune ye. Helbet hilbijêrên demokrat ên kurd ji Tifaqa Miletê li benda helwesteke cuda ne." 
 
TIFAQA MILETÊ PÊBAWERIYÊ NADE DER
 
Keskînê diyar kir ku Tifaqa Miletê pêbaweriyê nade der û got ku Partiya ÎYÎ'yê ku netewperestiyê esas digire û Partiya Saadetê ku bi dijminahiya xwe ya li hemberî jinan tê naskirin, mijarine divê mirov li ser wan bifikire. Keskînê got: "Ger di Serokkomariyê de guherînek çêbibeî dê civak bi awayekî qismî rihet bibe. LÊ bi rastî jî kes bawer nake ku dê demokratîkbûyînek çêbibe. Baweriya mirov pê nayê ku dê her kes karibe gotina xw ebibêje û polîtîkayên ji bo çareserkirina meseleya kurdî têkevin dewrê. Lewma bi ya min dê piraniya civakê pitşgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike. Lê wê vê bi hêviyeke mezin nekin." 
 
BIRYARA KCK'Ê
 
Keskînê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK'ê ku heya hilbijartinê taloq kiribû bibîr xist û got ku ev biryareke hêja ye. Keskînê got: "Em tim aştiyê diparêzin. Helwesta me ya ji bo bêdengkirina çekan û agirbestê zelal e. Lê di civakê de nenîqaşkirina vê biryarê pirsgirêkeke mezin e. Divê her kes vê weke mijareke girîng bibîne."  
 
 

Sernavên din

11/04/2023
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê