Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin 2024-11-10 08:38:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên navçeya Hezexê tayînkirina qeyûman bi çalakiya rêgirtinê protesto kirin.  Komeke ciwanan li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê tayînkirina qeyûman protesto kirin. Ciwanên li ser Cadeya Adîle Naşîtê hatin gel hev, agir vêxistin û bi konteyniran rê li trafîkê girtin.    Li ser v ê yekê wesayîtên bizirx li herêmê hatin veguhestin û çalakiya ciwanan li kolanan berdewam kir.