Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin 2024-12-26 09:04:56 RIHA - Rêveberê PYD'ê yê Kobanê Bekir Hecî Îsa bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku ew ê li hemberî êrişan xwe biparêzin. Tirkiye û komên wê yên paramîlîter ên bi navê ANS êrişên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Pevçûnên li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê dijwar bûne. Pêngava xweparastinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî êrişan didome. Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê û Qamişlo-Nisêbînê li dijî gefên êrişa li ser Kobanê ku sembola têkçûna DAIŞ’ê ye, çalakiya nobedê hat destpêkirin.     Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Kobanê Bekir Hecî Îsa geşedanên dawî yên li Kobanê nirxandin û got ku hewl tê dayîn ku bajar rasterast bibe hedefa êrişan û şerê taybet.    ‘BI PIŞTGIRIYA NATO'YÊ ÊRIŞ DIKE'   Bekir Hecî Îsa anî ziman ku Tirkiye bi hêza NATO'yê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dike û got: "Tirkiye bi van êrişan dixwaze di salên pêş de kurdan bê statu bihêle û bê destkeftî bihêle. Lê em ne kurdên berê ne û em xwedî hêz in. Em têra xwe bi hêz in ku em tiştên di dest xwe de biparêzin. Bi rojan e li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê berxwedaneke mezin tê meşandin. Tirkiye û ANA bi hemû hêza xwe êrişî vir dikin."   BERXWEDANA KOBANÊ   Hecî Îsa got: “Hemû dijminatiya xwe nîşan didin û bi amûrên herî dawî yên teknolojîk êrişî hêzên me dikin. Hêzên me bi çekên ferdî yên di destê xwe de berxwedaneke mezin dimeşînin. Em vê berxwedanê silav dikin. Ev berxwedan ruhê xwe ji Kobanê digire. Gelê Kobanê jî, li gel berxwedêran e. Em bi şervanên xwe bawer in; ev hêza berxwedanê wê heta dawiyê gelê xwe biparêze. Em bang li hemû hêz, partiyên siyasî û hemû gelê xwe yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Dixwazin bîranîna berxwedana Kobanê ji holê rakin. Bi şikandina vê berxwedanê hewl didin hemû berxwedana gelê kurd bişkînin."   ‘EM Ê XWE BIPARÊZIN'   Bekir Hecî Îsa diyar kir ku ew ê li dijî êrişan parastina xwe bidomînin û got: “Serkeftina me wê serkeftina gelê kurd be. Yên ku îro li dijî me şer dikin, ji bo paşeroj û jiyana gelê kurd tu planên wan nînin. Xweparastina û parastina gel di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê jî jiyana demokratîk a li vir hedef girtin û dikin hedef. Lê îro em ne bi tenê ne. Kesên ku em bi hev re meşiyane hene. Em ê bi berxwedana xwe parastina xwe bidomînin."   MA / Ceylan Şahînlî