Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin

  • rojane
  • 10:28 6 Nîsan 2023
  • |
img
HATAY - Dr. Bîlge Koylu ku tev li “Nobeta Jiyanê” bû, diyar kir ku di mexdûrên erdhejê yên li qadên ku kavilan dirijinê, dijîn de gazinên weke bêhnkurtik û kuxikê dest pê kirine. 
 
Wezareta Karên Hundir Suleyman Soylû der barê xebatên rakirina xirbeyên li Konbajarê Swêdê yê li navçeya Hassa ya Hatayê de got, “Heta 10 roj piştî cejnê em ê avahî û xirbeyên li gelemperiya Hatayê bi lezgînî bên hilweşandin, rakin.” Pispor li dijî rakirina kavilan hişyariya asbestê dikin. Mexdûrên erdhejê jî li dijî rijandina kavilan a nêzî qadên jiyanê “Nobeta Jiyanê” digirin. 
 
QADÊN RIJANDINA KAVILAN
 
Li navçeya Samandagê kavilan dirêjin konbajarên li dora stada navçeyê û Taxa Yeşîlkoy a ketina navçeyê. Li navçeya Antakyayê jî dirijînin kêleka bîrên avê yên Taxa Serînyolê. Dîsa qismekî kavilên li Defne û Antakyayê bi wesayîtan dirijînin qadên zeytûnan ên li Taxa Narlicayê. Li navçeya Îskenderûnê jî kavilan dirijînin erdên çandiniyê yên li hemberî Girtîgeha Tîpa M û daristanên li Zozanên Bîtîşîkê. 
 
NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN
 
Bijîşk Bîlge Koylu ku tev li “Nobeta Jiyanê” ya li Samandagê hate destpêkirin bû, têkildarî îtîrazên mexdûrên erdhejê û asbestê axivî. Koylu, da zanîn ku qadên ku kavilan dirijîninê nêzî herêmên jîngeh û Qada Çûkan a Miheyla ne û wiha got: “Qadên kavilan nêzî qadên kon û çandiniyê ne. Dema me yek bi yek serdana malbatan kirin; me tespît kir ku zarok û mezinên beriya niha tu nîşaneyên nexweşiyê bi wan re nebûn gazinên bêhnkurtik û kuxikê dikin.”
 
RÎSKA PENCEŞÊRÊ
 
Koylu, anî ziman ku divê kavil piştî avdanê ji hev bên veqetandin û wiha bên rakirin û wiha berdewam kir: “Li cem kesên di qadên rijandina kavilan dixebitin û gel tu ekîpmanên parastinê em nabînin. Ev jî tê wê wateyê ku em di bin xetereyê de ne. Em gelê me yê ku dibêje ‘Niha êşên me nû ne em ê maskeyan bifikirin. Ya girîng ew e ku em jiyana xwe bidomînin. Divê xwe gihandina me ya çavkaniyan hebe’ jî fêm dikin. Bi taybetî em dibêjin ku asbesta ku madeyê kanserojena teqez e îhtîmaleke mezin wê di nava 10 salên pêşiya me de nexweşiyên weke pênceşêra zara pişikê, penceşêra pişikê û asbestosizê gelek gelek mezin e.” Koylu, da zanîn ku daxwaza kesên tev li Nobeta Jiyanê bûne rawestandina rijandina kavilan û girtina ber çavan a hişyariyên zanistî ye.
 
ŞÊNIYÊN TAXÊ NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN
 
Yek ji şêniyên Taxa Yeşîlkoy Ceylan Ergîn a di nav kesên li dijî rijandina kavilan têdikoşe de cih digire jî anî ziman ku kavil gelek nêzî malan in. Ergîn, bal kişand ku ji ber tozê nikarin di konan de bimînin û wiha got: “Dema em cilên xwe dişon û radixînin dîsa dibin toz. Em nikarin bêhnê bistînin. Zarokên me zebzeyên me her tiştên me di nava tozê de ne. Em tenduristiya xwe difikirin. Ji xwe em ditirsin, malên me çûne. Divê evqas me mexdûr nekin. Şûna ku ji me re bibin alîkar me bi van tiştan re rûbirû dihêlin.”
 
Ergîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin van kavilan birijînin vir. Bila hinekê me bifikirin, xwe bêxin şûna me. Ew bi xwe dixwazin di rewşeke wisa de bin? Piştî evqas mexdûriyetê divê vê yekê layikî me nebînin. Divê bi awayekî zanistî bixebitin. Dikarin birijînin cihên cuda. Dikarin birijînin cihên ku ne qadên jîngehan e. Em ê ji ber vê tozê çawa ji darên zeytûnan ku çavkaniya debara me ne, debara xwe bikin. Em nizanin em ê çi bibêjin.” 
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN