Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin 2024-11-08 15:50:37 COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Geverê di meşa dijî qeyûm de axivî û got: “Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin.”  Nerazîbûn û berxwedana gelê kurd a li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam dike. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir hevdîtina gel û meşa girseyî hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.    Hevserok Keskîn Bayindir di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin û girseyê bê navber dirûşmeyan berz kir. Piştre girseyê meş li dar xist û welatiyan hêrsa xwe li dijî qeyûman anî ziman. Kêliyek jî hêrs û dengê dirûşman kêm nebû.    ‘WÊ GELÊ KURD SERÎ LI BER WE NETEWÎNE’    Piştî meşê li navenda navçeyê daxuyanî hat dayîn. Hevserok Keskîn Bayindir li vir axivî û destnîşan kir ku gelê Geverê tu carî li ewqas zilmê jî serî netewandiye û got:, “Gelê me 5 roj in li dijî vê zilmê li ber xwe dide. Kurd û dostên wan li dijî vê desteserkirina îradeyê li kolanan in. Gelê me desteserkirina vîna xwe qebûl nake û wê qet qebûl jî neke. Difikirin ku ev siyaseta mêtîngeriyê wê têkoşîna gelê kurd paşve bitepisînin. Heke hûn difikirin ku wê gelê kurd wê serî li ber we bitewîne, qet xwe netewestînin biçin mala xwe rûnên. Ji ber ku hûn ê tu carî nikaribin serê vî gelî bitewînin. Hikûmet dijminatiya hemû bindestan dike. Me ev yek careke din li Esenyurtê dît. Ev hikûmet zilmê li hemû gelan dike. Em çiqasî êrivîna gelê Kurd bikin, gelê Kurd wê ewqasî bi hêztir bersivê bide. Hûn çiqasî êrişî vîna gelê kurd bikin wê gelê kurd ewqas li ber we rabe û serî li ber zilma we rake.”    ‘BIRÊZ OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’    Bayindir anî ziman ku pirsgirêka kurd ancax bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin û wiha axivî: "Ev dest ne destê biratî û aştiyê ye, destê ji bo şikandina îradeyê ye. Ev gel wê vîna xwe û rûmeta xwe biparêze. Heta niha me nehiştiye rûmeta me ji aliyê Enqereyê ve were pelixandin û ji niha û pê ve jî em ê nehêlin. Dest ji êrişa li ser vîna gelê kurd berdin. Kesek maye ku ji ber vê zilma we lêpirsîn derbarê wî/wê de nehatiye vekirin? Ev lêkolîn nîşan didin ku hûn çiqas zordar in. Behsa çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Her kes di pencereya xwe de dinêre. Çareserî û muxatabê pirsgirêka kurd diyar e. Ev pirsgirêk sed sal in didome. Ji aliyekî ve hûn dibêjin hûn ê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyê din êrişî nirxên gelê me dikin. Em vê durûtiyê qebûl nakin. Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan pêkan e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Derve ji polîtîkayên xwe yên qeyûman berdin da ku çareserî li pêş bikeve."   ‘HETA SERKEFTINÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’    Bayindir diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê kurd têkoşîna bi milyonan e û got: “Ev têkoşîna têkoşîna rewa ye. Em ê teqez van zalimên ku hewl didin vîna me binpê bikin bişînin. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”      Piştî daxuyaniyê girse heta ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê meş li dar xist û sirûdan xwend û li ber avahiya partiye çalaki bi dawî bû.