Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike 2024-11-15 13:55:04   MÊRDÎN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê nûçeyên li ser hinek dezgehên çapemeniyê derheqê şaredariyê de hatine weşandin derewandin û gotin: “Zîhniyeta qeyûm hewl dide derewan ji gel re bike û bi vê rêyê xwe rewa nîşan bide.”    Bi biryara Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdarê de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hate tayînkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demir ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, ji aliyê hin saziyên çapemenî û weşanan ve hedef hatin girtin û bi sernavê “derket holê ku di 7 mehan de di bin navê nûner û pêşwazîkirinê de 4 milyon û 505 hezar TL pere xerc kirine” nûçe hate weşandin. Hevşaredaran ev nûçeya navborî, derewandin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi îftîra hatiye kirin û hewl dan heye binhişek were avakirin. Daxuyanî wiha domiya: “Tê îdiakirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr di nava 7 mehan de ji bo hewandina nûneran a ji bûdçeya nivîsgeha taybet, 4 milyon û 505 hezar TL xerc kirine. Hejmara ku hatî îdîakirin, bi temamî ne rast e. Derew e, îftîra ye. Ji bo di şexsê gelê Mêrdînê de, feraseteke cuda biafirînin ev nûçe hatiye çêkirin.”   PEREYÊ HATIYE XERCKIRIN YEK BI YEK EŞKERE KIRIN    Hevşaredaran pereyê hatiye xerckirin yek bi yek eşkere kirin û destnîşan kirin ku pereyê hatiye xerckirin lêçûnên ji bo beşdarbûn û organîzasyonan e. Daxuyanî wiha dom kir: “Lêçûnên nivîsgeha taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya 7 mehan milyonek û 900 hezar TL ne. Beşekî mezin ê van lêçûnan, ji bo pêşwazîkirina mêhvanên hatin serdana şaredarî û hevşaredaran hatiye xerckirin. Ew jî lêçûnên çay, qehwe, av û meşrubatê ên ji bo meqama şaredarî, meclisên şaredariyê û serokatiyên ji derve hatine ne. Piştî hilbijartinê nêzî 15 hezar kes hatine serdana hevşaredaran û ew pîroz kirin. Dema mirov vê rewşê dinirxîne, milyonek û 900 hezar TL’yên nivîsgeha taybet, li kêleka 10 milyon û 649 hezar û 169 TL’ên qeyûm beriya hilbijartinên 31’ê adara 2024’an xerc kirî weke dilopek behrê dimîne. Her wiha ji lêçûna 4 milyon û 505 hezar TL'yî ya hatiye îdîakirin tenê milyonek û 900 hezar TL ji bo nivîsgeha taybet hatiye xerckirin. 2 milyon û 605 hezar TL’ên mayî jî ne lêçûnên nivîsgeha taybet in. Lêçûnên çalakiya Rojên Mêrdînê ya li Stenbolê ne ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ve hat lidarxistin, lêçûnên çalakiya danasîna Mêrdînê ya li Fûara Gastronomiyê ya li Amedê ya Serokatiya Daîreya Tenduristiyê, lêçûna çalakiya Şeva Dengbêjiyê ya li Mêrdînê ya Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî li dar xistî, lêçûna çalakiya Şahiya Harîrî û lêçûna li konsera li Mêrdînê bû.”   ‘HEMÛ LÊÇÛNÊN XWE BI XWE PÊK ANIYE’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû lêçûnên xebatên li bajêr ji aliyê serokatiya daîreyê ve hatiye kirin û wiha hate gotin, “Tevî ku ev lêçûn ji bûdçeya serokatiya daîreyê ve hatiye kirin jî, organên medyayê yên navborî bi zanebûn diyar kirine ku lêçûnên temsîlî û mêvanperweriyê yên hevşaredaran e. Weke ku gelê me yê Mêrdînê jî dizane, Ahmet Turk ê ku di sala 2014'an de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat hilbijartin, ji roja hatiye hilbijartin û vir ve wesayîta meqamê bi kar ne aniye. Wesayîta xwe ya taybet bi kar aniye û hemû lêçûnên xwe yên wesayîtê jî di nav de bi xwe pêk aniye. Dîsa dema derketin derveyî bajêr, tevî ku mafê wan ê qanûnî heye ku heqê bilêtên balafirê û cihê lê mayînê bistînin jî, hema hema hemû ji budçeya xwe ya şexsî daye.”   ‘BI DEREWAN DIXWAZIN REWA BIKIN’   Hevşaredaran, diyar kirin ku hedefgirtina wan encama zîhniyeta qeyûm e û wiha bi dawî kirin: “Kampanyaya reşkirinê ya li dijî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê birêz Ahmet Turk û birêz Devrîm Demîr, daxuyaniyên tijî îftira û derew, parçeyeke ji zîhniyeta tayînkirina qeyûm e. Zîhniyeta qeyûm a ku tu rewabûna xwe ya exlaqî, siyasî û hiqûqî nîne bi ferasetên derewîn li ber çavên gelê Mêrdînê li rewabûnê digere. Li pêşberî nûçeyên qirêj ên ji derdorên ku fikrên wan qirêj in, em ê tu carî ji nêzîkatiya xwe ya civakîbûn û zelal paşve gavê neavêjin.”