Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş 2024-11-21 09:42:03   WAN - Bi sarbûna hewayî re li Wanê welatî berê xwe didin biharatfiroşan. Herî zêde ixlemûr tê kirîn û kîloya wê jî derketiye hezar û 750 TL’an.    Li Wanê bi sarbûna hewayî re eleqeya ji bo biharatfiroşan jî zêde bû. Welatiyên ji bo parastina xwe ya ji nexweşiyên weke persîv û şewbê berê xwe didin biharatfiroşan, dermanê xwe di çayên zivistanê yên xwezayî de dibînin. Ya herî zêde tê bijartin jî ixlemûr e. Kîloya ixlemûrê li cem biharatfiroşan bi hezar û 750 lîreyan e. Kîloya darçîna toz bi 380 TL’an, ya darçîna rih bi 400 lîreyan û ya şîlanê jî bi 100 lîreyan tê firotin.    BIHAYÊ IXLEMÛRÊ ZÊDE BÛ      Hakan Ertaş ku 10 sal in li Wanê biharatfiroşiyê dike, wiha got: “Bi sarbûna hewayî re karê me zêde bû. Welatiyên bi nexweşiyên weke persîv û şewbê dikevin, li şûna biçin nexweşxaneyê tên cem me. Riha darçînê, darçîna toz, ixlemûr, şîlan û hwd. dikirin. Li gorî par bihayê wan du qet zêdetir bûye. Kîloya ixlemûrê derketiye hezar û 750 TL’an. Tiştên em difiroşin bi temamî xwezayî ne û ji bo mirovan baş in. Mirov jî li şîna tiştên kîmyewî, tişên xwezayî yên li cem me dikirin.”    ‘KARÊ ME ZÊDE BÛ’     Biharatfiroş Adem Yonten jî got ku bi sarbûna hewayan re daxwaza ji bo gihayan zêde bûye. Yonten, wiha domand: “Cotkar kêm in lewma bihayê wan zêde bû. Gel di demsala zivistanê de herî zêde riha darçînê, ixlemûr û çayên têkel vedixwe. Bi sarbûna hewayî re welatî li şûna biçin nexweşxaneyan, berê xwe didin biharatfiroşan. Welatî bi temamî berê xwe didin gihayan.”