Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre

  • rojane
  • 10:28 6 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Ji Komeleya ji Ewil Jin û Zarok parêzer Çîsel Demîrkan diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo zarokên bêrefeqet bêbersiv hatine hiştin û wiha got: “Wezaret, daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre.” 
 
Nîqaşên li ser aqûbeta zarokên di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar de berdewam in. Tê îdiakirin ku gelek zarokên birîndar dema li nexweşxaneyan dihatin sewqkirin an jî piştî tedawiyê hatine revandin û radestî terîqetan hatine kirin. 
 
Ji Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok parêzer Çîsel Demîrkan û ji Tîma Navenda Koordînasyonê ya Karesat-Zarok-Sivîlan parêzer Aytul Ozcan û Sevînç Koçak, têkildarî zarokên winda axivîn. 
 
HEJMARA SERLÊDANAN ZÊDE BÛ
 
Parêzer Çîsel Demîrkan diyar kir ku wan li dijî zarokên bêrefeqet ên radestî terîqet û cemaetan hatine kirin gelek caran serlêdanên sûc kirine û wiha got: “Me gelek caran daxuyanî dan. Ji bo rewşa zarokên bêrefeqet û malbatên zarokên xwe nabînin bê lêkolînkirin, hevdîtinên me yên bi Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî re didome. Xebatên Baroya Antakyayê yên di vê mijarê de hene. Em bi wan re bi awayekî koordîne dixebitin. Her wiha xebatên me yên ji bo dîtina zarokan û tespîtkirina cihê wan didomin.”
 
Bi domdarî Demîrkan ev tişt anî ziman: “Li ser çepemeniyê me bihîst ku zarok li gundekî terîqeta Menzîlê tên ragirtin. Piştî van nûçeyan, serlêdan jî zêde bûn. Her wiha me jî serlêdana sûc kir. Wezaretê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku jina di dîmen de xuya dike dayika zarok e. Malbat gelemperî dibêjin ku dema zarokên wan li nexweşxaneyê hatine revandin. Îxbarên wisa bo me tên ku dibêjin li nexweşxaneyê qeyda zarokan nehatiye çêkirin. Xebatên me yên di vê mijarê de didomin. Çendek roj berê me têkildarî zarokekî winda de serlêdan kir. Wezaretê bersiv da û got ku databasek heye û dîmenên vî zarokî hene. Malbatê jî li vir dîmenê zarokê xwe tespît kir û hîn bû ku zarokê wan mirî ye. Anku heke me ev rewş nexistibûya rojevê, dê wezaretê ew databas parve nekira. Wezaret di vê mijarê de tu agahiyan parve nake lewma haya kesekî ji databasê nîne.” 
 
ZAROKAN DIDIN CEMAETAN
 
Di berdewamê de Demîrkan wiha got: “Dema zarok sewqî nexweşxaneyê tên kirin divê wezaret qeydên wan bigire. Di kêliyên ewil ên erdhejê de gelek kesan ji xwe re digot leşker û polîs. Em hîn bûn ku hezar û 100 zarok radestî terîqetekê hatine kirin û li gundekî dimînin. Lê heta niha ne wezaretê û ne jî hikûmetê tu daxuyanî nedane. Diviya ev zarok ji ewil ji hêla dewletê ve bihatina parastin û piştre radestî malbatên wan bihatina kirin. Yên ku radestî malbatan nehatin kirin jî diviya li wargehên dewletê mabûna. Di bin navê ‘dixwaze Qur’anê hîn bibe’, zarokên 5-6 salî radestî cemaetan dikin. Li gorî daxuyaniya wezaretê, hezar û 100 zarok li gundekî di destê terîqetekê de ne. Hemû serlêdanên me yên têkildarî zarokên di destê terîqatan de bêbersiv hatin hiştin. Zarokan radestî terîqetan dikin û bi vê yekê dixwazin pişaftina etnîkî û çandî pêk bînin.”
 
TÎMA JI BO ZAROKAN
 
Parêzer Aytul Ozcan jî da zanîn ku piştî erdhejê, li gel nêzî sed aktîvîst û kesên di pîşeya xwe de pispor, ji bo mafên zarokan kom ava kirine û wiha got: “Armanca me ew e ku di pêvajoya karesatê de zarok biewle bin. Bi komên cuda yên zarokan re em xebatan dimeşînin û daneyan bi saziyên cemaweriyê û raya giştî re parve dikin. Ji qadên vehewînê yên zarokan heta zarokên girtî, em hemû binpêkirinên li dijî zarokan dişopînin. Her kes dikare li ser malpera (https://afetcocukkoordinasyon.org/ ) xebatên me bişopîne. Em bi rola qenala serlêdanên yekser nalîzin. Em, bagewaziyên ji bo zarokên bêrefeqet dişopînin, dikin lîste û teyîd dikin. Van lîsteyan jî ji wezaretê re dişînin. Em, pêvajoyên têkildarî zarokên lê tê gerîn, nasnameya wan nediyar dişopînin û li dijî sepanên xelet ên têkildarî ewlehiya zarokan jî rêyên alternatîf pêşniyar dikin û bi saziyên cemaweriyê û raya giştî re parve dikin. Tenê hevalên di koma xebatê de cih digirin dikarin xwe bigihînin van agahiyan. Ji ber ewlehiya zarokan, em bi şexsên sêyemîn re parve nakin. Divê wezaretên malbat, tenduristî, karên hundir û dadê di navbera xwe komeke pispor ava bikin û heta aqûbeta hemû zarokan tê zelalkirin vê pêvajoyê bişopînin.” 
 
DIVÊ PLANA ÇALAKIYA LEZGÎN HEBE
 
Ji Koma Koordînasyona Karesat-Zarok-Sivîlan Sevînç Koçak jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Dema malbat ji bo zarokên xwe yên winda diçin bajarên din, divê mekanîznameyên piştgiriyê yên weke gihandin, vehewîn, hiqûqî û psîkososyal bo bikevin meriyetê. Divê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hewceye hemû pêvajo û agahiyên têkildarî zarokan bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bike. Divê bi belge û agahiyên piştrast yekser bersivê bide îdiayên heyî. Rewşa zarokên penaberan ku bêstatû û bênasname ne pir xeteretir e. Divê ev zarok pir jinêz ve bên şopandin û rê li ber binpêkirnên weke bazirganiya zarokan bigirin. Divê gavên di vê mijarê de hatine avêtin jî bi raya giştî re bên parvekirin. Tevî ku bi ser erdhejê re 2 meh derbas bûne, hêj jî heman pirsgirêk hene. Divê dewlet tavilê planeke çalakiyan a lezgîn têxe meriyetê.”
 
MA / Esra Solîn Dal  
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN