Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in 2024-11-12 09:02:23 STENBOL - Der barê 22 kesên ku tê îdiakirina pankart vekirine, nîşaneya serkeftinê çêkirine û dirûşme berz kirine de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Der barê 5 kesên ku ji van kiryaran yek jê nekirine jî bi hinceta bi komê re tevgeriyane bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin.  Di mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de 12 kes hatin binçavkirin û piştre jî vo îfadeyê gazî 15 kesan hat kirin. 12 kesên hatin binçavkirin di 2'ê Îlonê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin. 12 kesên ku 3 mehan di girtîgehê de man di 8'ê Mijdarê de hatin berdan. Der barê 27 kesên ku bi îdiaya ku pankartên "Muxatab Îmralî ye, çareserî Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser e" û "Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe" û dirûşem berz kirine, govend gerandine û nîşaneya serkeftinê kirine bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hat vekirin. Di îdianameyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin, tê xwestin ku di navbera 7 sal û 6 mehan û 15 salan de ceza bê birîn.   Di îdianameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Anadoluyê ya 24'an ve hat qebûlkirin de, hat parastin ku D.T. û N.K. bi pnakrata ku li ser "Rêya ber bi aştiyê ve di Îmraliyê re derbas dibe" nivîsandî hilgirtine û E.Y. jî pankarta "Muxatab Îmralî ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana xweser e" hilgirtiye û bi vî awayî "propagandaya rêxistinê" kirine.    Hat diyarkirin ku G.Ç., M.D., M.N., Z.T., A.A., H.G., C.K., D.D.O., D.A., F.Y., F.P.K., G.V., L.A., M.K., M.S., M.Y., R.A., S.A., S.A. "Sirûda Rojavayê" ku di îdianameyê de wekî "Keç û xortên qehreman. Ji bo Kurdistanê şer dikin. Ji bo ku zarok bijîn amade bin. Qamişlo, Efrîn, Kobanê. Ribespiyê, Serêkaniyê ye. Bijî Rojavayê Kurdistanê" cih girtiye, gotine. Hat parastin ku her 19 kes bi sirûda ku gotine û bi nîşaneya serkeftinê û govend gerandinê "sûc" kirine.    Di îdianameyê de hatiye parastin ku E.E., O.A, A.İ, E.N.Ç., H.C. yên ku hatiye diyarkirin govend negerandine, nîşana serkeftinê nekirine, pankart venekirine û dirûşme berz nekirine jî, ji ber ku bi koma kesên ku govend gerandine, nîşana serkeftinê kirine û dirûşme berz kirine hereket kirine jî divê bi "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin.    Di îdianameyê de hat xwestin ku her 27 kes bi sûcê" propagandaya rêxistinê" bên cezakirin li her yekî/ê ji wan di navbera 7 sal û 6 mehan û 15 salan de ceza bê birîn.    Dadgeha Cezayê Giran a 24'an ya Edlieyay Anadolûyê ku îdianameyê qebûl kir, biryar da ku danişîna ewil di 24'ê Çileya 2025'an de bê lidarxistin.    MA / Omer Îbrahîmoglû