Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin 2024-11-13 12:58:27 ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ji parlamenterên DEM Partiyê re name şandin û gotin ku gef li wan tên xwarin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê têkildarî binpêkirinan ji Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan re name şandin.    NAVENDA KEYFIYETÊ    Girtiyê bi navê Mehmet Ayas di nameya xwe de got ku li girtîgehê ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatine hiştin. Ayas, diyar kir ku muameleyeke xerab li wan tê kirin, mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin û serlêdanên li dijî vê dikin jî nayên bersivandin. Ayas, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û wiha got: “Êdî girtîgeh veguheriye navenda keyfiyetê.” Ayas, da zanîn ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê îdia dike ku puanan li gorî çalakiyên weke spor, qurs, atolye û hwd. dide lê tevî vê jî wan dernaxînin tu çalakiyan. Ayas, wiha domand: “Dibêjin ‘hûn beşdarî tu çalakiyan nebûne’ û bi vê hincetê tehliyeyan asteng dikin.”    BERSIVA SERLÊDANAN NADIN   Bi domdarî Ayas destnîşan kir ku nexweşiya wî ya diranan heye lê ev 8 meh in sewqî ya nexweşxaneyê nayê kirin. Ayas, wiha pê de çû: “Li dijî vê rewşê min serî li Dadgeriya Înfazê, dozgeriyê, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê da. Lê belê erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatin dayin. Tevî hemû giliyên me jî hêj sewqa me ya ji bo nexweşxaneyê nehatiye kirin.”    24 SAETAN DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN   Ji girtiyan Resûl Ertaş jî di nameya xwe de anî ziman ku ev meheke nikarin mafê xwe yê sporê bi kar bînin û 24 saetan di hucreyê de tên ragirtin. Ertaş, wiha domand: “Me dernaxînin tu cihekî. Me li dijî vê îtîraz kir lê cezayên disiplînê didin me. Dema em ji bo guhertina odeyê serlêdanê dikin jî nayên qebûlkirin. Bi mehan bersivê nadin serlêdanên me. Mafên me yên tenduristiyê tên binpêkirin û dermanan dereng didin.”    XWESERIYA XWE ÎLAN KIRINE   Girtî Eshet Dalkiliç jî wiha got: “Li Tirkiyeyê tekane cihê xweseriya xwe îlan kiriye, girtîgeh in. Di bin rêveberiya çendek kesan de ne. Rêveberên girtîgehê tekane kes in ku her tiştekî diyar dikin.”    MIDÛR GEF XWAR: EZ Ê TEHLIYEYA TE 6 SALÊN DIN DIRÊJ BIKIM    Harun Olmez jî di nameya xwe ji Temellî re şandî de ev agahî parve kir: “Sewqên me yên nexweşxaneyê nayên kirin û tehliyeyên me tên astengkirin. Tehliyeyên gelek girtiyan hatine astengkirin. Midûrê girtîgehê gefa; ‘Ez ê 6 salên din te di vir de bihêlim’ xwar.”   TEVÎ BIRYARÊN DADGEHAN JÎ NAYÊN DAYÎN    Girtiyan da zanîn ku pirtûk, rojname û kovar ji wan re nayên dayin û kota hatiye diyarkirin. Girtiyan, diyar kirin ku pirtûk û kovarên weşandin û firotina wan qanûnî û bi biryarên dadgehan hatiye destnîşankirin ku dikare bên dayin jî nayên dayin. Girtiyan gotin ku taştêya wan di saetên şevê de tên anîn lewma nexweş dibin.    WERIN SERDANÊ   Parlamenterên DEM Partiyî têkildarî van binpêkirinan serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. Di serlêdanan de hat xwestin ku ÎHÎK û Komîsyona Jêr van îdiayan lêkolîn bike û biçe serdana girtîgehê. Di serlêdanan de hat xwestin ku derheqê peywirdarên rê li ber van binpêkirinan vedikin lêpirsîn were destpêkirin.