TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne 2024-10-16 14:37:13   AMED - Midûriyeta Ewlehiya Stadyûman a TFF’ê diyar kir ku stadyûma Amedê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne û xwest kêmasî bên temamkirin.    Midûriyeta Ewlehiya Stadyûman a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji bo lêkolînkirina zemînê çîmê yê Stadyûma Amedê komek şand. Di 12’ê cotmehê de bi ekîpmanên navneteweyî û ji hêla pisporan ve lêkolîn hate kirin. Komê, diyar kir ku rewşa fîzîkî ya sehaya lîstikê û tebeqeya herêma kokê ya çîmê guncav nîne lê ji hêla ji hêla binesaziya sehayê û ekîpmanên sebêrkirina sehayê ve guncav e.    Ji Serokatina Kuluba Amedsporê re rapor hate şandin û hat xwestin ku kêmasî bên temamkirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Zemîna sehayê bi halê heyî ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan xetere ye. Dê federasyona me venêrînan bişopîne û hewceye hemû kêmasî bêyî bên vehêlandin bên temamkirin.”    AMEDSPOR HIŞYAR KIRIBÛ    Amedsporê jî di 19’ê îlonê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar a Amedê peywira xwe bi cih nayîne. Amedsporê di 22’yê îlonê de derheqê kesên peywira xwe bi cih ne anîn de gilî kiribû.