Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir 2024-11-29 14:55:15   ENQERE - Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.    Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgurr Ozel dest pê kir. Şandeya Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan hatin Navenda Giştî ya CHP’ê. Hevserok, di derî de ji hêla Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistiniya Hundir û Derveyî Welat Ensar Aytekîn ve hatin pêşwazîkirin.    Hatîmogûllari û Bakirhan piştre jî çûn eywana civînan a CHP’ê. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgira Serokê Giştî Gokçe Gokçen jî li gel Ozgur Ozel bûn. Piştî wêne û dîmenan, hevdîtin dest pê kirin. Piştî hevdîtinê dê daxuyanî were dayin.