HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin 2024-12-27 10:40:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku di pevçûnên şevê din heta serê sibeha îro de 22 endamên komên paramîlîter di bersivdayina hêzên wan de hatine kuştin.    Êrişên çeteyên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund dide van êrişan. Bi taybet jî şer û pevçûneke dijwar li gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê diqewimin.    Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî pevçûnên duh ji serê sibehê heta sibeha îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê ragihand ku hêzên wan roja pêncşemê bersiva êrişeke berfireh a dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter da û wiha got: “Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Panzer û erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin û panzêrek din jî derb xwar.”   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di encama berxwedanê de 22 çete hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn. Ji ber derbên giran, çete neçar man birevin û xwe di kûzikan de veşêrin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî çar caran li nuqte û kombûnên çeteyan dan. Di encamê de birîndarên çeteyan çêbûn û erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.”