Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin 2024-11-10 09:30:43 STENBOL - TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku dê bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike.  Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, di 10’ê cotmeha 2023’yan di asta kûrewî de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin. Kampanya didome. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya kampanyayê de rêzêçalakiyên “Tîrêjên Rojê” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê cotmehê de ji bo bidawîkirina îşkenceya li Îmraliyê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name û kartpostalan da destpêkirin. Armanca çalakiyê ew e ku milyonek name û kartpostal bên şandin û hêj didome.    TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku dê di 16’ê mijdarê de bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike. Di heman demê de TJK-E xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê jî bênavber didomîne.    Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî xebatên kampanyayê û 25’ê Mijdarê axivî. Kaplan, da zanîn ku bi saya mezinbûna kampanyayê û xwedîderketina derdorên cuda destûr hate dayin ku di 23’yê cotmehê de li Îmraliyê hevdîtin were kirin. Kaplan, got ku “cezayê disiplînê” yê nû jî tê wateya domandina tecrîdê.    JIN XWE JI BO MITÎNGÊ AMADE DIKIN    Kaplan, diyar kir ku ew bi kampanyayê armanc dikin ku ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan tavilê gavan bidin avêtin û ev tişt anî ziman: “Lewma jî meşa 16’ê mijdarê girîng e. Amadekariyên me didomin. Di vê çarçoveyê de me bi serdan û nameyan jin vexwendin meşê. Bi taybet jî em dixwazin jin tev li bibin. Her wiha em semîner, civîn û hevdîtinan bi jinan re li dar dixin.”     DIRÛŞM: AZADIYA TE AZADIYA ME YE    Bi domdarî Kaplan, wiha got: “Dê di meşa 16’ê mijdarê de kortejên jinan hebin. Dirûşma me jî ‘Azadiya te azadiya me ye.’ Azadiya rêbertiya me û me girêdayî hev e. Jinan, azadiya xwe bi rêbertiyê dît. Rola Rêbertî dide jinê, guherîna civakê tenê bi azadiya jinê dibe û ev jî şoreş e. Dê bi dovîzan daxwazên xwe vebêjin. Li hêla din kampanyaya me ya name û kartpostalan didome. Li her dera Ewropayê ev xebat tê meşandin. Em nameyan dişînin qutiyên postayê û xwe digihînin kesên me qet nas nakin. Heke bixwazin piştevaniyê bikin jî em jê dixwazin ku ji Sekreteriya Konseya Ewropayê re bişînin.”   ÇALAKIYÊN DI NAVBERA 18-25’Ê MIJDARÊ DE   Kaplan, got ku xebatên wan ên ji bo 25’ê Mijdarê jî didomin. Kaplan, wiha pê de çû: “Plansaziya me ya ji bo çalakiyên di navbera 18-25’ê mijdarê de hene. Li gelek welatan dê semîner, panel û hevdîtin bên lidarxistin. Dê bi pêşengtiya jinên kurd di 23’yê mijdarê de meş bê lidarxistin. Di 25’ê mijdarê de jî dê li gel rêxistinên jinan û meclisên me yên herêmî li kolanan bin. Dirûşma me ya 25’ê Mijdara îsal ‘Şerê we, xwina me’ ye. Ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şer me ev dirûşm hilbijart. Em ê koçberiyên bi darê zorê yên ji ber şer, sepanên qadên jinan teng dikin û tundiya li dijî jinê vebêjin. Em ê pêşî li biryarên îdamê yên ji bo jinên ji Rojhilat bigirin. Jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de hene. Dê ji bo wan daxwazên me hebin.”    MA / Dîren Yurtsever