Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!

  • rojane
  • 10:46 5 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi navê Vahyettîn Sari ku 25 sal in girtî ye, 23 saetên rojê bi tena serê xwe di hucreyeke tarî de tê ragirtin. Bijîşk dibêjin ku ji ber gumana nexweşiya helîna hestiyan divê Sari royê bibîne û sewqî nexweşxaneyê bê kirin lê Sari ev 3 meh in nayê sewqkirin û tavê nabîne. 
 
Vahyettîn Sari, di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Sari, ev 25 sal in girtî ye û di 31’ê kanûna sala 2022’yan de ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncana Enqereyê hate kirin. Ji roja hatiye sewqkirin heta niha di hucreyeke tarî de tê ragirtin û 23 saetan ji wir nayê derxistin. Dema Sari li Girtîgeha Panosê, hema hema her hefteyê bi malbata xwe ya li Wanê re hevdîtin dikir. Lê belê piştî ku sewqî cihekî hezar û 200 kîlometreyan dûr hate kirin, pir kêm derfetê dibîne ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. 
 
Bi ser sewqkirina Sari re 3 meh derbas bûn û cara ewil derfet dît ku bi birayê xwe Ahmet Sari re hevdîtinê bike. Birayê Sari, Ahmet Sari got ku birayê wî di nava van 3 mehan de gelek pirsgirêk jiyane lê ji wan re zêde qal nake. Sari, diyar kir ku birayê wî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê di hucreya hejmar 14 a yekkesî ya Bloka A2’yê de tê ragirtin û ev agahî parve kir: “Bi ser re 3 meh derbas bûn lê hêj jî tav nedîtiye. Birayê min bi awayekî derhiqûqî û bêyî agahiya me jê hebe hate sirgunkirin. Hatibû sirgûnkirin û 5 roj piştre ji me re telefon kir û haya me wisa jê çêbû. Di nava van 3 mehan de xwişka min tenê 2 caran karî biçe serdanê û min jî cara ewil karî di 3’yê nîsanê de biçim serdanê. Lê di her du hevdîtinên bi xwişka min re de û di hevdîtinên ser telefonê de jî qala pirsgirêkên xwe nake. Lê dema min hevdîtin pê re kirî, min pirs jê kirin û neçar ma ku van pirsgirêkan vebêje. Birayê min hêj jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Îcar vê jî bes nabînin ku ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin. 23 saetên rojê di wê hucreya yekkesî de dimîne. Rojê tenê saetekê ji bo sihbeta bi yek-du hevalên xwe re derdixînin cihê hewadariyê.” 
 
'BI GUMANA HELÎNA HESTIYAN HATIYE XWESTIN KU BÊ SEWQKIRIN LÊ...’ 
 
Bi domdarî Sari destnîşan kir ku birayê wî piştî li Sîncanê hate sewqkirin, ji hêla bijîşkan ve hatiye muayenekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bijîşk, bi gumana helîna hestiyan xwest bê sewqkirin. Ji ber vê nexweşiyê, bijîşk xwest ku birayê min li cihê hewadariyê ku royê dibîne bimîne û sewqî nexweşxaneyê were kirin. Lê ev sê meh in nehatiye sewqkirin û xistine odeyeke ku jê re ‘hucreya tarî’ tê gotin. Li rex vê odeyê jî cihekî ku personel lê dimînin heye. Vekirin û girtina derî, wî pir aciz dike. Nizanim bê ka bi kumandayê tê vekirin an rêbazekê îşkenceyê ye. Lê dibêje ku her cara ew derî tê vekirin, weke ku erdhej çêbibe hîs dike û ji nişka ve ji nava cihê xwe derdikeve. Tevî ku guhgirk li ber guhê wî hene jî, her cara ev derî tê vekirin ewqas aciz dibe. Birayê min zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Lê di şert û mercên giran ên cezayê muebbeta giran de tê ragirtin. Em dixwazin tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”
 
25 SAL IN GIRTÎ YE
 
Vahyettîn Sari, di sala 1997’an de li Wanê hate girtin, cezayê muebbetê lê hate birîn û 25 sal in di girtîgehê de ye. Piştî Wanê, li gorî rêzê li girtîgehên Mûş, Sêrt û Girtîgeha Hejmar 2 ya Alîaga ya Îzmîrê mabû. Malbata Sari li Wanê dimîne û ji bo ku li cihekî nêz were sewqkirin, gelek caran serî li Wezareta Dadê da. Wezaretê jî di sala 2018’an de bi şertê ku malbat heqê rêyê bide, Sari sewqî Girtîgeha Tîpa L a Pansoê kir. Bi vê yekê re derfeta Sari çêbû ku dher hefteyê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Cezayê Sari hindik mabû û malbat li bendê bû ku ji Panosê sewqî Wanê were kirin lê belê Sari di 31’ê adara 2022’yan de sewqî cihekî hezar û 200 kîlometreyan dûr anku li Girtîgeha Sîncanê hate sewqkirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok 
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN