Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin

  • rojane
  • 13:01 4 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Mîkaîl Ekîncî li gundê Bistin ê Çermûgê bi hinceta “guh neda hişyariya raweste” hate kuştin. Endamên malbatê îdiaya pevçûnê derewandin û wiha gotin: “Bi qasî du-sê deqeyan dengê çekan hat û piştre qut bû. Navberekê bi qasî sed metreyan bû, dikariyan bi saxî bigirin lê bi guleyekê kuştin.” 
 
Polîsan bi sedema biryara girtinê, li mezraya Gulabaxça ya gundê Bistin ê Çêrmug a Amedê bi ser mala welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî de girtin û bi hinceta “Guh neda hişyariya raweste” kuştin. Malbata Ekîncî, îdiaya pevçûnê derewand û da zanîn ku zarokê wan nêz bû û polîsan dikariyan wî bigirin. 
 
‘DIKARIYAN KURÊ MIN SAX BIGIRIN’
 
Dayika Ekîncî, Hanim Ekîncî wiha qala bûyerê kir: “Di saetên serê sibehê de hem gund hem jî mal hate dorpêçkirin. Dema bi ser malê de girtin, em li axûrê bûn. Me bihîst ku leşker hewl didin derî bişikînin û bikevin hundir. Hevjînê min jî jê re got; ‘hûn çima derî dişikînin, vaye em tên.’ Lê guhdar nekirin. Berê çekan dan me tevan. Li gel ku hevjîna Mîkaîl ducanî bû jî tundî lê hat kirin û bi dîwar ve zeliqandin. Zarokên wê pir tirsiyan. Tevî ku birînên tîyê min hebûn jî bi qontaxa tifingê lê xistin. Hevjînê min jî pê devî li erdê dirêjkirin û destên wî pişt ve girêdan. Demek piştre dengê çekan hat. Lê nehiştin em derkevin derve. Ji me re negotin bê ka zarokê min mirî ye, yan birîndar. Nehiştin ez cenazeyê wî bibînim. Ambulans jî du saet piştre hat. Dikariyan kurê min bi destan bigirin lê kuştin. Dema cenazeyê kurê min li erdê, leşkerên ew kuştin bi helîkopterê ji qadê birin.” 
 
‘EM BI SAETAN DI NAVA HERIYÊ DE HATIN RAWESTANDIN’ 
 
Jinbiraya Mîkaîl Ekîncî, Guzel Ekîncî jî wiha qala roja bûyerê kir: “Serê sibehê saet derdora 07.00’an bû. Berê tifingê dan pişta hevjînê min û jê re gotin; ‘bikeve hundir.’ Em tevek xistin odeyekê. Berê tifingê dan pişta hevjînê min û li tevahiya malê gerandin. Dengê çekan hat. Em dipirsin bê ka çi bû lê bi tu awayî bersiv nedidan. Tenê digotin bêdeng bin û rûnin cihê xwe. Bêyî ku cenazeyê Mîkaîl nîşanî tu kesekî bidin, ji wir birin. Tu çek bi Mîkaîl re nebûn. Derdora wî bi temamî hatibû girtin û dikariyan wî bigirin an jî birîndar bikin. Lê wan Mîkaîl kuştin. Navbera wan pir nêz bû û dikariyan bigirin. Bi zanebûn gule lê reşandin. Kesekê tenê gumanbar bi kîjan sedemê dikujin?” 
 
‘ME LI SER BÊTÊLÊ BIHÎST’
 
Kekê Ekîncî, Hasan Ekîncî jî diyar kir ku li ser bêtêla polîsên li mala wan hîn bûn bê ka çi bi serê birayê wî hatiye û ev tişt anî ziman: “Devera ku birayê min ber bi wê ve direviya bi temamî hatibû dorpêçkirin û dikariyan bi saxî bigirin. Saet derdora 07.00’an hatin gund. Dema leşker hatin gund, birayê min bi motosîkletê reviya. Ew jî bi wesayîta eraziyê ketin pey. Ji devera birayê min ber ve direviya dengê çekan dihat. Ji ber şoka bûyerê nayê birayê min bê ka çend gule hatin avêtin. Lê derdora 20-30 gule hatin avêtin. Dengê çekan heta 2-3 deqeyan domiya û piştre qut bûn. Di navbera wan û birayê min de tenê sed metre hebûn. Jixwe di nava eraziyê de bi wesayîtekê pêşî li ber hatibû girtin. Piştî dengê çekan qut bû, li ser bêtêlên polîsan anons kirin û xwestin dozger bê cihê bûyerê. Pênc deqeyên din jî derbas bûn. Piştre jî banga ambulansê kirin. Piştî ku me zanî li birayê min hatiye xistin, me xwest biçin wê derê. Lê em hatin derbkirin û tundî li me kirin. Tundî li dayika min, bavê min, birayê min, hevjîna min û li me tevan kirin. Piştre jî birayê min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê. Piştre jî bo otopsiyê birin Amedê. Dozger, saet di 12.00’an de dozger hat. Tenê bi bavê min re axivî. Gotin ku tîma hatiye vê derê, ji Amedê hatiye.” 
 
BI GULEYEKÊ HATIYE KUŞTIN
 
Ekîncî, destnîşan kir ku birayê wî ji mesafeyekê bi qasî sed metreyan dûr hatiye kuştin û wiha bi dawî kir: “Tenê guleyek lê hatiye xistin. Rapora otopsiyê nedan me. Bavê 3 zarokan bû, hevjîna wî ducanî ye û 28 salî bû. Divê hesaba tiştên li birayê min hatiye kirin bidin. Li mezraya me tenê 15 mal hene. Lê bi zêdetirî 60 wesayîtên zirxî û panzeran, bi polîsên tîmên taybet hatibûn. Gelo çi mantiqa vê heye?” 
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN