Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle

  • rojane
  • 09:05 6 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku bi rêbazeke nehiqûqî firotina nefta Başûrê Kurdistanê zirareke mezin da deskeftiyên Kurdistanê û got: "Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve."
 
Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê biryar dabû ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Kurdistana Federe nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê û bi vî awayî firotina petrolê dabû sekinandin. Beriya niha di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo 50 salan peymana neftê hatibû çêkirin û Herêma Başûrê Kurdistanê vê yekê wekî aboriya serbixwe ragihandibû. Li gel îmzekirina vê peymanê ev di navbera Bexda û Hewlerê de bûbû sedema qeyraneke mezin. Piştî rawestandina petrolê Tirkiyeyê jî ragihandibû ku êdî muxatabê wan Iraq e û di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hevdîtin dest pê kiribûn. Tê xuyakirin ku Tirkiye û Iraq di bazirganiyê de li hev kirine. Lê belê di 2'yê Nîsanê de Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên der barê hinardekirina nefta Herêma Kurdistana Federe de dewam dikin û her du aliyan li ser hinek xalan li hev kiriye. 
 
Cîgirê Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî mijara navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'EV PEYMAN LI DIJÎ KURDAN BÛ' 
 
Akademîsyen Berwarî diyar kir ku ji destpêka firotina petrolê û heta rawestandina wê gavên neqanûnî hatine avêtin û wiha axivî: "Biryara Dadgeha Parîsê ya Navneteweyî ku hatiye dayin divê pêk bê. Ji ber ku biryareke navneteweyî ye. Em dizanin ku ev 10 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê nefteya Başûrê Kurdistanê bi şêwazeke ne yasayî difiroşe Tirkiyeyê. Ev peymana ji bo 50 salî, li dijî hiqûqê bû. Ji ber wê jî Hikûmeta Iraqê di sala 2014'an de vê şand dadgeha navneteweyî û spaleyek li ser Iraqê  tomar kir. Piştî çend salan vê dadgehê biryar da ku êdî nefta Iraqê neyê firotinê. Bêguman dê lêpirsînekê jî li ser vê neftê bidin destpêkirin ku, ev neft ji ku ve çûye û çawa hatiye xerckirin.Ev peymana 50'î salî li dijî kurdan hatiye kirin û ne di berjewendiyên Başûrê Kurdistanê de bû. Bandoreke gelek mezin li ser kurdan çêkiribû. Bi taybetî rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê. Ji aliyekî ve aboriya herêmê wêran kir û ji aliyekî din ve jî ya Iraqê. Dahatên wê neftê kesek nizane ku bi ku ve diçe û çi pê tê kirinê. Piraniya wî pereyî li Tirkiyeyê dimîne û ji welatên derve re diçe û projeyên şexsî pê tên çêkirin. Ji ber wê dadgeha Parîsê dema ku ev biryar da, dawî li peymana 50 salî anî. Ew pereyên neftê yê ku dihatin diyarkirin rojane çi qas neft diçû û ew nefta ku diçû bi dehan carên din dihat belavkirin. Ji ber wê jî bi nêrîna min Iraq lêkolîneke cidî li ser wê dosyeyê dike. Heta niha çend pere çûye, çend neft derbas kirine, çend neft çûye Îranê, çûye Pakîstanê, çûye Afganîstanê û çendî ji vê ne yasayî hatiye firotinê dê encamên vê giran bin. Bi taybetî li ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya ku ev gavên ne yasayî avêtine." 
 
'XWEXAPANDINEKE SERBIXWE BÛ'
 
Akademîsyen Kamûran Berwarî bi lêv kir ku li ser navê aboriya serbixwe, aboriya herêmê hatiye wêrankirin û got: "Firotina Neftê bi aboriya serbixwe ragihandin. Firotina neftê nayê wê wateyê ku aboriyeke wan a serbixwe heye. Ew rêbaza aboriya serbixwe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind kirî bi tena serê xwe nabe. Ev aborî jî bi destê dewletên dagirker ê Kurdistanê hatiye çêkirinê, lewma nabe ku tu weke serkeftinekê bibînî û wisa binirxînî. Aboriya serbixwe ew e ku tu genimî, birincî, cehî, xwarin û vexwarinê ji welatên din nekirî û te kargehên xwe yên navxweyî hebin. Hin dahatên te hebin ku gelê te hewceyî welatên din nebe. Aboriya serbixwe ev e. Aboriya serbixwe bi siyaseteke navxweyî, herêmî û cihaniya serbixwe çêdibe. Bêgûman ev tişta ku li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin ne aboriyeke serbixwe bû, xwexapandineke serbixwe bû." 
 
'ABORIYA SERBIXWE ABORIYA KURDISTANÊ WÊRAN KIR'
 
Berwarî anî ziman ku hişmendiya ku li herêmê desthilatdar e zirareke mezin daye deskeftiyên Kurdistanê û wiha domand: "Ew sedemên ku Başûrê Kurdistanê ber bi karasetekî ve birine û anîne vê qonaxê ev hişmendî û aqilê ku niha li Başûrê Kurdistanê hikûmdariyê dike bi xwe ye. Ji ber ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê guhdariya gelê xwe, xelkê xwe, rewşenbîr, kesayetên niştimanperwer û welatparêz nekir. Ji ber vê jî ew siyaseta şaş ya hizbî ya kesayetî Başûrê Kurdistanê gihande vê qonaxê. Ew hikûmeta ku tiştek nejiyayî û ji sala 2014'an vir ve rewşa Başûrê Kurdistanê bi temamî têk bir û bi taybetî jî rewşa aborî û ya derûnî têk çû. Ragihandina aboriya serbixwe aboriya Başûrê Kurdistanê ji sedî sed wêran kir. Niha nikare mûçeyên karkeran bide û bi milyaran dolar pereyê xelkê bêguneh ê li gel hikûmetê maye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixwaze û nexwaze rojek ji van rojan dê vî pereyê karmendên Başûrê Kurdistanê vegerîne. Çimkî tu hêzeke wisa nîn e ku bêyî zagonan û bêyî destûr bi zilm û zordarî mafê xelkekî bixwe. Ji ber vê jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dê mûçeyên niha û yên çûyî jî bide xelkê. Ew çawa çareseriyê bi Bexda re bike ew ne pirsgirêka gel e, pirsgirêka wê ye." 
 
'LI ŞÛNA KURDISTANÊ DÊ IRAQÊ HILBIJÊRE'
 
Akademîsyen Berwarî, di berdewamê de got ku yekane çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê guhertina pergalê ye û ev tişt got: "Ji bo derbaskirina vê rewşa heyî pêdiviya Hikûmeta Kurdistanê bi guhertinê heye. Ev siyaseta ku ji sala 1991'ê heta niha hatiye bikaranîn bi her awayî xwe re zirar aniye. Ji aliyê netewî, niştimanî, navxweyî, ewlekarî û ji aliyê leşkerî ve zirar dîtiye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê bi rojane bi dehan û sedan kes qesta derveyî welat dikin û ji welatê xwe direvin. Ji bo derbaskirina vê rewşê divê ku siyaseteke demokratîk bê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê tu caran bi Hikûmeta Kurdistanê re hevkar nebû û tu caran jî nabe heval û hogirê wê. Lê ev siyaset gihîştiye asta şikandinê. Ji ber ku rewşa Başûrê Kurdistanê xerab kirine. Lê li tevî hemû neyiniyan jî bi Dewleta Tirkiyeyê re hewl dide ku PKK'ê tune bike. Ev jî siyaseteke şaş e. Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve. Bêgûman Tirkiyeyê bi Sûdanî re li hev kiriye. Tirkiye tu caran Îranê, Iraqê û Suriyeyê naguherîne kurdan. Ev dewlet doza xwe ya li dijî kurdan didomînin. Bêgûman Tirkiye li şûna Hikûmeta Kurdistanê dê Iraqê hilbijêre û hevpeymanên xwe û danûstandina xwe bi Iraqê re bidomîne." 
 
'YEKANE ÇARESERÎ GUHERTINA PERGALÊ YE'
 
Kamûran Berwarî bi lêv kir ku pergala heyeî di 30 salan bi Kurdistanê daye windakirin û ev tişt anîn ziman:" Yekane çareserkirina van pirsgirîkan ew e ku bi temamî pergala siyasî û îdarî bê guhertin. Ev siyaseta şaş ne di berjewendiyê gelê kurd de ye. Ev siyaseta şaş bûye sedem ku di van 30 salan de Başûrê Kurdistanê pêş nekeve. Divê partiyên desthilat ê Başûrê Kurdistanê gavên neteweyî û niştimanî biavêjin. Divê ku îradeya gel bê naskirin. Divê rê bidin parlementoyê û wezîrên serbixwe re danûstandinê bikin, projeyên stratejîk danin û dest ji vê siyaseta 30 sal bi xwe re birine berdin. Çimkî vê siyaseta şaş ew gihandine qonaxeke ku heger nevegerin dê bacake mezin ya vê siyasetê bidin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya dê xwe bi temamî radestî Bexda û hêzên herêmî bike yan jî dê vegerin îradeya gelê xwe. Gelê başûr, parlemento, wezîrên başûr bêdeng û bêreng û bêîrade kirine. Nahêlin ku raya giştî ya Kurdistanî ragihîne û nahêle ku xelkê başûr daxwaza mafên xwe bike û Kurdistanê xwedî derbikeve. Ji ber wê heke ku bixwazin ji vê rewşê rizgar bibin pêwîste ber bi îradeya Başûrê Kurdistanê xwe bitewînin û dest ji desthilatê berdin, yan jî razî bibin ku gel jî beşdarî desthilatê bikin û qanûnên nû danin." 
 
'HEGER ÊRÎŞ BIKE DÊ SERKEFTINEKÊ BI DEST NEXE'
 
Berwarî da zanîn ku êrişeke gengaze ya li ser herêma Kurdistanê dê Iraqê vegerîne salên 80'yî û got: "Helbet her gaveke Hikûmeta Iraqê dê hebe û Başûrê Kurdistanê derbixîne. Di sala 2017'an de me dît dema ku hikûmeta Iraqê hilketî deverên xalên 140 ku ji sedî 51 û nîvê axa Başûrê Kurdistanê pêk dianî, desteser kir. Ji ber wê jî dewletên herêmî ku Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirin, bi hikûmeta Iraqê re tevdigerin. Lê divê em baş bizanin ku li Iraqê doza kurdî ne girêdayî partiyên siyasî û Başûrê Kurdistanê bi tenê ye. Doza kurdî girêdayî gelê kurd e û dozeke neteweyî û niştimanî ye. Heger ku Iraq êrişê bibe li ser Başûrê Kurdistanê dê serkeftinê bi dest nexe. Dê Iraq vegere salên 70-80'yî. Çimkî rewşa îro ya herêmî û cîhanî dest nade ku dewleteke weke Iraqê dest deyne li ser Herêma Kurdistanê. Dibe ku Iraq hin zagonên xwe biguherîne û hewl bide ku rewşa hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê weke Iraqê bike, xurek û gaz hemû wek yên Iraqê bibe. Lê heke ku Iraq bi riya leşkerî bixweze ku Kurdistanê dagir bike, wê demê dê rewşa Iraqê ji ya Suriyê û Erdogan xerabtir bibe. Ev qeyrana heyî ya li Başûrê Kurdistanê bi vî rêbazî nayê çareserkirin. Ji ber wê jî çareserkirina qeyrana Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi guhertina pergalê pêkane ye. Heger ku pergaleke konferadaralîzm a demokratîk li Iraqê bikar bînin wê demê Iraq dê  4-5 hereman bibe konfederalên demokratîk. Du parezgeh dikarin herêma serbixwe nav Iraqê de pêk bînin. Mafên wan bidinê, zimanên wan serbest bikin û çanda xwe bijîn. Û ev pêkhate bêjin ku em Iraqî ne û Iraqê biparêzin."
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN