Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-11-28 11:04:51 AMED - Rojnameger û nivîskarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.  Rojnameger û nivîskarên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê îfadeyên wan duh li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin girtin û îro ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.    Dozgerê lêpirsînê birêve dibe dê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeyan bigire.    Kesên sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin ev in: “Seroka Komeleya Rojnamegeran a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, derhêner Ardîn Dîren, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-helbestvan Ahmet Hîcrî Îzgoren, rojnameger Ahmet Sumbul, nivîskar-wergêr Omer Barasî, wênevan Emrah Kelekçîer û Fîgen Mamedoglû Alp.”    Rojnameger Bîlal Seçkîn û Berfîn Atli ku li bajarên cuda hatin binçavkirin û anîn Eskîşehîrê, ji bo îfadeyê birin Edliyeya Eskîşehîrê. Rojnameger Erdogan Alayumat, Sûzan Demîr û Tûgçe Yilmaz jî piştî îfadeya li emniyetê dê sewqî dozgeriyê bên kirin.