Dermanên girtiyê nexweş nedanê 2024-10-16 14:03:29   ÎZMÎR - Ji girtiyê nexweş Habat Demîr ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Îzmîrê tê ragirtin re dermanên ji aliyê bijîjk ve hatine nivîsîn nehatin dayîn.    Rêveberiya girtîgehê dermanên ku bijîjkî ji ber nexweşiya mêlakê ji girtiyê nexweş Habat Demîr ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Îzmîrê tê ragirtin re nivîsand nedanê. Demîr bi daxwaznameyekê xwest ku berhemên bi navê “qalîşk, şahtere, strîmişk û artîşok” ku weke berhema piştevaniya nexweşiya melakê tên bikaranîn û li kantîna girtîgehê nînin, ji kantîna derve bên stendin û ji wî re bên dayîn lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaza wî qebûl nekir.    Di biryara redkirinê de ku hat diyarkirin ku berhem ji ber sedema ku ji hawirdorên derveyî dermanfiroşan tê kirîn di warê paqijî û naverokê de nikare were kontrolkirin, hat îdîakirin ku ev daxwaz bi hinceta ku dermanên behsa wan tê kirin wê dîsiplîn û ewlehiya girtîgehê bixe xetereyê nayê qebûlkirin.   Demîr ê bi rêya parêzerên xwe tiştên dijî ragihandin, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê dermanên ku ji aliyê bijîjk ve hatine nivîsandin nedane wî û bi vî awayî mafên wî yên tenduristiyê hatine astengkirin. Demîr da zanîn ku rêveberiya girtîgehê xwe xistiye şûna bijîjk û biryar daye ku derman jiyanî ne an na û diyar kir ku di hevdîtinên hatin kirin de jî tu encam bi dest nexistine.    LI GIRTÎGEHAN ZEXT ZÊDE DIBIN   Demîr, bi lêv kir ku li girtîgehan her hefte di bin navê lêgerînê de bi ser odeyan de digirin û ev agahî parve kirin: “Tiştên me tên belavkirin û bi awayekî veşartî tên desteserkirin. Beriya niha rêveberiyê pirtûkên ku wan dane me bi hinceta ‘qedexekirî ne’ dest danîn ser. Ev jî tê re nake, ji ber pirtûkên hatine desteserkirin derbarê me de lêpirsîn tê destpêkirin. Bi vî awayî înfazên me tên şewitandin. Têkildarî vê mijarê rêveberiya girtîgehê derbarê Vedat Taş, Reşît Alo, Bariş Kaya, Abîdîn Okmen, Bûrhan Evîz, Vazîr Abbosovîç Îbrahîmov, Aydin Akiş, Sercan Gonuş, Samî Ozturk de lêpirsîn dan destpêkirin. Her wiha derbarê gelek hevalên me de tên ji bo gotinên stranên kurdî bi wan re hebûn lêpirsîn hate destpêkirin. Ligel vê yekê nêzîkatiyên provokatîf dikin û gefan li me dixwin. Pirsgirêkên ku li girtîgehan tên jiyîn nayên çareserkirin û bingeh tê avakirin ku gelek tiştên neyînî pêk werin.”