Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike! 2024-12-18 14:23:42   ENQERE - Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk qedexekirina lîstika şanoyê ya bi Kurdî “Qral û Travîs” parast û îdia kir ku bi vê qedexeyê re “Pêşî li sûc girtine” û “ewlehiya cemaweriyê” parastine.    Lîstika şanoyê ya bi Kurdî “Qral û Travîs” dê di 17’ê Çileyê de li Agiriyê bihata lîstin lê bi biryara qeymeqamtiyê hate astengkirin. Dihat xwestin ku lîstik li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Panosê were lîstin lê qeymeqamtiyê bêyî hincetekê nîşan bide, lîstik asteng kir.    BI KURDÎ YE LEWMA HATE QEDEXEKIRIN?    Parlamenterê DEM Partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag têkildarî mijarê di 23’yê Çileya 2023’yan de pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê û xwestibû Wezareta Karên Hundir were bersivandin. Di pêşnûmeyê de pirsa “Lîstik bi Kurdî bû lewma hatiye qedexekirin’ hate pirsîn. Bi domdarî hate gotin ku lîstika behsa xeberê li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatiye lîstin û rastî tu astengiyan nehatiye. Di pêşnûmeyê de sedema astengkirinê hate pirsîn û hate gotin ku biryara qedexeyê bi devkî hatiye ragihandin.    'PERGALA CEMAWERIYÊ XERAB DIKE’   Piştî 11 mehan, bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bersiva pêşnûmeyê hate dayin. Di bersivê de bal kişand ser “Qanûna civîn û xwepêşandanan” û “Qanûna îdareya Taybet a Bajar” û hat îdiakirin ku qeymeqamtiyê “ji bo pêşîlêgirtina sûc” û “parastina ewlehiya cemaweriyê” lîstik qedexe kiriye.