MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne

  • jin
  • 14:19 3 Nîsan 2023
  • |
STENBOL - MKGP’ê rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a 3 mehan eşkere kir û got ku herî kêm 18 rojnamegerên jin girtî ne û dê tevî hemû zextan jî heqîqetê derxînin holê. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya sê mehên dawî (Çile, sibat, adar) ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere kir. Li eywana daxuyaniyê wêneyên rojnamegerên jin ên girtî û dovîzên “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike”, “Em li pey şopa heqîqetê ne” û “Serî netewandin, me serî netewand, em ê serî netewînin” hatibûn daliqandin. 
 
Endama MGKP’ê Salîha Aras di daxuyaniya ku rojnamegerên jin tev li bûbûn de axivî û rapora xwe weke “Rapora şermê ya Tirkiyeyê” bi nav kir. 
 
Piştre jî rapora bi kurdî rojnameger Dûrket Suren û ya bi tirkî jî rojnameger Meltem Încî xwend. 
 
Rapora MKGP’ê wiha ye: 
 
“Li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê ya ku roj bi roj kêmtir dibe, di sê mehên destpêkê ya 2023’yê de jî mixabin bi êrişên li ser rojnamegeran xwe dubare kir. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a sala 2022’yan, Tirkiye di mijara azadiya çapemenî û îfadeyê di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye û ev yek mixabin ji aliyê me rojnamegeran ve baş tê zanîn ku ev tenê daneyên fermî ne.
 
DIXWAZIN ROJNAMEGERÊN JIN DORPÊÇ BIKIN
 
Hevkarên me ji ber ku jin in, muxalîf in, an jî bi taybetî ji ber nasnameya wan a rojnamegeriya kurd hê zêdetir rastî zextan tên. Tên astengkirin, rastî êrişan tên, tên hedefgirtin û tên girtin. Gelek caran weke 16 hevalên me yên di 16’ê hezîranê ya 2022’yan de li Amedê hatin girtin û îdianameyên wan piştî 10 mehan şûn de hat amadekirin, pêvajoya darazê vediguhere îşkenceyê.
 
Bêguman divê êrişên li dijî çapemeniyê ji zayendperestiyê serbixwe neyê dîtin. Desthilatdariya ku dijminatiyê li destkeftî û mafên jinan dike, di sê mehên destpêkê ya sala nû de jî em jin kir hedef û li qadê xebatên me dijwartir kir. Hem bi desteserkirina alavên me yên teknîkî hem jî bi pêvajoya darazê ya li ser me tê meşandin re dixwazin weke her qadê di qada çapemeniyê de jî jin bên dorpêçkirin.
 
RÊXISTINBÛN Û HEVGIRTIN
 
Em hem şahiden van êrişan û hem jî yên ku van êrişan bi xwe dijîn li aliyekî xwedî li karê xwe derdikevin, li aliyê din jî ji bona ku jin hê bêtir bên dîtin têkoşîna xwe didomînin. Çawa ku em dizanin ev êriş ne yên pêşî ne, em di wê ferqê de ne ku dê ne yên dawî jî bin. Lê em dizanin; ya ku me li hemberî vê yekê biparêze û mezin bike rêxistinbûn û hevgirtina me ye.
 
18 ROJNAMEGERÊN JIN GIRTÎ NE 
 
Niha herî kêm 18 hevalên me girtî ne û li gorî rapora sê mehane ya ku em ê hûrgiliyên wê bidin, di mehên çile, sibat û adarê de herî kêm 33 hevalên me derketin pêşberî dadger û der barê 7 hevalên me de yên derheqê wan de lêpirsîn hatine vekirin jî hene. Dîsa 6 hevalên me hatin binçavkirin, 5 hevalên me li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rû bi rû man, kesek cezayê hucreyê girt, 12 kes rastî êrişê hatin. 2 rojnamegerên jin ji kar hatin derxistin, li 3 rojnamegeran jî cezayên cuda yên girtîgeh û cezayên pere hatin birîn. Di dema rojnamegerek hat girtin de înfaza rojnamegereke din a girtî mixabin hat şewitandin.
 
Her çend rapora me ya sê mehane ya çile, sibat û adarê giran xuya bike jî em dixwazin bibêjin ku hebûna me ya li qadan jî ew qasî bi hêz e. Û êriş çi qasî zêde bin jî em dubare dibêjin ku em li vir in û em ê her li vir bin.
 
DANEYÊN MEHA ÇILEYÊ 
 
Herî kêm 14 hevkarên me yên jin di encama dozên ku der barê wan de hatin vekirin de derketin pêşberî dadger. Der barê 2 hevalên me de lêpirsîn hatin vekirin, hevaleke me hat binçavkirin û 2 hevalên me jî li qadê rastî êrişan hatin. Hevaleke me ji kar hat derxistin û li 2 hevalên me jî bi giştî 4 sal û 10 rojan cezayê girtîgehê hate birîn.
 
Dîsa di vê mehê de hevalên me nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî jî di nav de 9 rojnamegerên di 25’ê cotmehê ya 2022’yan de hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatin girtin rastî îşkenceyê hatin û îşkence li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî berdewam kiriye û 5 rojnameger rastî êrişa lêgerîna tazî hatine.
 
Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a ku ji ber ceza lê hatibû birîn di 25’ê cotmehê de hat binçavkirin û girtin û li Girtîgeha Jinan a Amedê ye.  Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derbkirin û cezayê hucreyê ya 3 rojan lê hate birîn.
 
Ji bo me di meha çileyê de tekane xebera xweş berdana rojnameger û derhênera belgefîlman Sîbel Tekînê bû ku di 17'ê berfanbarê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û girtin.
 
Dozên hatine dîtin: 14
Lêpirsînên hatin vekirin: 3
Binçavkirin: 1
Lêgerîna tazî: 5
Cezayê hucreyê: 1
Êriş: 2
Cezayê hatiye dayîn: 2
Avêtina ji kar: 1
Ceza: 4 sal û 10 roj
Yên hatin berdan: 1
 
DANEYÊN MEHA SIBATÊ
 
Di 6’ê sibatê de ya ku em bi erdhejên navenda wê Mereş bû hejiyan, di meha sibatê de li qadan weke rojnameger em bûn hedefa êrişan. Di erdhejan de li gorî daneyên fermî herî kêm 50 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, lê li gorî rojnamegerên ku qadan dişopandin hejmar hê zêdetir in. Her wiha di sibatê de herî kêm 25 rojnamegeran di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Di vê mehê de 10 rojnamegerên ku rastî êriş û astengiyan hatin de, 11 rojnameger derketin pêşberî dadger. Di roja erdhej çêbû de rojnamegerek hate girtin, der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin. Her wiha 2 rojnamegeran dema çalakî dişopandin hatin binçavkirin, rojnamegerek piştî gotinên xwe yên ‘ders ji erdhejê nehat derxistin’ ji karê xwe îstifa kir û rojnamegerek jî ji kar hat derxistin.
 
Girtin: 1
Dozên hatin lidarxistin: 11
Lêpirsînên hatine vekirin: 2
Binçavkirin: 2
Êriş û astengî: 10
Îstîfa: 1
Derxistina ji kar: 1
 
DANEYÊN MEHA ADARÊ
 
Di meha adarê de ya ku ji aliyekî kavilên erdhejê dihatin rakirin û ji aliyê din ve jî çalakî û pîrozbahiyên 8'ê Adar û Newrozê çêbûn, 6 rojnameger derketin pêşberî dadger, der barê 2 rojnamegeran de doz hatin vekirin û 2 rojnameger hatin binçavkirin. Her wiha di meha adarê de 41 hezar û 666 TL cezayê pereyan li rojnamegerekê hate birîn.
 
Dozên hatin lidarxistin: 8
Dozên hatin vekirin: 2
Binçavkirin: 3
Ceza: 41 hezar û 666 TL
Lêpirsîn: 1
Şêwitandina înfazê: 1
 

Sernavên din

03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin