Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin

  • rojane
  • 13:00 5 Nîsan 2023
  • |
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di vekirina buroya jinan a ewil a Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê de axivî, wiha got: “Em dizanin ev desthilat dijmina demokrasiyê û jinan e lê êdî hûn ê biçin, jin dê we bi hêza xwe têk bibin.”
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê li semta Dîclekent a navçeya Peyasê buroya hilbijartinê ya jinan a ewil vekir.
 
Buroya hilbijartinê bi alên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin, li eywanê ji bilî pankartên “Em li vir in em ê bi jinan re guherînin” û “Jin jiyan azadî” û wêneyên endama Navenda Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê hatibû qetilkirin Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî ya li Tehrana Îranê hate qetilkirin hatin daliqandin.
 
Di merasîma vekirinê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Gulistan Atasoy, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Remziye Tosûn û Dersim Dag û hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, Zeynep Mizrakli û gelek jin amade bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li vekirina buroyê bûn bi stranên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk re govend gerandin. Jinan bi dahol û zirneyê re dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn a di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, wiha got: “Em ê vê buroyê ji bo avakirina civakeke demokratîk, ji bo li dijî mirinê jiyanê vekin. Em ê bi pênûsê Nagîhana ji ber ji pênûsê tirsiyan qetilkirin, dîrokê ji nû ve binivîsin.”
 
Pişt re Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan axivî. Çalagan a bi silavkirina girtiyên siyasî yên jin dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em ji bo di 14’ê gulanê de bi jinan re biguherînin tên. Desthilata AKP’ê ya 22 salan ji tundî, şer, xizaniyê zêdetir tiştek neda û li dijî vê jin têdikoşin.”
 
‘JI BO TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN EM TÊN’ 
 
Çaglayan, axaftina xwe wiha domand: “Di 14’ê gulanê de ji bo vê desthilata mêr a sosret têk bibin em ê biçin ser sindoqan. Em ê ji bo pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin tişta dikeve berê me em ê bikin. Em ê ji bo tecrîd bi dawî bibe, di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê werin. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ werin.”
 
‘JIN DÊ BI HÊZA XWE WE TÊK BIBIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî bal kişand dorpêça polîsan ya li dora buroya hilbijartinê ya jinan û wiha got: “Em îro li vir kom bûne da ku buroya xwe ya hilbijartinê ya jinan vekin, lê em dibînin ku weke her carê astengî û komplo hene û kesên ku li vir di vekirina vê buroya hilbijartinê de kom bûne hewl didin vê yekê biherimînin. Em vê qet qebûl nakin. Ev buroya me ya jinan weke buroya ewil a Partiya Çep a Kesk tê vekirin. Ez bawer dikim ku wê ev buro di pêvajoya hilbijartinê de rola xwe bilîze, ev der wê bi jinan bi hêz bibe, wê tejî jin bibe, em ê di 14’ê gulanê de agahiyên baş ji van buroyan bigirin. Em dizanin ku ev desthilat dijminekî jinan û kurdan e. Lê êdî hûn ê biçin, jin dê bi hêza xwe we têk bibin.”
 
EM Ê BIKIN 12 Û 0
 
Bûldan, di berdewama axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Belê em ê bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ buroyên xwe tejî bikin. Em ê di 14’ê gulanê de bersiva vê desthilata zilmkar bidinê. Em dizanin ku ji me ditirsin, em dizanin ji me jinan ditirsin lê bila bitirsin, em bi coş tên.
 
Desthilat ji bo di 14’ê gulanê de careke din bibe desthilat û li Meclisê hejmareke zêde parlamenteran bigire wê her cure dek û dolap û bêhiqûqiyê bike lê em ê bibin asteng. Em ê destûr nedin vê. Hevalên min ên hêja em ê di vê serdemê de bikin 12 û 0, ji bo bibe 12 û 0 em ê amadekariyên xwe bikin. Me navnîşana xwe diyar kir. Navnîşana jinan jî ya tifaqa ku em bi hev re dikevin hilbijartinê jî Partiya Çep a Kesk e. Bila kes vê ji bîr neke.
 
HERÎ ZÊDE JIN JI KRÎZAN BI BANDOR BÛN
 
Herî zêde em jin dizanin ku welat anîne çi rewşê. Me ev di pandemiyê de di afetên xwezayî de dîtin. Di her cure afetên xwezayî de ewilî jin mexdûr kirin. Li Hatayê, Semsûrê, Rihayê, Amedê li her derên ku erdhej lê çêbû jin mexdûr kirin. Jin weke mexdûrên erdhejê nedîtin. Astengkirin ku jin bigihin xizmên xwe. Jin hewceyî şûşeyeke av û konekê kirin. Me hemûyan ev dît û jiya. Niha jî karesateke din afirandin, karesata aboriyê. Karesateke wiha afirandin ku êdî kes nikare biçe bazar û dikanê, zarokên me birçî diçin dibistanê. Lê kêm ma em ê wan bi krîza wan a aboriyê ve bişînin, êşên di erdhejê de em ê careke din di 14’ê gulanê de li ser sindoqan bînin bîra wan. 
 
EM Ê DEST JI TEMSILIYETA WEKHEV BERNEDIN
 
Amed keleha me ye, hûn amade ne ku bikin 12-0? Ji bo temsiliyeta wekhev bibin parlamentoyê amade ne? Bila herkes bizane ku em dest ji temsiliyeta wekhev bernadin. Bi rêya me vekirî be. Serkeftin.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya jinan bi tilîlî û çepikan hate vekirin.
 
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN