Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin 2024-11-08 15:34:35 ÊLIH - Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji qeyûmê Êlihê re got; “Şaredariyê vala bike” hate girtin.    Di roja ewil a tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Vedat Ozer li ber şaredariyê anonsa “Hişyarî hişyarî hişyarî, ev bangekî gelk e, tavilê şaredariya me vala bikin, hişyar hişyarî hişyarî ev banga hişyariyê ya gel e şaredariya me vala bikin” kiribû. Ozer, hate girtin. Di dema êrişên polîsan ên 6’ê sibatê de tundî li Ozer hatibû kirin û hate binçavkirin. Ozer, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin.    Dozger, bêyî ku îfadeya Ozer bigire, bi îdiaya “Ji bo astengkirina peywirê li ber xwe daye” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar kir. Ozer, bi heman îdiayê hate girtin.