Zeydan: Em lîstika wan xera bikin 2024-12-04 09:48:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li dijî biryara dayina mafên memnû yên Dadgeha Bilind banga "Em hemû gelê xwe vedixwînin ku li dor vîna xwe bibe xelek û lîstika heyî xera bike" kir. Çapemeniya desthilatê derpêş kir ku Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya ku der barê dayina mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan lêdikole. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku biryara îadekirina mafên memnû ya Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê "nelirê" ye û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve jiholêrakirina wê jî "nelirê" ye. Hat îdiakirin ku her du biryar jî hatine xerakirin.    ZEYDAN BERTEK NÎŞAN DA   Abdullah Zeydan li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bertek nîşanî vê da. Zeydan got: "Pêşî wê dadgeha herêmî 'mafên we yên memnû' bide we û hûn ê têkevin hilbijartinê û ji sedî 55.5 ray wergirin û bibin hevşaredar. Paşê jî hûn ê bejin 'Biborin! Me hesabekî şaş kiriye, em mafên we yên memnû ji we distînin.' Hûn ê vîna bi sedhezaran û mafê hilbijartinê yê bi sedhezaran deynin ku? Gelê me di 31'ê Adarê de xwedî li mazbataya xwe, vîna xwe, demokrasiyê û edaletê xwedî derket!   Wê îro jî xwedî lê derkeve. Wê gelê me qethiyen qebûl neke ku mazbataya wî biçe ji dizan, talankeran û çeteyan re. m hemû gelê xwe vedixwînin ku li dor vîna xwe bibe xelek û lîstika heyî xera bike."