Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’ 2024-11-15 09:36:47   WAN - Di Doza Qontaxê de polîsê tîmên taybet hatibû girtin û Dozgerê Dadgeha Bilind “îtîraza awarte” ya li dijî girtinê hatibû kirin qebûl kir û xwest biryar were betalkirin. Parêzer Mûrat Tîmûr got ku divê polîsê behsa xeberê ji sûcê “kuştina mirovan” were darizandin lê ji bo tehliyekirina wî hewldanên awarte hene.    Zarokê 14 salî Seyfûllah Turan dema di sala 23’yê nîsana 2009’an de li navenda Colemêrgê li qadeke vala bi hevalên xwe re futbolê dilîst, polîsê tîma taybet Bahadir Turan bi qontaxa tifinga xwe li serê wî xist û bi giranî birîndar kir. Ji ber sûcê “Birîndarkirina biwesf” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li polîs Turan hatibû birîn. Dadgeha Bilind di 9’ê îlonê de ceza erê kir. Bi erêkirina cezayê re polîs Turan di 21’ê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha Paşakapisi ya Uskudarê.   Parêzerê polîs Turan piştî biryara girtinê di 4’ê mijdarê de serî li “rêya qanûna îtîraza awarte” da û xwest înfaza miwekîlê wî were sekinandin. Di serlêdanê de parêzer îdia kir ku heke rewşa girtî bidome dê “zirarên jêneveger” pêk bên.    DOZGERÊ DADGEHA BILIND BI LEZ Û BEZ BIRYAR DA    Serdozgeriya Dadgeha Bilind a berê ji bo dosyayê biryara erêkirinê dabû, di 11’ê mijdarê de bi lez û bez biryar da û xwest ku biryara were betalkirin û sererastkirin. Dosya, ji 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re hate şandin.    PARÊZER TÎMÛR: LIV Û TEVGEREKE AWARTE HEYE      Parêzerê Seyfûllah Turan, Mûrat Tîmûr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bertek nîşan da. Tîmûr, got: “Dema bersûc peywirdarên cemaweriyê bin, hiqûqeke taybet dikeve meriyetê. Ev hefteyeke xuyaye ku hin kes pir xemgîn bûne ku bersûc hatiye girtin. Lewma di dosyayê de livûtevgereke awarte heye. Di vê dosyayê de kiriyara ji bo kuştina mirov heye. Tevî vê jî polîsê bersûc rojekê jî di bin çavan de nema. Darizandina wî pir dirêj kir. Piştî biryara AYM’ê jî jinûve hat darizandin. Aliyê daraz û siyasî yê necezakirinê heye. Dema faîl peywirdarê cemaweriyê be, hiqûqeke taybet dikeve meriyetê. Di dosyayên kurdan û muxalîfan de ji ber tiştên pir biçûk cezayên giran tên dayin. Divê ev polîs bi sûcê kuştinê bihata darizandin lê ji ewil ji ber birîndarkirina sivik hat darizandin. Piştî biryara AYM’ê, dosya ji Dadgeha Cezayan a Xarpêtê re hate şandin û wê jî dosya pir dirêj da sekinandin.”    'JI BO EM DOZÊ NEŞOPÎNIN HER TIŞTEK KIRIN’    Tîmûr, diyar kir ku dosyayên bersûcên wan yek kes herî zêde di 2 salan de biencam dibin û ev tişt anî ziman: “Sedema ewqas dirêj ajotina vê dosyayê, polîtîkaya necezakirinê ye. Di vê dosyayê de ji bo ceza neyê dayin hemû rêbaz bi kar anîn. Dosya ji ewil li Colemêrgê hat vekirin. Tu pirsgirêk tune bûn lê ji bo bersûc bi rehetî tevbigere dosya birin Ispartayê. Çûna mexdûr û parêzerê wî ya Ispartayê jî pir zor bû. Anku ji bo em neçin dozê her tiştek kirin. Doz 3 salan li wir domiya û piştre şandin Xarpêtê. Li her du bajaran jî darizandineke adilane çênebû. Diviyabû ev polîs ji ber sûcên îşkence û kuştina mirovan bihata cezakirin.”    'HEWL DIDIN POLÎSÎ JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN’    Tîmûr, got ku Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind piştî girtina polîsî ketiye nava hewldaneke awarte û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bersûc tavilê were berdan her tiştî dikin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo vê dosyayê nêrîna xwe parve kiribû û xwestibû biryar were erêkirin. Lê niha jî tiştên cuda dibêje. Di nava 11 mehan de çi guherî? Em dibînin ku niha hiqûqeke awarte xistine meriyetê. Sedema vê jî hiqûqa taybet e. Girtina kesekê sûcê hewldana kuştina mirovekî kirî dozger aciz kiriye. Hewl didin bi hev re û bi rêya hiqûqa taybet vî polîsî derxînin. Dema em ji bo betalkirina biryaran serlêdanan dikin, Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind carnan 6-7 mehan bersivê nadin. Lê di vê dosyayê de di hefteyekê de biryar dan û şandin daîreya cezayan. Lê di dosyayên wiha de heta çendek salan jî biryar nayên dayin.”    MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yacan