Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!

  • jin
  • 12:15 7 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Îdianameya derheqê 22 aktîvîstên TJA’yê de hate amadekirin û jê re 935 sal cezayê hefsê hate xwestin. Di îdianameyê de cih dan îfadeyên şahidên nepen ên di Doza Kobanê û doza SES’ê de û tevlibûna jinan a 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê weke sûc hate hesibandin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” derheqê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 50 jinan biryara binçavkirinê hatibû dayîn û polîsan di 29’ê mijdarê de li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê bi ser 57 malan de girtin û 22 jin binçav kirin. Jinên hatin binçavkirin birin Enqereyê, di 3’yê kanûna 2022’yan de bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 22 jinên binçavkirî Aysel Ceylan, Bedîa Akkaya, Hulya Kinagû, Gulistan Dehşet, Amîne Demîr Çoban, Mekiye Ormanci, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Hatîce Gungor hatin girtin. 
 
Her wiha Berîtan Can Yaş, Hazal Aras, Dîlan Akpolat, Yelîz Ayyildiz, Hulya Taşar, Zeynep Boga, Zekiye Guler, Tamcîhan Çelebî, Sûltan Esen, Besîle Narîn, Hatîce Yaman û Meral Şîmşek bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
ÇALAKIYÊN KJA’YÊ SÛC HATIN HESIBANDIN
 
Îdianameya derheqê 22 aktîvîstên TJA’yê de hate amadekirin û 20 rûpelên wê yên destpêkê agahiyên têkildarî rêxistiniya jinan a PKK’ê û rêzikname, peyman û dîroka damezirandina Kongreya Jinên Azad (KJA) û Jinên Ciwan ên Azad û Demokratîk (ODGK) de ne ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin. Di îdianameyê de endamtiya jinan a TJA’yê weke sûc hate hesibandin û cih dan nûçeyên têkildarî daxuyaniyên KJA’yê yên derheqê komkujiyên jinan, têkoşîna jinan û ekolojiyê û panelên bi mijara xweparastina cewherî. Di îdianameyê de hemû çalakî û xwepêşandanên KJA’yê weke sûc hatin hesibandin û damezirandina “Lijneya Şêwirmendiya Aboriyê ya Jinan” weke sûc hate qebûlkirin. 
 
Her wiha di îdianameyê de çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê jî cih girtin. Daxuyaniyên KJA’yê yên weke “Divê em li cem Kobanê cih bigirin” û “Rêya parastina azadiya jinan a li dijî qirkirina jinan a bi destê DAIŞ’ê tê kirin ew e ku em ji niha ve Kobanê biparêzin” weke sûc hatin hesibandin. Di 20’ê tîrmeha 2015’an de qetilkirina 33 ciwanan a bi destê DAIŞ’ê li navçeya Pirsûs a Rihayê ku ji bo pêlîstokan bişînin hatibûn navçeyê jî weke “bûyera teqînê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê” hate pênasekirin û çalakî û bangawaziyên KJA’yê yên ji bo vê komkujiyê weke sûc hatin hesibandin. Her wiha nûçeyên KJA’yê yên di sala 2016’an de li dijî polîtîkayên şer weke sûc hatin qebûlkirin.
 
ŞAHIDÊ NEPEN ÊN DOZA KOBANÊ LI SER PEYWIRA XWE NE! 
 
Îfadeyên şahidên nepen “ULAŞ” û Kerem Gokalp ku di Doza Kobanê û doza Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) de cih girtibûn di vê dosyayê de jî cih girtin. Balkêşe ku “şahidan” di îfadeyên xwe de ji bo hemû jinan jî gotinên mîna hev kirine û ev gotinên wan weke hinceta “rêvebertiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatine nîşandan. 
 
‘ŞAHIDÊN’ KU DERHEQÊ TJA’YÊ DE YEK GOTIN NEKIRIN 
 
Di îdianameyê de îfadeyên gelek şahidên ji dosyayên lêpirsînê yên cuda jî hatin bicihkirin. Şahidan di îfadeyên xwe de derheqê TJA’yê de yek gotin jî nekiriye lê balkêşe ku îfadeyên wan li dosyayê hatine zêdekirin. Kesên bi navên Sabrî Erdogan, Firat Şîşman û Merdan Rûştû Ovalioglû ku weke şahid lê hatiye guhdarîkirin, di îfadeyên xwe de derheqê TJA’yê de tu agahî nedan. 
 
DELÎLA RÊVEBERTIYA RÊXISTINÊ: KIRÎNA MAL Û MILK 
 
Raporên MASAK’ê jî di îdinameyê de bi berfirehî cih girt û pereyên hatine şandin weke sûc hatin hesibandin. Ji bo jinên ku milk kirîn îfadeya “Nayê zanîn bê ka pereyê neqd û nekêşbar çawa hatiye temînkirin” hatiye bikaranîn. Ev rewş, weke sedema “Rêvebertiya rêxistinê” hatiye nîşandan. 
 
NEBÛNA KIRARIYÊN BANKAVANIYÊ WEKE SÛC HATE DÎTIN!
 
Bi domdarî di îdianameyê de şandina pereyan a ji endamên malbatê re û neşandina pereyan a ji bo hemû endamên jin ên malbatê weke “rewşeke gumanbar” hatiye pênasekirin. Ji bo Bedîa Akkaya îfadeya “qeyda edlî ya rêxistinî heye” hatiye bikaranîn û tê gotin ku bi xwişka wê re kirariyên bankavaniyê hene lê li gel endamên din ên malbatê ev kirarî tune ne. Ev rewş ji bo îdiaya “şexsa ku di bin sîwana avadaniya jinan a rêxistinê de xebatan dimeşîne” weke delîl hatiye nîşandan.
 
Hatîce Yaman bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û pereyê ku Yaman bo endamên malbata xwe şandin weke sûc hate dîtin. Ji bo xwişk-birayên wê pênaseya “qaşo malbata nirxan e” hatiye kirin û wiha hat gotin: “Kirariyên bankavaniyê yên bêyî beşa îzehetê were diyarkirin bi 2 xwişkên xwe yên ji ‘qaşo malbata nirxan ên qeyda wan a kirariyên edlî heye re’ kiriye.” Meral Şîmşek jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Pereyê ku Şîmşek ji hevjîn û xwişk-birayên xwe re şandî weke sûc hate dîtin. Hat destnîşankirin ku “ji hêla terorê ve qeydên edlî” yên kesên Şîmşek pê re kirariyên bankavaniyê kirin tune ne lê di îdianameyê de ev rewş weke rewşeke “gumanbar” hate nivîsandin.
 
KIRARIYA BANKAYÊ HEBE JÎ NEBE JÎ SÛC E!
 
Di îdianameyê de nirxandinên hevnegirtî yên têkildarî şandina pereyan cih girtin û tunebûna kirariyên bankavaniyê jî weke sûc hate hesibandin. Di beşa “Nirxandina giştî” ya îdianameyê de hem wiha tê gotin ku “... di tevgera hesabê de ji endamên rêxistinê yên rastî darizandinên edlî hatin pere hatiye şandin û hatiye fêmkirin ku ev yek ji bo domandina xebatên rêxistinê hatiye kirin” û hem jî wiha hatiye gotin: “Di daneyên MASAK’ê de tevgera hesaban bi qasî ku mirov bibêje qet tune ye kêm in yan jî tevgera pereyan qet nîne.” 
 
JI BO FÎRMAYAN JÎ GOTIN ‘MALBATÊN NIRXAN’
 
Di îdianameyê de herî zêde îfadeya “bi şexsê endama malbata nirxan re kirariyên bankavaniyê çêbûye” hatiye bikaranîn û pereyên hatine şandin jî weke sûc hatine hesibandin. Lê nehat vegotin bê ka tespîta “Malbata nirxan” çawa hatiye kirin. Heta gihiştiye asteke wisa ku ji bo fîrmayan jî pênaseya “malbata nirxan” hatiye kirin. Balkêşe ku di îdianameyê de ji bo Yelîz Ayyildiz Kiyak ev tawanbarî hatine kirin: “Rêveber/Ji hêla terorê ve qeyda şirîkên wê hene/bi 3 fîrmayên ku qaşo malbatên nirxan in re kirariyên bankavaniyê kiriye.” 
 
DAXUYANIYÊN BIGUMAN: HINGIV, TILÛM, DEYN
 
Hatîce Gungor dema pere şandin, di beşa îzehetê de peyvên weke “hingiv, tilûm, deyn” û hwd. nivîsandine û ji bo van peyvan jî nirxandina “gumanbar” hatiye kirin. Di îdinameyê de wiha hat gotin; “Pere bi rêbaza HEWALE/EFT’ê û bi îzeha hingiv, tilûm û hwd. ji kesên endamên qaşo malbatên nirxanin an jî kesên qeyda wan edlî ya rêxistinê heye re hatine şandin û ev rewş jî xisûsekî balkêş e.” Kirariya bankavaniyê ya behsa xeberê weke hinceta îdiaya “Şexsa li ser navê xebatên avadaniya jinan a rêxistinê dixebite” hate nîşandan. 
 
BI TEVLIBÛNA KONGREYA HDK’Ê HATE SÛCDARKIRIN 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Bedîa Akkaya di kanûna 2017’an de tev li kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûbû û ev yek weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de cih dan qeydên bazê yên Akkaya û wiha hat gotin: “Li gel ku li bajarê Amedê dijî; li gorî bazê di navbera 16’ê kanûna 2017’an saet di 16:54:40’an heta 17’ê kanûna 2017’an saet 18:57:12’an li Enqereyê bû û daneyên bazê nîşan didin ku gelemperî li derdora Kolana Buklumê bû. Di lêkolîna çavkaniya eşkere de xuya bû ku armanca gumanbar Bedîa Akkaya ya hatina bajarê Enqereyê ew bû ku tev li 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bibe ku di 17’ê kanûna 2017’an de li Hotêla Plaza ya Enqereyê ya li ser Cadeya Bestekar a kolenek li bin Kolana Buklumê ye hat lidarxistin.”
 
ELEQE BI FETO’YÊ RE GIRÊ DAN Û KIRIN ENDAMA PKK’Ê 
 
Nûçeyên têkildarî binçavkirinên cuda û dozên jin jê tên darizandin jî di îdianameyê de bi berfirehî cih girt. Li gel daxuyaniyên jinan, her wiha hevpeyvînên ku navên wan tê de derbas dibin jî li îdianameyê hatin zêdekirin. 
 
Yek ji jinên derheqê wê de îdianame hatiye amadekirin jî Amîne Demîr Çoban e. Ji ewil hatiye îdiakirin ku têkiliya Çoban bi FETO’yê re heye û bi domdarî bi endamtiya PKK’ê tê sûcdarkirin. 
 
Her wiha jinên girtî bi îdiayên di dozên jinan ên berê de hatine kirin ku gelemperiya wan dozan bi biryara beaetê biencam bûne jî hatin sûcdarkirin. 
 
DELÎLA JI BO QENDÎLÊ: GIRTÎBÛNA TELEFONÊ
 
Her wiha di îdianameyê de qeydên HTS’ê jî cihekî berfireh girt. Di hinek deman de xetên GSM’ê yên jinan girtî bûn û ev yek weke sûc hate hesibandin. Nedayîna sînyalê yên xetên SM’ê weke “Tev li Konferansa Zindanê ya li herêma Qendîlê bûye” hate nirxandin. 
 
TEVLIBÛNA JINAN A 8’Ê ADARÊ WEKE SÛC HAT DÎTIN
 
Di îdianameyê de ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî pênaseya “25’ê Mijdarê roja Tundiya li Dijî Jinan a Cîhanê” hate kirin. Di 25’ê Mijdara 2014’an de jin çûbûn Rihayê û ev yek weke hinceta “endamtiya rêxistinê” hate nîşandan. Bi heman awayî tevlibûna jinan a çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Dêrsimê jî weke hinceta sûc hate nîşandan. 
 
TESPÎTÊN KOPÎ PASTE 
 
Di îdianameyê de qeydên HTS û MASAK’ê weke bingeha sûcdariyan hatin nîşandan û di beşa “Girteka Lêkolîn Tespît û Nirxandinê” de ji bo tevahiya jinan bi awayekî “kopî-paste” heman tişt hatin gotin. 
 
JI BO 22 JINAN 935 SAL CEZA HAT XWESTIN
 
Bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Rêvebertiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” yek bi yek ji bo her 22 jinên TJA’yî ji 21 sal û 6 mehan heta 42 sal û 6 mehan cezayê hefsê hate xwestin. 
 
25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdianame nirxand biryara bêrayetiyê da û ji Amedê re şand.
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

08/04/2023
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
16:42 Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye
16:30 Aydenîz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, faşîzmê têk bibin
16:30 Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan
16:12 Li Şirnexê bi sedan kes kom bûn: Beyî Ocalan azadî nepêkan e
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde