Li her derî berxwedana li dijî qeyûman 2024-11-09 20:24:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran tayinkirina qeyûman hat şermezarkirin û peyama ku wê rê nedin qeyûman hat dayîn.  Hêzên Ked û Demokrasiyê, li gelek bajaran tayinkirina qeyûman ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê protetso kirin.    AMED/BISMIL    Li navçeya Bismil a Amedê DEM Partî, DBP, Partiya DEVA'yê, Partiya Saadetê jî di nav de gelek kes li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Piştî meşa heya Kent Meydaniyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Qeyûm darbeya li vîna gel e, ne vîna qeyûm, vîna gel" hat vekirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Mustafa Kûrt tayinkirina qeyûman şermezar kir û got ku demildest divê dest ji vê biryara bêhiqûqî bê berdan.    Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbus jî diyar kir ku ew tu desthilateke ku îpotekê datîne ser vîna gelan nas nakin û got: "Em gelê kurd em ê tecrîdê bişikînin, em ê qeyûman ji van deran bişînin. Em ê li Kurdistanê rê nedin faşîzmê."    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   ŞIRNEX   Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Şirnexê tekildarî tayin kirina qeyûman a li ser şeredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber avahiya KESK'ê ya navçeya Silopiyayê daxuyanî dan. Endamên sazî û partiyên siyasî yê giredayî platformê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Ji bo aştiyeke civakî rêze ji vîna gel bigrin" hilgirtin û dirûşmeyên, "Qayûm wê biçin em ê bên", "Bi berxwedanê em ê bi serbikêvin" û "Zext nikarin me bêdeng bikin" berz kirin.    Li ser navê platfromê nûnerê KESK'ê yê Silopiyayê Yaşar Taşdemir metna daxuyaniya hevpar xwend. Taşdemir, anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman mafê hilbijartinê ya gel hetiyê binpêkirin û wiha axivî:" "Armanca desthilatdariyê ew ê ku vîna gelê kurd tune bike û civakê ferî vê bêhiquqiyê bike. Qeyûm nelirêtiyê, qeyûm dest danîna ser vînê ye. Ew sepana ku bi dara zorê li ser gel tê ferz kirin divê bi dawî bibe û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatinê hilbijartin divê demildest vegerin ser karê xwe."   Piştî Taşdemir, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Bi lêv kir ku pêkanînên qeyûman dizîna îradeya gel e û got: "Em li vir careke din bang dikin;pirsgrêka kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi vî awayî çareser nabe.  Desthilata AKP-MHP hiqûq binpêkiriyê. Ji ber wê jî Tirkiye ber bi xetereyê ve diçe. Ji bo azadiya gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê kurd dê gav paşve neavêje. Wê ji bo azadî û mafê xwe li berxwe bide."   Piştî axaftinan girse derbasî çalakiya rûniştinê bû.Çalakî bi çepik û birêzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.   WAN   Platforma Şaxên KESKÊ ya Wanê, li dijî xespkirina vînê li pêşiya avahiya saziyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û Berdevkê Platforma Şaxên Wanê ya KESK’ê Nîhat Tûnç anî ziman ku mafê hilbijartinê yê Kurdan hatiye desteserkirin.   Nîhat Tûnç wiha axivî: “Dixwazin darbeyan normalîze bikin û civakê bielimînin desteserkirina vînê. Qeyûm darbeya li vîna gel û kedê ye. Qeyûm dijminê kedê ye ku kedkarên rêveberiyên herêmî ji ked û karê wan dike, peymanên giştî yên kar betal dike; sirgûnê, cudakariya li dijî sendîkayan û xebitandina zorî normalîze dike.”   Nîhat Tûnç diyar kir ku şertê ewil ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li vîna gel e û wiha dewam kir: “Hemû biryar û mudaxaleyên berovajî vê yekê tê wateya desteserkirina vîna demokratîk a gel. Divê demildest ji vê darbeya li vîna gel hatî xistin paşde gav biavêjin û dawî li desteserkirina vîna gel bînin ku bi rêyên derhiqûqî û bi rêbazên zordar pêk hatiye.   ÎZMÎR   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li Qada Cumhuriyetê çalakiyek li dar xist. Ligel Seroka Şaredariya Karabaglarê ya CHP’ê Helîn Kinay û Seroka Şaredariya Konakê Nîlufer Çinarli Mutlu gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.   Cîgira Serokê Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev yek nîşanî me dide ku li welat maf û azadiya hilbijartinê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Helbet ev tarîtî wê rojekê belav bibe. Em ê li her derê banga demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bilind bikin. Em ji vir careke din bang dikin ku dawî li pergala qeyûman bînîn. Hevşaredarê Esenyûrtê Birêz Ahmet Ozer serbest berdin û vegerînin ser erka wî. Tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê betal bikin.”   STENBOL\EYUBSULTAN   Hêzên Ked û Demokrasiyê Nûrtepe-Guzeltepe xwestin li ber deriyê Metroya Nûrtepeyê daxuyaniyê bidin, lê koma ku parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî tê bû, rastî astengiya polîsan hat. Piştî berzkirina dirûşmeya "Zext nikarin me asteng bikin" çûn ber avahiya DEM Partiyê ya Eyupsultanê û li vir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de pankarta “Rejîma qeyûman derbeya li vîna gel e. Qeyûm wê biçin em ê bimînin" hat vekirin. Mehmet Daltapa di çalakiyê de axvivî û anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya qeyûman hewl dide şaredariyên winda kirine destser bike. Daltapa destnîşan kir ku heta polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî got: “Em demokrasiyê dixwazin. Qeyûm dizî ye. Divê êdî êşên li van axan bi dawî bibin. Em ê aştiyê bînin van xakan. Divê mirov li dijî desteserkirina qeyûman destên hev bigirin.”