‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin 2024-11-13 14:45:39 ENQERE - Îktîdara AKP-MHP’ê li ser berteka partiyên muxalefetê paşvegav avêt û sererastkirina “sîxûriya tesîrkirinê” ji pêşniyarqanûnê derxist.  Xala ku di raya giştî de weke “Sîxûriya tesîrkirinê” tê zanîn û AKP û MHP’ê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kiribû, ji pêşniyarqanûnê hate derxistin. Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP, AKP, MHP û Partiya Îyiyê îro di lijneya şêwirê ya Meclisê de civiyan. Partiyên muxalefetê diyar kirin ku divê xala behsa xeberê were revîzekirin.    XALA ‘SÎXÛRIYA TESÎRKIRINÊ’ PAŞVE HAT KIŞANDIN    AKP-MHP jî erênî nêzî revîzekirina xala “sîxûriya tesîrkirinê’ bû. DEM Partiyê got ku divê xal bi temamî were derxistin û li dijî revîzekirinê derket.    AKP-MHP’ê paşvegav avêt û xala ku “sîxûriya tesîrkirinê” sererast dike bi temamî ji pêşniyarqanûnê derxist.