Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin

  • rojane
  • 09:03 7 Nîsan 2023
  • |
STENBOL - Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamegerên ku li Amedê girtî ne nêzî salekê ye bêyî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir. 
 
Di 5 mehên dawî de di êrişên li hemberî Çapemeniya Azad de, 25 rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Li gorî rapora sibata 2023'yan a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), li Tirkiye û Kurdistanê herî kêm 88 rojnamevan girtî ne. 
 
Îdianameya der barê 16 rojnamevanên ku di 16'ê hezîrana 2022'yan de li Amedê hatin girtin, piştî 10 mehan (28'ê Adarê) hat amadekirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, têkildarî girtina 16 rojnamevanan axivî. 
 
CEZAKIRINA BI AWAYEKÎ FIÎLÎ
 
Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamevanên girtî 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin û wiha got: "Mixabin di salên dawî de li Tirkiyeyê pergala darazê veguheriye tiştekî wiha. Pêşî rojnamevanan digirin an jî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de wan digirin û paşê bi awayekî fiîlî wan ceza dikin. Paşê di danişîna ewil de wan berdidin. Pergaleke bi vî rengî çêbûye." 
 
Bi domdarî Dûrmûş destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu hinceteke berbiçav a ji bo girtina 16 rojnamevanan tune ye û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir. Dûrmûş anî ziman ku desthilat bi taybetî rojnamevanên ne alîgirên xwe ceza dike û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî tu sûcekî rojnamevanên li Amedê hatine girtin tune ye. Bi awayekî fiîlî ceza li kesên ne li gor xwe dibirin. Paşê beraetkirina wan û ji aliyê dadgeheke bilind ve cezayê li dewletê tê birîn ji bo wan ne girîng e." 
 
ASTENGIYÊN LI BER AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
 
Dûrmûş bêyî teqezkrina sûc li ser îdiayan girtina rojnamevanan rexne kir û wiha domand: "Ev astengiya herî mezin a li ber azadiya çapemeniyê ye û pergaleke ku dixwaze azadiya çapemeniyê ji holê rake. 16 hevpîşeyên me nêzî salekê ye nikarin nûçeyan çêbikin û nûçeyan bigihînin xwendevanên xwe. Ev di warê azadiya çapemeniyê de nayê qebûlkirin." 
 
ARMANC BÊÎTIBARKIRINA ROJNAMEVANIYÊ YE
 
Dûrmûş ji bo zextên li ser rojnamevanan jî destnîşan kir ku bi vî awayî hem dixwazin ser rastiyan binixumînin hem jî civakê çavtirsandî bikin û got ku li Tirkiyeyê bi taybetî di dema vê desthilatê de tê xwestin ku rojnamevanî bê bêtîbarkirin û polîtîkayên hedefgirtina rojnamevanan tên pêkanîn. 
 

Sernavên din

08/04/2023
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
16:42 Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye
16:30 Aydenîz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, faşîzmê têk bibin
16:30 Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan
16:12 Li Şirnexê bi sedan kes kom bûn: Beyî Ocalan azadî nepêkan e
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde