Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin 2024-12-25 19:24:57 ÊLIH - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren li balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Veysî Akoren li Êlihê hat binçavkirin. Akoren ê ku ji Stenbolê bi balafirê çû Êlihê li balafirgehê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku Akoren çima hatiye binçavkirin.    BERÊ HEWL DABÛN WÎ BIREVÎNIN   Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê yê Êlihê Veysel Akoren, di 8'ê Mijdarê de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve ku xwe weke polîs dan nasîn, hewl dan wî birevînin. Kesên nasnameya wan nediyar ên ku xwestin bi zorê Akoren bixin wesayîta Hyundaî ya bi plaqeya 72 AAF 297 piştî berteka rojnamevan û welatiyan ji cihê bûyerê reviyabûn.