Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn 2024-11-27 09:12:29 WAN - Belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li Wanê hatibû qetilkirin û Adnan Işik jî mîrateya wî dewr girtibû. Bi ser qetilkirina Işik re 31 sal derbas bûn û hêj jî kujerên wî nehatine girtin.   Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê û Kovara Ozgur Halkê Adnan Işik re 31 sal derbas bûn. Işik ku piştî qetilkirina xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê di 19'ê Çileya 1993'yan de hat qetilkirin biryar da ku li rojnameyê bixebite, di 27'ê Mijdara 1993'yan de dema diçû malê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.   Tevî ku 31 sal di ser qetilkirina Işik re derbas bûne jî, kiryarên Işik hê nehatine dîtin.   PIŞT ORHAN DEST BI BELAVKIRINÊ KIR   Işik ê ku di mehên dawî yên sala 1991'ê de ji gundê Tûm ê navçeya Seravê ya Wanê bi malbata xwe re koçî navenda bajêr kir, çû bajarên cuda û di înşaetê de xebitî. Işikê ku bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê xebitî, piştî zewicî li Loqala Mîmar û Endezyaran a Wanê dest bi kar kir. Piştî ku Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19'ê Çileya 1993'yan de hat qetilkirin, Işik biryar da ku bibe belavkar. Işik çû buroya Wanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û daxwaza xwe ji berpirsên rojnameyê re ragihand û piştî ku daxwaza wî hat qebûlkirin li kuçe û kolanên bajêr dest bi belavkirina rojnameyan kir. Gelek caran gef li Işik hatin xwarin ku rojnameyê belav neke. Işik ê ku li dijî gefan belavkirina xwe domand, gelek caran ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, ket ber lêpirsînan û îşkence lê hat kirin.   KUJER LI TOROSA SPÎ SIWAR BÛ Û REVIYA   Piştî demekê Işik plaqeya wesayîta Torosa spî ya ku timî ew dişopand qeyd kir û li buroya rojnameyê bi hevalên xwe re parve kir. Xebatkarên buroyê ev plaqe dan Waliyê Wanê yê wê demê Mahmut Yilbaş ku bi gelek bûyerên tarî tê naskirin û rewşê jê re vegotin. Her çiqas Yilbaş got “Ez ê pê re eleqedar bibim" jî di vê mijarê de tu gav nehat avêtin. Di 26'ê Mijdara 1993'yan de dema ku gef di asta herî jor de bûn, Işik ji buroya rojnameyê derket û ji bo biçe malê li otobusa gel siwar bû. Işikê ku li Taxa Erekê ku mala wî lê ye ji otobusê peya bû rastî êrişa bi çekê hat. Kesê ku êrişî Işik kir, ji cihê bûyerê reviya û li wesayîta bi marka Toros a ku 50 metre dûrî cihê bûyerê sekinîbû, siwar bû û reviya.   KUJER NEHATIN DÎTIN   Işik ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê, ji ber ku derfetên nexweşxaneyê tune bûn, sewqî nexweşxaneya Enqereyê hat kirin. Lê Işik ê ku ji ber "rewşa hewayê" nekarîbû bibirin Enqereyê, di 27'ê Mijdara 1993'yan de saet di 11.00'an de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku malbata Işik gelek caran hewl da ku kiryar bibîne jî, kiryar nehatin dîtin û dosyaeya wî hat girtin. Pismam û hevalên Işik, behsa wî kirin.     Kurê mamê wî Omer Işik, wiha behsa Adnan Işik kir: “Malbata Adnan di sala 1955’an de li Wanê bi cih bû. Adnan li Wanê ji dayik bû, di malbatê de tekane zarokê kur bû. Li Meydana Beşyolê qehwexaneyeke wan hebû. Wî ew der bi rê ve dibir. Ew xort û bavê sê zarokan bû. Piştî kuştina kiryar nediyar ya Orhan Karaagar di 19'ê Çile de, Adnan bi dildarî dest bi vî karî kir. Ji ber mirina hevalê xwe pir xemgîn bû. Berî ku dest bi kar bike, hat cem min û got ez ê niha bi xwe rojnameyan belav bikim. 26’ê Mijdarê êvarê di derdora seat 19.00’an de dema ji buroyê derdiket û ji otobusê dadiket li meydana Taxa Erekê ku mala wî lê ye rastî êrişa bi çekê hat. Birîndar bû û me ew rakir nexweşxaneyê û 27'ê Mijdarê saet di 11.00'ê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Adnan ew kes bû ku jiyana xwe fedatî têkoşînê kiribû."    ‘TIM TÊDIKOŞIYA'     Hevalê wî Abdulhekîm Maskan ku bi Adnan Işik re kargehê bi rê ve dibir jî got: “Min di sala 1978’an de Adnan nas kir. Me bi hev re kargehek bi rê ve dibir. Nêzî du salan em li Wanê bi hev re xebitîn. Piştî şoreşa 1980’î ??me bi hev re biryar da û em çûn Stenbolê. Em demekê li wir bi hev re xebitîn. Hevaltiya me pir xweş bû. Mirovekî pir zana bû. Ew her tim mirovekî têkoşer û baş bû. Piştî demekê li ser daxwaza dêya xwe hat Wanê, ji ber ku tenê kurê malê bû. Paşê ez hîn bûm ku ew li rojnameyê dixebitî. Demek şûnde xebera mirina wî gihaşt me. Kuştina Adnan me hemûyan êşand."