Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî

  • rojane
  • 10:47 4 Nîsan 2023
  • |
ENQERE - Gerîlayê berê yê Efrîqeya Başûr hiqûqnas Mahmoud Patel diyar kir ku di serdema modern de tu pêşengan têkoşîneke mîna ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nedane û Ocalan xwedî fikr û felsefeyê ye. 
 
Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd bi hevkariya Înîsiyatîfa ji bo Rêber Apo Azadî ya Sûriyeyê di navbera 28’ê sibatê û 1’ê adarê de li paytexta Efrîqeya Başûr Cape Townê bi rojeva azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konferansek li dar xist. Konferans, bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, aştî û îstîqrar” hat lidarxistin. Li gel partiyên siyasî û sendîkayên karkeran ên Efrîqeya Başûr, her wiha parêzer û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tev li konferansê bûn. 
 
Di encamnameya konferansê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û bandora wê ya li aştiya cîhanê hate nîqaşkirin û banga berdana Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin. 
 
Gerîlayê derîn ê Efrîqeya Başûr, hiqûqnas, akademîsyen û Serokê Giştî yê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd Mahmoud Patel têkildarî hûrgiliyên konferansê û bandora felsefeya Abdullah Ocalan a li ser cîhanê bi ajansa me re axivî. 
 
‘BI PERGALA ÎMRALIYÊ RE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN’
 
Mahmoud Patel bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pergala Girtîgeha Îmraliyê, li dijî pergala hiqûqî ya navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî ye. Her wiha binpêkirina Qaîdeyên Nelson Mandela ye ku şert û mercên cuda yên girtiyên siyasî û girtiyên edlî formûlîze dike. Abdullah Ocalan, rêberê gelê kurd û heyranên xwe yên din e. Ocalan, ji bo gelê kurd qedera xwe diyar bike, ji bo azadiya siyasî, wekhevî û rûmeta gelê xwe têkoşîneke heq meşand û weke rêberê tevgereke siyasî ceza lê hat birîn. Anku, sedema girtina wî siyasî ye. Awayê girtina wî, wisa hate plankirin ku hemû peywendiyên pê re tên danîn û hemû şopan tune dike hate kirin. Bi pergala Îmraliyê re xwestin gelê kurd bêhêvî bihêlin û weke ku rêberekê wan tune be bidin hîskirin. Lewma ev demekî dirêj e nahêlin bi Ocalan re peywendî bên danîn. Heta CPT jî bêyî rapora xwe eşkere bike, divê biçe dewleta tirk. Anku ji bo astengkirina wî û îzolekirina wî ya ji gel û tevgera wî tê kirin. Ji bo ku tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, ev konferansa li Efrîqeya Başûr hate lidarxistin.”
 
‘DIVÊ OCALAN BÊŞERT WERE BERDAN’
 
Bi domdarî Patel pirsa “Azadiya Ocalan çima girîng e?” jî wiha bersivand: “Dibe ku rê li ber pêvajoyeke aştî û guftûgoyê veke ku dawî li pevçûnên siyasî bîne. Bi taybet jî divê li Tirkiyeyê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hebin. Heke li wir bê çareserkirin, dê li Sûriye, Rojava û herêmên din jî çareser bibe. PDK nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku ew bala xwe nade ser daxwazên hemû kurdan. Tenê PKK, YPG, YPJ, PYD û rêberê wan Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ev rêxistin, nûnertiya gelê kurd dikin. Lewma ji bo pêvajoya guftûgoyê, mîna Nelson Mandela û hemû girtiyên siyasî yên din, hewceye pêşengê di girtîgehê de jî bêşert û merc were berdan.”
 
‘DIVÊ EM ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN’
 
Têkildarî xebatên ji bo azadiya Ocalan jî Patel ev nirxandin kir: “Akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan û heta dadgerê Dadgeha Destûra Bingehîn ê Efrîqeya Başûr ê berê Albie Zaks got ku divê mafên gelê kurd ên rewa bên dayîn û rêberê wan Ocalan were berdan. Hiqûq qet bi ser guhê dewleta tirk ve nîne û zexta li ser wê girîng e. Tirkiye di serî de DYA, ji endamên din ên NATO’yê alîkariyê digire. Tirkiye, duyemîn girîngtirîn endama leşkerî ya NATO’yê ye û mafên mirovan binpê dike. Lewma divê zexta me ya li ser Tirkiye û şirîkên wê bidome. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî mafên ocalan binpê kir. Weke aktîvîst û şirîkên piştevaniyê, em nikarin destûrê bidin ku endamên NATO’yê û dewletên din rewşa nebaş a Ocalan û gelê kurd jinedîtî ve bên. Heke bi şirîkên piştevaniyê re di qada navneteweyî de seferberî çêbibe û li ser NY û Parlamentoya Ewropayê ya Herêmî zext li dewleta tirk were kirin, dikare tecrîd were têkbirin.” 
 
‘DIVÊ GEL RABE SER PÊYAN Û PROTESTOYAN LI DAR BIXE’
 
Patel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li Tirkiyeyê gel rabe ser pêyan û protestoyan li dar bixe. Erê em dizanin, gelemperî tên binçavkirin û girtin. Lê di heman demê de hêz û biryardarî jî heye. Ji ber ku me jî di têkoşîna xwe de heman tişt kir. Heta rêberê me azad bûy, salên dûvdirêj derbas bûn. Dema me bi dewleta Apartheidê re şer dikir, me got ‘Em ê azad bibin û azadiya rêberê xwe bibînin.’ Û me azadiya rêberê xwe dît. Belê her çend ku zehmetiyên em dikişînin hebin jî lê di halê hazir de demokrasiya me heye. Em ê bi vê têkoşîna stratejîk re teqez bi ser kevin û di tevahiya jiyana xwe de bala xwe bidin ser azadiya rêber Ocalan û bi vê motîvasyonê bijîn. Em ê vê îradeya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe ya dîplomatîk bidomînin. Divê em ji bîr nekin ku li dijî berjewendiyên mêtingeriyê yên dewleta tirk ku belav dibin, divê em ji bîr nekin ku dê kampanyayên xwe yên bo azadiya Ocalan û mafên gelê kurd ên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bidomînin.” 
 
‘PARADÎGMAYA OCALAN JI BO SEDSALA NÛ HÊVÎ YE’
 
Derheqê paradîgmaya “azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk” a Ocalan de jî Patel ev tişt anî ziman: “Ocalan, di yek ji fikrên xwe yên kûr de dibêje; ‘heta jin azad nebe dê civak jî azad nebe.’ Ev ne vebijartinek lê mecbûriyeteke. Ocalan, bi parastina xwe ya bo DMME’yê re dîroka têkoşînê nivîsand. Bi vê yekê re me dît ku di vê serdemê de tu rêber nikarin weke Ocalan têbikoşe, xwedî fikrên pir cuda û felsefeyeke kûr e. Ji bo azadiya gelê xwe bifikar e û vê firsendê ne ji bo xelaskirina xwe û ne jî ji bo lihevkirina bi dewleta tirk re bi kar tîne. Ji bo doz, dîrok û têkoşîna gelê kurd dîsa were pênasekirin, weke firsendek bi kar anî. Nêrîna herî pêşverû ya têkildarî azadiya jinan jî Ocalan anî ziman. Em fêm dikin ku bingeha hizr, felsefe, feraseta Ocalan jî Rêya Sêyemîn e. Em ji rizgariya Rêya Sêyemîn wê fêm dikin ku heta pederşahîtî neyê rûxandin û astengiyên di navbera wekheviya jin û zilaman de neyên rakirin, nabe. Paradîgmaya Ocalan ne tenê pêkhêner lê di heman demê de şoreşger e û li Rojava ketiye meriyetê. Ev jî bo me tevan hêvî ye, Ocalan hêviyê dide me. Ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû mirovahiyê pêşniyaran dike. Fikra Rêya Sêyemîn a Ocalan, li Rojava, Tirkiye, Sûriye, Iraq û cîhanê ji bo bindestan alternatîfeke baştir diafirîne. Lewma ev paradîgma û felsefe û fikrên wî ji bo sedsala nû hêvî ye.” 
 
MODÊLA ROJAVA 
 
Bi domdarî Patel wiha got: “Di navbera salên 2019 û 2020’an de beriya dagirkeriya Erdogan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, min derfet dît ku biçim Rojava. Li Rojava ne fikrekî hatiye romantîkkirin an jî utopyayek lê pir girînge ku mirov weke hewldaneke rasteqîn bibîne. Ez bûm şahid ku jin û mêr bi hev re li dijî pirsgirêkên pederşahîtî û kapîtalîzmê bi xwe re anîne meydanê dixwin. Rêber Ocalan, li dijî netewe-dewletê alternatîfeke nû pêşkeş dike. Dibêje ku divê ji ewil pederşahîtî were rûxandin û azadiya jinên pêk were. Em dikarin bibêjin ku li Rojava berpirsyartiyên jin û mêran weke hev in û di pratîkê de jî jin xwedî hêzeke rasteqîn in. Dibe ku me azadiya xwe ya demokratîk bi dest xistibe lê me hêjta pirsgirêka jinan çareser nekiriye. Em di vê mijarê de zehmetiyan û pirsgirêkan dijîn. Fikr, felsefe û xebatên Jineolojiyê nîşanî me dide bê ka dê prangayên pederşahîtiyê çawa bên şikandin. Di konferansê de jî hat gotin ku Efrîq, Amerîka, Ingilistan û Ewropa ji fikrên Ocalan ên têkildarî jinan bibandor dibin. Lewma di navbera me de têkiliyeke pir taybet çêbû. Tekane bîrewêrê ku ewqas bi vekirî û bi şoreşgerî vedibêje bê ka dê pederşahîtî çawa were têkbirin, rêber Ocalan e.”
 
TÊKOŞÎNA BO AZADIYA OCALAN
 
Herî dawî jî Patel wiha got: “Têkoşîna me ya çekdarî, têkoşîna rêberên me û tecrîdkirina wan a li giravan dişibin hev. Lê girtina Ocalan û tecrîda li ser wî, ji ya Mandela xerabtir e. Di sala 2010'an de me ji bo rêber Ocalan gelek kampanyayên îmzeyan ên navneteweyî dan destpêkirin. Bi milyonan îmze hatin komkirin û me pêşkeşî Konseya Ewropayê kirin. Du sal berê jî me radestî NY’yê kirin. Ev stratejiyên me di dema têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê de bi ser ketin. Li rexekî têkoşîna çekdarî û li rexa din jî piştevaniya navneteweyî û hewldanên civakî, boykot û hwd. hebûn. Weke gerîlayeke berê, ji zehmetiyên vê têkoşînê haydar im. Divê em ji bîr nekin ku hemû dijminên me yên naxwazin aştiyê bi me re bikin, rêberên me hedef digirin û hewl didin wan bikujin. Em Dibînin ku Tirkiye li Rojava zarok û jinan dikuje. Lê ev êriş û kuştin çareserî nînin û divê tavilê dest bi muzakerayan bike. Mîna li Efrîqaya Başûr, divê hemû girtiyên siyasî bêmerc werin berdan. Çiqas didome bila bidome lê dê ew serkeftin pêk were. Divê neyê jibîrkirin ku Efrîqeya Başûr ne tenê ji sala 1948’an heta 1994’an di bin zilma Apartheîdê de bû. Vê zilmê bingeha xwe ji mêtingeriya 300 sal berê digirt. Têkoşîna me demekî dirêj ajot lê tevî her tiştekî em bi ser ketin. Ji bo gelê kurd û rêberê wan jî em xwedî heman hêviyan in. Çareserî ew e ku rêber Ocalan were berdan. Ji bo berdana wî jî divê piştevaniya navneteweyî bidome û were xurtkirin. Divê em serkeftina vî gelê wiha xwedî rêgez û fedekar, bi piştevaniyeke navneteweyî teqez bikin.” 
 
MA / Sterk Sutcu
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN