DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan 2024-12-22 15:15:17 AGIRÎ - DFG û MKG li navçeya Giyadînê çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû qetilkirin.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hate danîn û serdanên şînê didomin. Gelek endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) çûn serdana şînê û sersaxî ji malbata Daştan xwestin.    Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlan di serdanê de got ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwestin tiştên li vê erdnîgariyê diqewimin bi raya giştî ya cîhanê re ragihînin û wiha got: “Weke hempîşeyên wan em ê têkoşîna heqîqetê bi cisaret bidomînin. Em ê nehêlin çirayên ku tarîtiyê ronî dikin bikevin erdê.”    Dayika Nazim Daştan, Zozan Daştan jî sersaxî qebûl kir û wiha got: “Ji bo min her yek ji we Nazim e. Bi zarokê xwe serbilindim. Tenê tişta min xemgîn dike ew e ku armancên Nazim nîvco mane. Tu gumana min nîne ku hûn ê wan armancan pêk bînin.”